300 depoyên çekan ên FARC’ê hatin valakirin

Li gorî peymana di navbera hikumeta Kolombiya û tevgera gerîla FARC’ê de depoyên çekan ên FARC’ê têne valakirin.

Bêçekkirin qonaxa dawî ya vê pêvajoyê ye. Hate ragihandin ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) 300 depoyên çekan hatine valakirin.

Hate ragihandin ku di van depoyan de 792 çek û 282 hezar 137 berên çekên sivik hebûne.

Serokê şandeya navneteweyî ya çavdêr a NY’yê Javîer Perest Aquîno  bi civîneke çapemeniyê diyar kir ku her wiha 17 hezar û 709 kîlo teqemenî, 3 hezar û 853 bombeyên destan, 694 mayinên antî-personel û 809 topên hewanê hatine dîtin.

Li gorî şandeyê FARC’ê derbarê 779 depoyên veşarî agahî dane. Şefê şandeyê got ev operasyon gelekî dijwar bûye, cihê ku çek lê hatine veşartin pir xalî bûne.

Mezintirîn tevgera gerîla ya li welêt dawiya Hezîranê 7 hezar û 132 çek dabûne şandeya çavdêr.

Peymana aştiyê ya di navbera hikûmet û FARC’ê de piştî muzakereyên 4 salan Mijdara 2016’an hatibû îmzekirin.

Bi vê peymanê şerê ku ev nîv sedsal e dom dikir bi dawî bû.

FARC’ê vê hefteyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di nav çarçoweya pêvajoya aştiyê de 1’ê Îlonê ew ê partiyeke siyasî damezirînin.