300 rojnamevan û aktîvîstan daxuyaniyeke hevpar dan

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan dewam dikin. 300 hunermend û aktîvîstan daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûn nîşanî zextan dan.

Tevgera Gel ku 16'ê Îlonê bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî destpê kir, du meh in dewam dike.

300 kesayetên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar weşandin û zext û zordarî şermezar kirin, piştevaniya çalakiyan kirin.

Li gorî nûçeya JINHA'yê, di daxuyaniya hevpar de girtina rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan hate şermezarkirin û bang hate kirin ku tavilê dawî li zext û zordariyê bê anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Qetilkirin, tepisandina civakê û bikaranîna rêbazên leşkerî wê tenê hêrsa gel zêde bike.