Tirkiye tevgerek nû ya çeteyan rêxistin dike

Tirkiye, ji bo li li Bakûr-Rojhilat Sûriyê bigihije armanca xwe hemleyeke nû ya Îhvan ku bi ji DAÎŞ, El Nûsra, OSO pêk tê daye destpêkirin.

Tirkiye ku rêxistinên cîhadîst selefî derbasî axa Sûriye kirî bûye aliyek, armanca xwe ya esasî bi riya Îhvaniyan pêk bîne. Bi piştgiriya çeteyên selefî cîhadîst DAÎŞ û bi navê nû HTŞ, eniya Nûsra ava dike dixwaze rejîmê hilweşîne. Plan dikir ku piştî hêzên rejîmê hilweşîne, Îhvaniyên (Birayên Misliman) ku tê gotin Îslamiyên nerm in bike desthiladar û Sûriyeyê bi xwe ve girê bide. 

ERDOGAN A KETÎ ZAHMETIYÊ YA ÎHVANIYAN ZÊDETIR BI TIRKIYÊ VE GIRÊ DA

Weke tê zanîn, xeta nêrîna milî ya Erdogan zêdetir nêzî Îhvan kiriye. Li Misirê ku bi M. Mûrsî hatibû ser kar re îtîfaqeke girîng girtibû bi xwe bawerî jî zêdetir bibû. Dema şerê Sûriyê destpê kir, di nava çend rojan de Erdogan îdeaya, “Em ê li Şamê li Mizgefta Emewî nimêj bikin” kiribû. Tîrmeha sala 2013’an Mûrsî ji desthiladariyê ket. Erdogan dît ku dikeve zahmetiyê, Îhvanî zêdetir bi Tirkiyê ve girê dan. Ango karên li Misirê jî girt ser xwe. Piştgiriyên zêdetir da rêxistinên çekdar ên ku îhvanî jî di nav wan de ne. Şertê yekemîn a li beranberê van piştgiriyan ew bû ku cîhadîst û Îslamiyên nerm divê êrîşên Kurdan bikin bû. Ji bo van Îslamiyan di qampên Sûriyeyiyên koçberê Tirkiyeyê kiribûn, ji bo perwerdehî û rêxistinkirinê heta dawî derfet ji wan re vekiribû. Ev rewş bi dehan caran di ragihandinê de hatin weşandin. Ji bo ev komên çete neyên deşifrekirin çûna şandeyên CHP’ê ya van qampan hatibûn astengkirin. Seroka Giştî ya Îyî Partî Meral Akşener jî çend caran pirsa, “Di van qampan de çi dibe?” kiribû û bal kişandibû ser van kiryarên nepenî. MÎT, bi wesayîtên TIR çek dibirin ji van rêxistinan re, ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku bi deşifrebûna vê re li Tirkiyeyê qiyamet rabibû. Rastiyekê din a wek mijara TIRên MÎT’ê tê zanîn jî ew e ku ev çeteyên cîhadîst piştî li Tirkiyê tedawî didîtin, careke din diçûn qadên şer bû.  

 ÎHVANÎ PÊŞÎ JI ALIYÊ DAÎŞ’Ê VE PIŞTRE JÎ JI ALIYÊ NÛSRA VE TASFIYE BÛ AKP BI VAN RE LIHEV HAT

Di nava van rêxistinên ku piştgiriya Erdogan dikirin, hin ji wan mînak Sultan Mûrat, Nûreddîn Zengî ku Erdogan weke ‘xelîfe’ qebûl dikirin, şerê bi Kurdan re winda kirin. Ev rêxistinên oldar û netewperest her çiqas paş diketin di nava wan de pêvçûn destpê kirin. Di van pêvçûnan de piraniya Îhvaniyên ku ji wan re digotin îslamiyên nerm, pêşî DAÎŞ û piştre jî ji aliyê El Nûsra (Heyat Tahrîr El Şam) ku niha weke li Idlibê yek bi yek hatin tasfiyekirin. Ev rêxistin ku parçe parçe tasfiye dibûn û Kurd bi hêz dibûn Tirkiye ku tiştên nikaribû bi destê van rêxistinan bikira neçar ma ew bi xwe tevlî şerê Sûriye bû. Ji bo negihiştin armanca xwe û pir zahmetî kişandin, du milên cuda yên dewletê AKP-MHP neçar man bigihijin hev. Li beranberê tawîzên mezin bi Îran û Rûsyayê re beşdarê pêvajoya Astana bû. Neçar ma vekirî bi çeteyên Idlibê re lihev bike û wan biparêze. Bi Erdogan re rêbazekî ku di kevneşopiya dewleta Tirk a di dema xwe de nikaribûn bi Kemalîstan pêk bînin niha pêk tînin; yanî binkeftinê jî, tawîzên siyasî û aboriyên hatî dayîn ji Tirkan re wek e serkeftinekî pêşkeşkirin û wan bidin bawerkirin e. Encamdayîna vê rêbaza balkêş, rola ku di Tirkan de bi taybetî li dijî Kurdan avakirina hêstên netewperestî pir heye. 

