12 welatan ambargoya îxracatê danîn ser xurekê

Ji destpêka şerê hegemonyayê yê li ser Ûkraynayê û vir ve 12 welatên ku herî zêde îxracata madeyên çandiniyê dikin, biryar dan ku ambargoya îxracatê deynin ser madeyên xurekê bi taybetî jî zad.

Di nava hefteyê de buhayê genim ji her demê bêhtir zêde bû. Buhayê genim, ji ber ku Hindistanê ji bo ewlekirina pêwîstiyên xwe qedexe danî ser firotina ji derve re (îxracat), bêhtir zêde bû.

Lê belê Hindistan ne yekane welat e ku ji bo parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî polîtîkayeke bi vî rengî dimeşîne.

Ji destpêkirina şerê Ûkraynayê û vir ve ku meha Sibatê destpê kir, 12 welatan biryar dan ku ambargoya îxracatê deyne ser madeyên çandiniyê.

Endonezya ku hilberînerê herî mezin ê cîhanê yê rûnê palmê ye, meha Nîsanê firotina rûnê gihayê hemû rawestand.

Arjantîn, Belarûs, Kazakistan, Macaristan, Romanya, Sirbistan û Tirkiyeyê jî firotina zad kêm kirin.

Hin welatên din ên mîna Fasê jî firotina zebze û fêkiyan qedexe kir.

Welatên ku ambargo danîn, bi vî rengî dixwazin li ber zêdebûna buhayan rabin û bersivê bidin pêwîstiya nifûsa xwe.

Hindistan, Çîn, Bangladeş û Pakistan bûn welatên destpêkê ku herî zêde ketin bin bandora ambargoya Endonezyayê.

Li Îran an jî Sûdanê, ji ber zêdebûna bihayê nan, çalakiyên şermezarkirinê destpê kirin. Li Îranê rojên dawî li dijî bihabûnê çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin.

Ji ber ku Rûsya û Çînê îxracata zibil sekinandine, tê payin ku xela girantir bibe.