Pêşangeha Şehîd Herekol di roja 7’an de dewam kir

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 7’an de bi çalakiyên cur bi cur dewam kir.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8’emîn bi dirûşma “Em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê”  bi beşdariya 54 weşanxane, pirtûkxane, navend û saziyên wêjeyî yên xwecihî, Sûriye, Lubnan, Iraq, Balçîka, Brîtanya, Misir, Kiwêt û Îmaratê li hola Zana ya bajarê Qamişlo di roja xwe ya 7’an de dewam kir.

Xwendekarên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşenbîr, nivîskar, wêjevan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser serdana pêşangehê kirin. 

Di pêşengehê de 143 hezar pirtûkên bi ziman û mijarên cuda hene, weke; wêje, çîrok, roman, helbest, şano, lêkolîn, felsefe, zanistên civakî, rêziman, ferheng û yên ji bo zarokan.

Pirtûkên Profesora Emerîkî Bonî Miller ku bi riya zûmê re di pêşengehê de amade bû, yên bi navê “Xwegihandina bi zarokan re” û “Xwegihandina bi zarokan re di hundirê refa dibistanê de” bi 12 zimanan hatiye wergerkirin, di pêşengeha Şehîd Herekol de hat pêşandan. Bonî Miler li ser pirtûkê xwe yên ku di pêşengehê de hatine pêşandan axivî û got: ”Ez pir kêfxweşim ku ev pirtûk di Pêşengeha Şehîd Herkol de jî hatine pêşkêş kirin.”

Bonî Miller da zanîn ku zarok bingeha civakê ne ji ber wê du pirtûk li ser perwerdekirina zarokan nivîsî ye. Bonî got: “Divê em ji zarokan destpê bikin. Bi taybet di van rewşên heyî de ku zarok di gelek zehmetiyan de derbas dibin û rê li pêşketina wan tê girtin. Ji ber vê yekê divê em van pirtûkan ji bo malbatan binvîsin û zarokên xwe biparêzin.”

Pêşengeh di roja xwe ya 7’an bi îmzekirina pirtûkan dewam kir.