2 sal cezayê girtîgehê li sekretera 97 salî ya kampa Naziyan hate birîn

Ji ber ku Irmgard F. (97) di navbera salên 1943-1945’an de li kampa komkirinê ya Stûtthof a Naziyan sekreterî kiriye, du sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Ji ber ku Irmgard F. (97) di navbera salên 1943-1945’an de li kampa komkirinê ya Stûtthof a Naziyan sekreterî kiriye, Dadgeha Eyaleta Itzehoe ya Elmanyayê bi sedema ku bûye alîkara kuştina deh hezaran kesan, 2 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Li gorî biryara dadgehê Irmgard F.  ji Hezîrana 1943’an heta Nîsana 1945’an li kampa komkirinê ya Stûtthof ya nêzî bajarê Gdansk ê Polonyayê karmendeke sivîl bû. Irmgard wê demê sekretera fermandarê kampê Paûl Werner Hoppe bû.

Dozgerê dozê diyar kir ne mumkun e ku Irmgard kuştinên li vê kampê nedîtibe û got “Irmgard ji bo kuştina 10 hezar û 505 kesan bûye alîkar. Li vê kampê herî kêm hezar kes bi gaza jehrî ya Zyklon B’yê hatine kuştin.”

Dadgehê 2 salan cezayê bi tecîl ê girtîgehê li Irmgard F. birî.