170 koçber ji bo ku vegerin serlêdan kirin
170 koçberên li sînorê Belarûsê ji bo ku vegerin Iraqê serlêdan kirin.
170 koçberên li sînorê Belarûsê ji bo ku vegerin Iraqê serlêdan kirin.
Li ser sînorê Belarûs-Polonyayê bi hezaran koçber ji bo ku biçin Ewropayê disekinin. Iraq ji bo ku koçber vegerin seferber bû.
Berdevka Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehef got ji bo ku koçber vegerin Iraqê xebatên wan didomin.
Sehaf diyar kir heta niha 170 koçber ji bo ku vegerin Iraqê qeyda xwe kirine. Ehmed diyar kir koçber bi dildarî navê xwe qeyd dikin û heta niha 55 pasaportên lêzimî hatine hazirkirin.