Wanê helwesta 2021'ê nîşan da

Bi hêviya ku ew îradeya dema azadiyê ya li Wanê xwe dayî der, 2021'an faşîzma AKP-MHP têk bibe, ji Kurdistanê paqij bike, Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk ava bike...

Tayyîp Edogan, Devlet Bahçelî û Suleyman Soylu ji bo vîna gelê Kurd bişkênin her rê û rêbazê diceribînin. Kurd ji helîkopterê avêtin xwarê. Rêbazên êşkence û tecawizê ku vê dewletê di dîroka xwe hemûyî de bi kar aniye, li qerqolan wekî polîtîkaya şikandin û perçiqandina îradeyê pêk tîne. Kurd bi gefa êşkence, kuştin û zîndanê kirin sîxûr û ajan. Bi pêkanînek berfireh ya polîtîkayên sîxûrî û ajantiyê, mirovê Kurd bê rûmet kirin, ji mirovahiyê derxistin û li dijî gelê wî bi kar anîn. Zarok, ciwan, jin, pîr û kal li nava kolanan hatin êşkencekirin. Bi sedhezaran Kurd hatin destgîrkirin, bi dehhezaran Kurd hatin girtin. Heps û zîndan bûn wekî mala diduyê ya Kurdan. Heke em girtinên berê jî lê zêde bikin, ji her malbata Kurd herî kêm kesek avêtine zîndanan. Navenda şerê taybet êdî her roj pîlan dike, ka dê çend Kurd bên girtin. Niha 4-5 qat zêdeyî jinên siyasetmedar yên li cîhanê girtî, jinên Kurd yên siyasetmedar avêtine zîndanan. Dîsa çeteyên şerê taybet yên rêxistî, li dijî jin, ciwan û zarokên Kurd êrişên tecawizê pêk tînin. Destavêtin polîtîkaya dewletê ye. Siyasetmdarên Kurd her roj tên girtin; hemwext bi rêka medyayê kampanyayên lîncê rêk dixin. Kurtûkurmancî ji bo îradeya Kurdan bişkê hemû rêbazên qirêj tên bikaranîn. Ji xirabiyên li mirovê Kurd tên kirin hin ji wan li vir nayên nivîsandin û hin jî nayên zanîn jixwe. 

Li gel van êrişan hemûyî nikarin vîn û îradeya azadiyê ya gelê Kurd bişkênin. Ev êriş hemû hêrsa Kurdan zêdetir dikin. Bi helwesta her roj gelê Kurd vê bersivê dide; hûn çiqas û çawa zilmê dikin bikin, em ê dest ji nasnameya azad, doza jiyana azad bernedin. Kurd eşkere vê bersivê dide; hûn nikarin me bikin Tirk û hûn ê nikaribin. Kurd dibêje, ne vîn û îradeya me ya hebûna azad, îradeya we ya qirker û faşîst dê bişkê. 

Nîşana vê ya herî bi wate Wan e. 8’ê Çile li Wanê gelê Kurd bi jin, ciwan, kal û pîrên xwe sekna xwe ya bi anor, rûmet û bi îradeya azadiyê careke din danî holê. Di bin zexta giran ya faşîzmê de, li Wanê ku li ber deriyê partiyeke legal jî axaftin lê qedexe kirine, bi hezaran Kurdî bi yek dengî got “Dema Azadiyê ye” û meşiyan. Bi vê helwestê gel starta têkoşîna hamleya ‘Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na; dema azadiyê ye’ ya sala 2021’ê da. Hêvî ew e, desthilata faşîst AKP-MHP ku 2020’an bi têkoşînê lawaz ket, 2021’an dê bi hamleya ‘dema azadiyê’ bê hilweşandin. Li Tirkiyê jî têkoşîna jin û ciwanan mîna îtîfaqên xwezayî dê vê hamleyê xurttir bikin. 

