80 ji sedî daxwazên girtiyên Fîlîstînî hatin qebûlkirin!

Rayedarên Fîlîstînî ragihandin, 80 ji sedî daxwazên girtiyên li girtîgehên Îsraîlê di greva birçîbûnê de bûn hatine qebûlkirin.

Bi sedan girtiyên Fîlîstînî, ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê di 17'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Ev grev di 27'ê Gulanê de, di roja 41. de hate qedandin.

Îsa Karake, ku rêveberiya Fîlîstînê ew bi pirsgirêkên girtiyan re erkdar kiriye got, yek ji daxwazên ku ji aliyê meqamên Îsraîlê ve hatiye qebûlkirin ew e, ku dema hevdîtinê ji 30 deqeyî bibe 60 deqeyî.

Yek ji daxwazên hatine qebûlkirin jî serdana Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ye ku mehê carekê li girtîgehan bike.

Mesrefên serdanê yên komîteyê salê digihêje mîlyonek dolarî. Ev mesref wê ji aliyê rêveberiya Fîlîstînê ve were dayin.

Li gorî rayedarên Fîlîstînî, meqamên Îsraîlê bersiv dane daxwazên li ser zêdehiya kapasîteya girtîgehan û nebûna sîstema hewadayinê. Li ser daxwazên din jî hê danûstandin dewam dikin.

Meqamên Îsraîlê jî îdîa dikin, ku bersiv ji ti daxwazan re nehatiye dayin û greva birçîbûnê bi rengekî neserketî qediya ye.

Rêveberiya girtîgehê ya Îsraîlê, der barê serdanên Komîteya Xaça Sor de got, wan ne bi girtiyan re, lê bi Xaça Sor û Rêveberiya Fîlîstînê re li hev kirine.

Naskirina mafê hevdîtina mehê du caran jî weke sererastkirina mafê heyî hat nîşandan.