Xuyaye Erdogan têgihiştiye ku di şerê Sûriyê de tiştên di hêla leşkerî de bidest nexe, li ser maseyê bi deset bixe, deskeftiyên Kurdan tasfiye bike, Ereban bi xwe ve girê bide. Difikire ku di navbera Kurd û Ereban de nakokiyan çêbike û şerê navxweyî derxe ku karê wan hêsantir bibe. Baş dizane ji bo vê yekî bike jî pêkhateyek civakî ya nû û rêxistinkirinekê ku vê pêkhateyê bikar bîne pêwîst e.  Tirkiye ku dît li Sûriyê çareseriya siyasî û nivîsandina makezagonê her diçe di rojevê de ye xwest ya îhvaniyan komî ser hev bike û bihêstir bike, ji bo Kurdan jî paralelê van xebatan faliyetek pir zêde dimeşîne. Riya tasfiyekirina Kurdan, Ereban jî bixwe ve girêdayîn di xeta Îhvan rêxistinkirin û bihêzkirin de derbas dibe rêbazek ku ji nimêj ve zanibû ye. 

Di NAKOKIYA DEWLETÊN EREB ÊN KENDAVÊ Û TIRIKIYÊ BANDORA SELEFTÎ Û ÎHVANIYÊ NAYÊ ÎNKARKIRIN.

Tê zanîn ku ligel her tiştên bûyî û xilasbûyî di rewşa heyî de weke siyasî di Îslamê de hêj jî du xet bi hêz in; xeta Selefitî û îhvan. Li dijî selefitiyê ku dewletên kendavê serkêşiya wê Erebistana Siûdî dikşîne piştevaniyê dikin, îhvan a navenda wê Misirê ye jî bi hêz in. Îhvan ku ya Muhammed Mursî anî ser desthilatiyê piştre dîsa wek terorîst hat îlankirin û hêza xwe astek girîng de winda kir. Xwe kişand binê erdê. Em bibîr bînin ku rêxistinên Filîstin ên wekî Hamas jî di xeta îhvanê de ne. AKP jî pêkhateyek nêzî xeta îhvanê ye. 

DAÎŞ, EL NÛSRA, NUREDDÎN ZENGÎ Û OSO DI BIN NAVÊ ÎHVAN DE LI STENBOLÊ DIXEBITIN

Ji bo hêza xwe ya li Sûriyê zêde bike bi pêşengtiya Erdogan gelek caran li Tirkiyê bi mora îhvan civîn, konferans û semîner hatin lidarxistin. Îhvaniyên Misrî yên li dijî hikumeta Misirê ya heyî muxalifin li Stenbolê serbest digerin û dixebitin. Qenala TV ya wan jî li Stenbolê weşanê dike. Ev polîtîkaya Erdogan di serî de Misir di hin astî de ya Erebistana Siûdî aciz dike. Ereb vê polîtîkaya dewleta Tirk li hemberê xwe wek e mudaxele dixwînin de mafdar in. Lewra di feraseta Îslam a dewleta Tirk de ya Ereban, “Paşdemayî, kevneperest, qebîleger”, rêveberiyên Ereb jî, “basît û qeba” dîtin. Erdogan jî ji ber ji Kemalîstan pêşdetir e, di bin navê Îslamê de mafê mudaxelekirina Ereban di xwe de dibîne. Ji ber vê yekî jî DAÎŞ, El Nusra, Nureddîn Zengî û OSO’yan di bin navê îhvan de di serî de li Stenbolê û gelek bajarên Tirkiyê bi serbestî tevdigerin. 