Her ku gelê Kurd, jin û ciwan li ber xwe didin Suleyman Soyluyê faşîst û tecawizkar dîn û har dibe. Dibêje ‘ez ewqas zilmê pêk tînim, lê hîn jî serî natewînin û li meydanê ne. Her ku har dibe, zêdetir fermana zilm, girtin û destavêtinê dide. Jixwe paranoyak bûye; herkesî dijiminê xwe dibîne. Ji bilî çeteyên taybet yên ji bo parastinê li derdora Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û Suleyman Soylu, êdî herkesî mîna xayîn, dijmin û terorîstan dibînin. Ew paranoyakê ku her roj dubare dike û dibêje min ew wisa tine kirin, heman rojê radibe yên li hundir û derve hemûyî xayîn û dijmin îlan dike. 

Ev eşkere ye, dawiya dawî gelê Kurd, demokrat û kedkarên Tirkiyê, jin û ciwan dê van sê faşîstan an têk bibin û bavêjin ser sergoyê dîrokê, an jî dê wan rêkin nexweşxaneya Elezîzê an Bakirkoyê ya dînan. Jixwe tenê dîn dikarin wisa herkesî dijmin îlan bikin; yan jî ew faşîstên piştre dîn û har dibin.

Gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, jin û ciwan dibînin ku dawiya vê desthilatê nêzîk bûye. Desthilata faşîst ya AKP-MHP her çî dixwaze bi zêdekirina zilm û zorê civakê û dijberên xwe bitirsîne, bêdeng bike û biperçiqîne jî, ne mumkune bi ser keve. 2020’an ev polîtîka bi ser neket. Ne zilm û zextê, ne jî vîrûsa Corona’yê karî vê desthilatê rizgar bike. Ya divê bê kirin ew e, li dijî vê desthilatê berxwedan û têkoşîn dewam bike. Ya rastî ev desthilat jî ji niha de hilweşiya ye. 2021 dê bibe sala ku serpêhatiya vê hilweşandinê bê nivîsandin. Elbet eger têkoşîn bi xurtî dewam bike, ev encam nêzîk e.

Bajarê Wanê li Kurdistanê kirine yek ji navendên şerê taybet yê herî esasî. Beşekî mezin yê faşîstên perwerdekirî li Wanê ne. Van faşîstan Wan veguherandine girtîgeheke servekirî ya zilmê û zalim li kolanên wê digerin. Lê gelê Wanê yê xwediyê hezaran şehîd, gerîla û girtiyên azadiyê serî netewandiye. 8’ê Çileyê Wan hemû rabûye ser piyan. Heke her kolan û taxa wê ne dorpêçkirî be, bendên polîs û eskeran tine bin, Wanî hemû dê biherikin kolanan. Wê bêjin dema azadiyê ye, ji bo azadiya Rêber Apo rabin. Ya rast dilê wan, mejî û ruhê wan her roj radibe serhildanê, li ber xwe dide. Heke di bin vê zilm û zorê de Wanê serî hilda ye, 2021’an em ê van dîmenan zêdetir bibînin. 

Bi dehan sal e ev gel ji bo azadiyê têdikoşe, dehhezaran şehîd, dehhezaran gazî, bi sedhezaran destgîr û girtiyên vî gelî hene. Ma kî û çi dikare li pêşiya vî gelî bibe asteng, çi dikare bihêle ev gel ji daxwaz û têkoşîna azadiyê biqere. Êdî ev gel xwediyê vê fîlozofiyê ye; an dê jiyan bi azadî be, an jî dê qet nebe. Di demekê de ku keç û kurên vî gelî yên leheng li dijî dijmin li ber xwe didin, Rêbertî li zîndanê li ber xwe dide, ev gel nikare li mala xwe rihet rûne. Jixwe mala her Kurdî dikele, dilê her Kurdî bi hêrsa li dijî zilm û zorê difûre. Mutleq ev hêrsa li dijî dijminê zalim, dê bibe lehî, zaliman bide ber xwe. 

Bi hêviya ku ew îradeya dema azadiyê ya li Wanê xwe dayî der, 2021'an faşîzma AKP-MHP têk bibe, ji Kurdistanê paqij bike, Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk ava bike...

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA