Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket
Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi şîara; ‘’Li gel heqîqeta Rêber Apo, em li ser xeta jinên azad dimeşin’’ derket.
Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi şîara; ‘’Li gel heqîqeta Rêber Apo, em li ser xeta jinên azad dimeşin’’ derket.
Di hejmara meha Mijdar- Kanûna Pêşîn a kovarê de bi taybetî jî li gel temaya xeta jinan nivîsên têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û 27’ê Mijdarê salvegera Roja Damezirandina PKK’ê cih digirin.
Di temaya xeta jinan de li gel perspektîfên ‘’Rêbertî’’, ‘’Jinên Ciwan’’ û ‘’Zanîngeh’’ têkildarî rê û rêbazên sekna jinên ciwan ya li hemberî pêvajoyê tên diyarkirin.
Di kovarê de li gel Perspektîfa Rêbertî ya bi navê ‘’Jina Bihêz Jiyanê Ava dike’’, Pesfektîfa Jinên Ciwan a bi navê ‘’Têkoşîna Me ya li gel Xeta Jinan Destpêkirî, wê Zayîna Azadiyê Biafirîne’’ û Perspektîfa Zanîngehê ya bi navê ‘’Xeta Jinan, Xeta Azadkirina Jiyanê ye’’ nivîsên têkildarî ronîdarkirin û zanedarkirina jinên ciwan derdikevin pêş.
Di beşa dosyayê de nivîsa bi navê ‘’Di Konratiyê de Çerxa Sêmend’’ cih digire û di beşa portreyê de jî têkoşîna jiyana Şehîd Armanc Cemre cih digire.
Di Kategoriya Jineolojiyê de nivîsa Çîgdem Doru ya bi navê ‘’Li Dijî Şikestina Zayendî ya duyem ya li Jinên Ciwan tê ferzkirin li gel Zanista Jineolojiyê Serhildana Zayîna Duyem’’ û di Kategoriya Ji Pênûsa Jinan de jî nivîsa Sarya Stêrk ya bi navê ‘’ Ji Rêbertiya Gerdûnî ber bi Rastiya Jinên Pêşeng’’ ji xwîneran re tên pêşkêşkirin.
Navnîşanên Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz ên Telegramê: