3 wezîrên din ên hikûmeta Iraqê hate diyarkirin

Parlamentoya Iraqê 3 wezîrên din ên hikûmetê jî pejirand.

Îro li Parlamentoya Iraqê wezîrên Parastin, Karên Navxweyî û Edaletê yên hikûmeta Iraqê hatin pejirandin. Endamên parlamentoyê ji bo her sê wezîran dengê pêbaweriyê dan. Piştî ku serokwezîr hate diyar kirin piştî 8 mehan hê jî wezaretek vala ye û nehatiye diyarkirin.

Yasîn El Yaserî bû Wezîrê Karê Navxweyî, Fermandar Necah El Şemmarî Wezîrê Parastinê û Farûk El Şiwanî jî bû Wezîrê Edaletê.

Ji bo Wezareta Perwerdehiyê namzetek jin hebû lê ev peywîr nehate dayîn. Tê payîn ku di rojên pêşiya me de dengdanekî ya pêbaweriyê were kirin.

Ji sala 2003’an ve ji bo peywira Wezareta Parastinê yekî ji Mûsilê tê diyarkirin. Şemmarî ji yekîneyên antî-terorê ye. Şiwanî yê ji bo Wezîrê Edaletê hate peywîrdarkirin Kurd e.

Li Iraqê her çiqas qanûnekî nivîskî nebe jî ji bo peywîra Serokwezîrtiyê Şîîyek, ji bo Serokkomariyê Kurdek û ji bo Serokê Parlamentoyê Sunnîyek tê hilbijartin.