15 welatên YE’ê: Bila sînor baştir bên parastin

15 welatên ku endamên Yekîtiya Ewropayê ne, li Atînayê hatin ba hev û bang li yekîtiyê kir ku li dijî derbasbûna bi qaçaxî ya koçberan, bila sînor baştir bên parastin.

Nûnerên 15 welatên ku endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) ne, ji bo rêyeke çareseriyê ji derbasbûna bi qaçaxî ya koçberan re bibînin, li konferanseke bi du rojan a li Atînaya paytexta Yewnanistanê hatin ba hev. Hatina ba hev a 15 welatan, wek rest û zext li dijî rêveberiya YE’ê hat şîrovekirin.

Piştî bidawîbûna konferansê, welatan bi daxuyaniyeke bi hevparî, bang li Brukselê kir ku divê sînorên yekîtiyê baştir bên parastin. Welatan, ji bo rawestandina derbasbûna penaberan, ji Komîsyona Ewropayê xwest ku bêhtir pere bê veqetandin û daxwaza xurtkirina Frontexê kir ku hêza parastina sînor a YE’ê ye.

DIVÊ BÊ HIŞTIN KU PENABER BIKEVIN WELATÊN SÊYEMÎN

15 welatan da xuyakirin ku divê koçberên ji bo serlêdana pênaberiyê tu hinceta wan nîn e, zû bi zû bên keşfkirin û bê hiştin ku bikevin welatên sêyemîn. Bi qebûlbûna vê daxwazê, ji welatekê YE’yê ku koçber pêşîn ketine, wê bikarin derbasê welatekê din bibin.

Hikûmeta Yewnan ku malovanî ji konferansê re kir, xwest ku ji bo rawestandina derbasbûna penaberan, li sînorê rojhilatê bakurê Yewnanistanê ku bi Tirkiyeyê ye sînor e, bi têlên ji pola bên têlkirin. Veneqetîna budçeyê ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve ji bo têlên ku wê li sînorê Yewnanistanê yê bi Tirkiyeyê re bên kişandin, di navbeyna Atîna û Brukselê veguheriye krîzê.