Protestoya qeyûm: Salek û 3 meh cezayê hepsê li 6 jinan hate birîn
Salek û 3 meh cezayê hepsê li 6 jinên ku sala 2019’an li Wanê desteserkirina şaredariyan protesto kirin, birî.
Salek û 3 meh cezayê hepsê li 6 jinên ku sala 2019’an li Wanê desteserkirina şaredariyan protesto kirin, birî.
Cezayê hepsê li Hevseroka berê ya Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yadîşen Karabulak, Ayşe Mînaz, Hatîce Denîz Aktaş, Şehzade Kurt, Seher Kadîroglû û Leyla Balkan hate birîn ku sala 2019’an li Wanê desteserkirina şaredariyan û tayînkirina qeyûman, protesto kiribûn. Rûniştina biryarê ya doza ku bi îdîaya ‘muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşan a bi hejmara 2911’ hatî vekirin, li Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 7’emîn pêk hat.
Jinên ku têne darizandin beşdarî rûniştinê nebûn, lê parêzer amade bûn. Meqamê îdîayê bi daxwaza cezayê mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir.
Parêzerên jinan jî gotin, xwepêşandan di çarçoveya fikir û îfadeya azad de ye û xwestin ku muwekîlên wan bên berdan.
Dadgehê li her 6 jinan yek bi yek salek û 3 meh cezayê hepsê birî.