Yekîtiya neteweyî û dîtina zorê - II

Hin hêlên xitimandinê hene ku ENKS, hetta PDK ji ber vê Tirkiye jî li ser mijara yekîtiya netewî ferz dikin. Pêvajoya ku ketî halekî wiha zehmet, divê bi rengekî zelaltir bidome.

Di nivîsa pêşî de min nivîsîbû bê ka meseleya yekîtiya netewî ya Kurd çawa bûye meseleya 'yekta' a Kurd, çawa ev mase ji hêla Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, ev xebata yekîtiyê çawa tê xwestin ku bikin rota planekê û mesele çawa veguheriye ser halekî zor.

Di van hêlan de PDK-ENKS grîng dibe. Di pêvajoyên hevdîtinê de hin daxwazên ku PDK-ENKS'ê ferz dikin, dibe sedem ku devê meqes vebe, rîskan zêde dike û senaryoyên nebaş dike halekî rasteqîn. A herî girîng, ku xebatên yekîtiya netewî ketiye qonaxa duyan ji hêla artêşa Trk ve, bi pejirandina Hikûmeta Kurdistanê ya Federal û diyar kir e ku para wê tê de aşkere ye, destpêkirina pêla êrîşê ya giştî ye. Divê em ji bîr nekin encamên vê pêla êrîşê, ew çend girîng in ku dikarin maneya xebatên yekîtiyê ji holê rakin.

DESTHILATA DUALÎ Û FERZKIRINA PARVEKIRINÊ

Me hemûyan dît ku ev pêvajoya hevdînê navbeynek ketiyê. Ev pêvajoa 'navbeyn'ê çi bû? Di hevdîtinê de bi risteke çawa rabû? Ev pêvajoya navbeynê li pêşberî gava ''Partiyên Yekîtiya Netewî ya Kurd' bû wexteke ku ENKS geşedanên nû bîne ser masê, bi PDK'ê re û bi Tirkiyê re nerasterast muzakereyan bike.  ENKS ji serî de ev hêzên ku li ser xeteke diyar û hişmendiya siyasî li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê dixebitin weke dûvelingê PYD'ê dît. Ji ber vê ferz kir ku li pêşberî xwe bi yek hêzê, tenê bi PYD'ê re muzakere bike. Ev her wiha ji hêla 'dabeşkirin'a şoreşê ve jî hesabekî wiha bû ku wê bi ristekê rabûye.

ENKS heke li ser hîmên demokratîk hêza aborî, leşkerî û siyasî ya Rêveberiya Xweser di nav van partiyan de bihata parvekirin, bi lîstikeke ji rêzê ya matematîkê wê bihata mîsogerkirin ku ev hêz bibe du beş. Çawa ku Başûrê Kurdistanê di navbeyna hêzên PDK û YNK'ê de dabeş bûbe û şoreş jî wê veguheriya avaniyeke ku di bin kontrola van du hêzan de. Ji hêla Rêveberya Xweser ve ku bi paş ve gav neavêt, ev weke meseleyeke rêgezî hate dîtin. Jixwe înkara hêzên din wê bihata maneya înkara xeta neteweya demokratîk.  ENKS'ê hêzên ku tevlî hevdîtinê bûn qebûl kir û got ''lê''. Ev, di hevdîtinê de weke 'erê' lê di 'parvekirinê' de weke pirsekê hate fêhmkirin.

TENÊHIŞTINA KURDAN

Xitimandineke dî ya pêvajoya hevdîtinan ew bû ku di nav xwe de zaboqek dihewand ku ev dihate maneya înkara giyanê şoreşê ya Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ku xwe li ser xeta neteweya demokratîk pênase dikir.  ENKS'ê xwest ku herêmên Ereb û gelê Ereb û baweriyên din ku di nav sînorên şoreşê de cih digirin li aliyekî werin hiştin, cografyaya Krd û meseleyên rêveberiyê yên Kurd bi esasî werin dîtin. Gel û baweriyên din ku hêmanên din ên şoreşê bûn, heke vegotin rast be wê li nîvrê bihatana hiştin. Ev raman her wiha ew ramana Beşar Esad bû ku ji rayedarên Rêveberiya Xweser digot, ''Me Kurd fêhm kirin lê çima hûn bi pey derdê gelên din ketine''. Rêveberiya Esad ku bi baldarî xebatên yekîtiyê didomîne, vê pêvajoya hevdîtinê qebûl nake lê bêhtir fikar dkin ku ev pêvajoya hevdîtinê ya ku hemû Bakur-Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de vedihewîne ji bo dahatuya gelan û kêmaran veguhere ser pêngavekê. ENKS'ê bi vî rengî tiliya hingivîn di devê Esad dikir.


BI HILBIJARTINÊ RAZÎ NEBÛ

ENKS li ser mijara ku tevlî pêvajoya şoreşê bibe, weke rêbazekê bi teklîfa hilbijartinê ya li  Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê razî nebû. Rasterast rayedarên ENKS'ê gotin Rêveberiya Xweser a berdest desteka Ereban û gelên din daye pişt xwe, bi vê destekê wê hilbijartinê bi ser bixe ji ber vê qebûl nakin.

DU MIJAR HATIN TALIQKIRIN

ENKS ku yek ji zaboqa pêvajoya hevdîtinê ye, diyar kir ne pêkan e ku ji tifaqa nav Tirkiyê vekişe.  Bi telqînên hêzên navnetewî yên ku bi rola 'çavdêr' rabûne ev mijar weke dikare were nîqaşkirin hate dîtin û taloqkirin. Mijara 'pêşmergeyên Roj' jî bi heman telqînan hate taloqkirin lê bû yek ji vebijêrkên ku dev jê nehatiya berdan.

RAZBERKIRINA ROJAVA JI KURDISTANÊ

Xitimandineke dî jî ew e ku ew hêla e ku hê nîqaş wê li ser bidomin. ENKS nîqaş kir kesên ku wan bi PKK'yîbûnê pênase dike, ku berê di nav refên PKK'ê de cih digirin, di pêvajoya şoreşê ya Şoreşa Rojava de cih girtine, dîsa di pêvajoya şoreşê de bi banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji van xakan, nexasim ji Bakurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê, dîsa ji Ewropayê hatin û tevlî nav xebatan bûne, aktivîstan ji Rojava werin derêxistin. ENKS her çendî ev ji pêvajoya duyan a hevdîtinê re hiştibe jî guman jê nehate birîn ku ev ferzkirineke Tirkiyê ye.

Ev hemû hin hêlên xitimandinê ne ku ENKS, hetta PDK ji ber vê Tirkiye jî li ser mijara yekîtiya netewî ferz dikin.

Daxuyaniya hevpar ku duh li ser navê Partiyên Yekîtiya Netewî ya Kurd (PYNK) û ENKS'ê hate dayin û lihevkirin li ser mijara xebatên yekîtiyê hêviyê dide, lê 'lê'yên ENKS'ê û helwesta PDK'ê ya li ser êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, li pêş hevdîtinên duyan weke meseleyên ku divê werin çareserkirin dimînin.

REXNEYA LI RÊVEBERIYA XWESER Û  QSD'Ê

Di rewşa berdest de ev pêvajo bi putepêdanî û hin hesasiyetan ne vekirî tê rêvebirin, lê ev bi temamî rast e an jî heta bi kûderê rast e? Li ser vê mijarê rexneyek jî dikare li Rêveberiya Xweser û li rayedarên QSD'ê dikare were kirin. Dibe ku hin hêlên resen ên vê pêvajoyê hebin, hin mijarên ku ser wê girtî jî bimînin. Lê rastî ev e; ev pêvajoya ku wiha zehmet bûye hê bêhtir zelal û ji gel re vekirî be, ji parçeyên din ên Kurdistanê re jî bi rengekî vekirî were rêveberin wê ya herî rast be.