Nêzîkbûna hev a Misir û Erebistana Siûdî, Misir îhvanî weke ‘terorîst’ pênase kirin û vê jî Erdogan gelek hêrs kir. Ev hêrsbûna xwe gelek caran vekirî aniye ziman. Di bin gengeşiya di navbera Siûdî û Tirkiye de mesela wê li Sûriyê kê zêdetir bandorker be cihê xwe digire. Sedema bingehîn a ji aliyê Erdogan ve kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi ya li Stenbolê li dijî Erebistana Siûdî wek îlana şerek anîna ziman, armanc dike ku mijara Sûriyê û selefitiya di nava Îslamê de paşde bikşîne û xeta îhvanê serwer bike ye. Di rasterast hedefgirtina prensê Siûdî M. Bîn Selman prens ku dixwest selefitiyê bi hin guherandinan nûjen bike û jinûve îtîbar bide qezanckirine, vê yekî di weşanên ragihandina rojavayî de hatin nivisandin. Kesên ku dixwestin Siûdî jî bila ya Erdogan wisa bixwîne bila li wan weşanên TV û rojnameyên Siûdî yên di wan rojên tevgerîn de derdiketin binêrin. 

DI NAVBERA AKP Û SIÛDIYÊ DE ŞER!

Di demên dawî de gotina Erdogan a ‘Em ê li dijî DAÎŞ’ê şer bikin’ şerê navbera xeta xwe û ya di navbera xeta Îslam a ku Siûdî temsîl dike de îfade dike. Ji ber ku DAÎŞ wek leşkerî hêza xwe ya ku divê li hemberê dewletê şer kiribûya li dijî şervanên QSD’ê winda kir. Dem dem di ragihandinên welatên rojavayî de analîzên wek e “IŞÎD xilas nebûye, dibe ku jinûve derkevin” pir derdiketin. Yek ji van naveroka analîzan çend hefte berê di CNN International de hatibû weşandin. Analîz û nûçeyên bi vê rengî piştî biryara Trump a “Em leşkerên xwe ji Sûriyê vedikişînin” di ragihandina DYA yê de derketin dide nîşandan ku ev analîz û nûçeyên dawiya DAÎŞ hatiye an jî nehatiye wek fikarên leşkerî û ewlehiyê ji bo armanca siyasî jî tên nivisandin. Her çiqas vekirî neyê ziman an jî baş nayê firqkirin noqteya tê ziman jî ew e feraseta Îslam a DAÎŞ bi salane propagandaya wê dike di nav eşîrên Ereb ên ‘li çolê, xwediyên kerî yên li gundan dijîn’ de bandorekî xwe heye. Vaye Tirkiye di mehên dawî de vê selefitiya ku ji bo xeta îslamê ya xwe xeter dibîne dixe bazariyê. Xuyaye ku vê yekî jî herî zêde di ser DÎTÎP a li Almanya ku ji penaberan pir ‘ditirse’ dixe rojevê. Vê yekî dixe bazariya welatên rojavayî û hewil dide ji bo Sûriyê piştgirî bibîne. 

DÎTÎP DİGUHERE, ÎDEAYA LI TIRKIYÊ BI AKP’Ê RE JI ÎSLAMÊ VEQETANDIN ÇÊDIBE ÇIQAS RAST E? 

Tê gotin ku li Almanyayê, di bin navê Yekîtiya Îslamî ya Tirk a Karê Diyanetê (DÎTÎP) de 900 mizgeft xebat dikin. Berî çendekî ev teşkîlat bi awayekî rêziknameya rêxistina Hessen bi hêsanî qebûl bike çûye guherandinê. Dikarin bêjin ev guherandin piştî faliyetên girêdayê MÎT û endam ji DAÎŞ’ê re qezanc dike guherandina îmajê ye. Li bendê ye ku vê yekî di mizgeftên din de jî pêk bînin. Çawa tê zanîn teşkîlata îstîxbarata Almanya diyar kiribû ku DÎTÎP bi MÎT’ê re dixebite û hin mizgeft jî wek e şaxa MÎT’ê dixebitin, lêpirsîn hatibûn destpêkirin û hin mele avêtibûn derveyê sînor. Ev hemû em dikarin bêjin ku Almanya ji bo xebatek îslamî ya bi Erdogan re hevkarî bixebitin e. Lewra beriya wê Almanya ku ji têkiliya DÎTÎP û MÎT’ê acizî kiribû di demek kin a bihorî de, sîxûrê MÎT’ê ya deşifre bûyî û di heman demî de Ataşeya Xizmetên Ol ên Balyozxaneya Kolnê Ahmet Dîlek, anîna ser peywira cigirê serokê giştî ya DÎTÎP’ê Almanya dengê xwe dernexistibû. Pêşketineke din a balkêş jî di rojên pêşî ya meha Çileyê de DÎTÎP li bajarê Koln a Almanyayê konferansekî ku ji 17 welatan zêdetirê 100 nûner beşdar bibûn de ji rêxistina Brayên Misliman jî du nûner tevlî bibû û ev di ragihandina Almanya de jî hatibû weşandin. Li ser van îdeayan di serî de Hevserokê berê ya Partiya Kesk Cem Ozdemîr û endamên eslê xwe Tirkiyeyê ne van îdeayan anîbûn ziman û rexne kiribûn lê, di hêla fermî de Almanya bê bertek û bê bersiv mabûn. 

ERDOGAN DIXWAZE YA ÎHVANÊ LI EWROPAYÊ DERXE PAQIYÊ

Erdogan bi vê siyaseta xwe dixwaze Îhvan li Ewropayê derxe paqijiyê. Bi vê yekî jî hêvî dike ku piştgiriyê ji bo xeta xwe ya Îslamê kom bike. Tam di vê pêvajoyî de nûçeyên wekî li Tirkiyeyê di serdema desthiladariya AKP’ê de civak ji ola Îslamê dûr dikeve, gelek mirov û bi taybetî jî ciwan bûne ‘ateîst-deîst’ hatin weşandin. Euronews van cure nûçeyên lêkolînên wisa çêkirin jî rastî vê pêvajoyî hat. Tê diyarkirin ku nûçeyên bi vê cureyî rastiya xwe hebin jî armanca esasî tê xwestin hişmendiyeke ‘Erdogan û AKP ne oldareke ku em dizanin” pêş bixin e. 

TÊKlLIYA TIRKIYE Û ELMANYAYÊ KU LI ROJHILATA NAVÎN POLÎTÎKAYÊN HERÎ XETER DIMEŞÎNE

Almanya ji sedsala 20’emîn û şûnde welatekî di Rojhilata Navîn de polîtîkayên herî xeternak dimeşîne, ji bo berjewendiyên xwe ji her cûre xirabiyê re rasterast piştevaniyê neke jî bi bêdengmayînê destek dide ye. Ji hilbijartina 1’ê mijdara 2015’an û şûnde dewleta sereke ku ya Erdogan û AKP’ê ser piyan digire ye. Ya îslamiyên ku Erdogan ji bo Sûriyê amade kiriye bi Ewropa dide hiskirin û piştgirî ji bo wan avakirin bi van polîtîkayan lihev tê. Tê zanîn ku Erdogan di hemû welatên Îslamî de di bin navê ‘xizmeta ol û piştgiriya perwerdê’ ya cemeata Gulen teqlîd dike, ya rastî jî pir xebatên ku di riya Fethûlan Gulen vekirî de dimeşe nîşan dide kiriye. Li ser vê armancî têkiliyên wê ya bi Mislimanên li Hîndîstanê re dimeşîne heye. Mînak çend hefte berî di rojnameya Yenî Şafak ku wek e mejiyê AKP’ê weşanê dike de ji devê alimê Hinduyê Şêx en-Nedvî vê peyamî ji gelê Tirk re hat ragihandin: “Em gelên misliman û 300 milyon gelên Hînt a Misliman temsîl dikin. Em ji gelên Tirk dixwazin ku li cem Recep Tayyîp Erdogan û partiya wî cih bigirin”. Dizane ku Erdogan a ku îslamê îstîsmar dike û bi hêz bûye tenê tirkan oldarî bike û netewperestiyê kirin dê nikaribe emelên xwe yên emperyalîst bi ser bixe. AKP dixwaze di hemû alema Îslamê de cih bigire û destê xwe bi hêz bike. Bêguman desketftiyên wê ya acîl û berçav bê dîtin dixwaze di Bakûr-Rojhilatê Sûriyê de bi Îhvan (Brayên Misliman) bidest bixe. Almanya jî li pişt vê polîtîkayî disekine. 

