80 ji sedî yê Elmanan destekê didin pêkanînên li dijî Tirkiyeyê

Li gorî anketeke li Elmanyayê hate kirin, 80 ji sedî yê Elmanan piştgiriyê didin pêkanînên aboriyê yên li dijî Tirkiyeyê.

Di navbera Tirkiye û Elmanyayê de, ku du tifaqên bingehîn in, krîzeke kûr heye.

Piştî ku şeş aktîvîstên mafên mirovan li Tirkiyeyê hatin girtin, ku welatiyên Elman jî di nav de hene, ev krîz girantir bû. Aloziya navbera her du welatan di lêkolîneke nava raya giştî de jî hate dîtin.

Anket ji aliyê qenala televîzyonê ARD ve hate kirin. 80 ji sedî yên beşdarên anketê piştgirî dan pêkanînên aboriyê yên li hemberî Tirkiyeyê. Tenê 16 ji sedî li dij pêkanînan derketin.

Her wiha piraniya beşdarên anketê gotin ku ew naxwazin betlaneya xwe li Tirkiyeyê derbas bikin.