2016'an bû sala herî germ a dîrokê

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê ragihand, sala 2016'an sala herî germ a dîrokê ye.

Sala 2016'an ji aliyê zêdebûna germa li cîhanê, helîna cemedê û germa deryayê ve rekor şikand. Di rapora Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê de, sala 2016'an weke sala herî germ a heta niha hatiye qeydkirin, cih girt.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê got, "Ev rapor nîşan dide, ku sala germa sala 2016'an li gorî salên beriya pîşesaziyê bi 1,1, li gorî sala 2015'an jî 0,06 pileyî zêde ye. Zêdehiya asta karbondiyoksîdê li atmosferê û aktîvîteyên mirovan bandoreke diyar li sîstema avhewayê kirin."

Di raporê de hat ragihandin, bahoza El Nîno, ku serê 5 heta 7 salan carekê rû da, bû sedem ku germahiya li Okyanûsa Pasîfîkê zêde bibe. Di raporê de hat destnîşankirin, piştî bahoza El Nîno ya navbera salên 1997-1998'an rû da, germa avhewayê ya cîhanê zêdetir bûye.

Li gorî raporê, rewşa giştî ya heyî alarma sor pê dixe. Ji destpêka sedsala 20'an û vir ve, asta deryayê, ji ber helîna cemedê bi 20 santîmetreyî bilind bûye.