195 zarok ji ber şirûbên biguman jiyana xwe ji dest da

Wezareta Tenduristiyê ya Endonezyayê ragihand ku hejmara zarokên ku piştî şirûbên tibî yên madeyên bi zirar di nav de bi kar anîn, êşa gurçikan pê re çêbûn, gihîşt 324’an û 195 jê jiyana xwe ji dest da.

Li Endonezyayê ji meha Tebaxê û vir ve weqayên êşa gurçikan ji nişka ve zêde bû. Rayedaran lêpirsîn dan destpêkirin û biryara qedexekirina firotina reçeteyên şirûb û dermanên bi av da.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Mûhammed Syahrî di civîna çapemeniyê de, got ku piraniya wan zarokan temenê wan 5 salî ne.

Li gorî wezaretê hejmara zarokên ku êşa gurçikan dikêşin, gihiştiye 324’ê û 195 jê birîndar bûne. Hat diyarkirin ku hîna 27 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Li gorî berdevkê wezaretê, di testên hatin kirin de derket holê ku piraniya mirinan du berhemên kîmyewî yên di berhemên endustriyel ên weke antîfrîz de tên bikaranîn, ji etîlena zêde, glîkol û dîetîlen glîkol û şirûbên qirêj çêbûye.

Rayedarên tenduristiyê heta niha ji bo gelek nexweşan, 246 şûşeyên jehrkuj ên ji Sîngapûr û Awûstralyayê hatine temînkirin, bi dest xistine.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku van dermanan encamên girîng derxist holê. Meha borî, Saziya Çavdêriya Xûrek û Dermanan, pênc şirûbên ku di asta xeternak de madeyên bi zirar digire nava xwe tespît kir û ferman dabû ku ev berhem bên tunekirin.

Saziyê piştre lîsteya 156 şirûbên ku madeyên bizirar nikarin derbas bibinê eşkere kir û bang li dayik, bav û pisporên tenduristiyê kir ku ji derveyî vê lîsteyê dermanên bi av bikar neyînin.

Hat ragihand ku polîsan derbarê sê şîrketên dermanan ên herêmî de lêpirsîn dane destpêkirin. Di lêpirsînê de lîsansa du şîrketên hilberandina şirûbên tibî dikin, hatin betalkirin.

Beriya vê bûyera dawî, Wezareta Tenduristiyê di mehê de du yan pênc vakayên êşa gurçikan tespît dikir. Beriya demekê rewşek heman, li welatê Gambiya ya Afrîqaya Rojava çêbû û 66 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Rayedaran ji bo ku tespît bikin ku girêdana van mirinan bi şirûban re heye yan na, lêpirsîn dan destpêkirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di daxuyaniya ku di meha Cotmehê de da, ragihandibû ku di çar şirûbên kûxikê yên Hindî de yên li Gambiyayê ku di mirina van zarokan de rol lîstiye, dîetîlen glîkol û etîlen glîkol “di rêya nayê qebûlkirin de” dîtiye.