8'ê Adarê wê li Berlînê betlaneya fermî be

Hikumeta Eyaleta Berlînê ku ji Partiya Çep, SPD û Partiya Keskan pêk tê, biryar dan ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bibe betlaneya fermî be.

Partiyên hikumeta Eyaleta Berlînê ev demeke li ser rojên betlaneya fermî nîqaşê dikin. Partiya Çep û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ku hevparê hikumeta Eyaleta Berlînê ye, beriya niha xwestibûn ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bibe roja betlaneya fermî.

Hevparê din ê hikumetê Partiya Keskan jî ev daxwaz qebûl kir. Li ser vê yekê, her sê partiyan îro biryar dan ku amadekariyên pêşnûme qanûna li ser betlanebûna 8'ê Adarê bi lez û bez bikin.

Pêşnûme wê 14'ê Kanûnê li Meclîsa Eyaleta Berlînê were xwendin. Di rûniştina 24'ê Çileya 2019'an jî tê payin ku bi dengê her sê partiyan 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî.