Li bajarê Barcelonayê di encama ajotina wesayîtekê ya bi ser peyayan ve 13 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di êrîşa piştî nîvoryê pêk hat de, di navbera 50-80’ê kesan de birîndar bûne, ji birîndaran rewşa 15 kesan giran e.
Li aliyê din piştî êrîşê 2 kes hatin binçavkirin, yek ji êrîşkaran navê wî Drîss el Oûakbîr welatiyê Fasê ye.
Her wiha gumanbarek li ser hişyariya polîsan a rawest e, li ber çavan negirt û dii ser nuqteya kontrolê de ajot û ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Di nava agahiyan de ev kesê ku hewl da wesayîtê di ser nûqteyê de bajo, bi qasî 3 km dûr di nava wesayîtê de mirî hate dîtin.
Piştî êrîşê ji gelek welatan peyên piştgirîyê û têkoşîna bi terorê re ji bo Îspanyayê hatin şandin.