JI EREBAN RE ÎHVAN, JI KURDAN RE HEVKARIYA ÎSLAM…

Serşêwirmend û berdevkê Erdogan Îbrah Kalin, 15’ê Çileya 2019’an aşkere kir ku Tirkiye wê bi hêza xwe ya nerm jî di qada Sûriyê de be. Rêze film hêza herî nerm a dewleta tirk in. Lê dizane ku di Sûriyeyekê wêranbûyî de, welatekî li ser axa wê sêyemîn şerê cîhanê tê meşandin de ev kar tenê bi lêstikên xeyalî çênabe. Ji bo Ereb û Kurdên li Sûriyê jî hêza nerm a herî bi bandor bikar bîne îslama deshiladar e. Ji bo Ereban jî gotinên cidî yên dij Amerîkanî bi kar tîne. Biryara vekişandina ji Sûriyê ya Amerîkayê wekî ku bi zora wê ev biryar hatiye girtin di nav Ereban de wek propaganda bi kar tîne. Cemeatên ku wekî nêzî Erdoğan dixebitin bênavber bi Erebên Sûriyeyî re civînan çêdikin. Di her civînên di qampan de tên kirin gotinên “Pêşengê Îslamê Erdogan ya Xiristiyanên kafir ji axa me derxist” bi kar tînin û dixwazin bidin bawerkirin. Di nav Ereban de ku van gotinan propaganda dikin, ji bo Kurdan jî ya PYD-YPG’ê ku bi PKK’ê re dixin heman qalibî teşhîr dikin. Dibêjin ku PKK dijberê Îslamê ye û ji bo vê jî bi Amerîka hevkariyê dike. Ji kesên ku hêsta Kurdbûnê heye re jî PKK û rêxistinên bi îdeaya nêzî PKK’ê didin nîşandan jî zirarê didin Kurdan û yên Kurdan diparêze jî Tirkiye û Erdogan bi xwe ye. Ji bo Kurdên Rojava jî propagandaya Erdogan û Tirkiyeyê zêdetir di ser tarîqata Xiznewî ku wek şaxekê wê li Edene dijî Mehmet Mutta û mirûdên girêdayên wî de dikin. Di nava mirûdên vê tarîqatî de Ereb jî hene. Di nava Kurdên li Rojava de nêrînek berfireh heye ku ev kes bi MÎT’ê re hevkar dixebite. Tê diyarkirin ku demek dirêje bi piştgiriya van cure tarîqat û hin malbatan ji aliyê Tirkiyê ve bi sedan ‘mele-îmam’ yên hatine perwerdekirin şandine Bakûr-Rojhilatê Sûriyê. 

Ev hemû faliyet encama fikarên ku bingeha rêxistinên çete yên girêdayên Tirkiyeyê tune ye. Îhtîmala duyemîn tevgerekê dagirkirinê de ya civakê bi xwe ve bide girêdan, bertekan kêm bike tê hedefkirin. Her wiha eger karibe bike di ser van kesan de xwepêşandanên girseyî yên provakatîf bide kirin, bi sîxûrên xwe di nava van xwepêşandanan de bombeyan bide teqandin û bi vê awayî ji bo îdeayên ‘PYD-YPG Kurd û kesên wekî wê nafikirin dikûje” delîl pêşkeş bike. Armanceke din a vê xebata di ser Îslamiyetê tê kirin de jî ew e ku encamên ku ji ENKS’ê hêvî dikir negirtiye ye. Di şûna ENKS’ê ya ‘Kurdên îslamî’ kî evan giranî yên pêre ku di tarîqata Naqşî de ne, wan bide bicih kirin e. Dema îstîsmara ol û Naqşîbendî bikeve meselê bi xwezayî KDP jî di nava vê karî de ye. Di encamê de îstîsmara netewperestî û oldarî ku xeta Erdogan û AKP’ê ye dixwazin di nava Kurdan de jî pêş bixin. Îstîsmara hêsta netew û olî ya di nava Kurdan de bi sedan salan hevkarî heyî Kurd baş dizanin û nas dikin. 

Wek encam tê dîtin ku bi îhvan gelê Ereb, bi Îslamiyeta Kurd a hevkar re jî Kurdan îstîsmar bike û ji dagirkeriya xwe re hevkar amade bike.