Li Kolnê zêdetirî 20 hezar kes hate veguhastin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji ber sê bombeyên neteqiyayî yên bermayiyên ji Şerê Cîhanê yê 2’yemîn zêdetirî 20 hezar welatî hatin veguhastin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji ber sê bombeyên neteqiyayî yên bermayiyên ji Şerê Cîhanê yê 2’yemîn zêdetirî 20 hezar welatî hatin veguhastin.
Tê plankirin ku du bombeyên 1000 kîlo û ya 500 kîloyî yên Emerîkayê ku roja Duşemê li navenda bajêr di xebatên înşaetekê de hatine dîtin, îro werin bêbandorkirin.
Şaredariya Kolnê ragihand ku ev operasyona piştî serdema şer ‘’mezintirîn veguhastin’’e.
Her wiha bes welatiyên sivîl nehatine veguhastin di heman demê de nexweşxaneyek, du aramxane, stastoneke trenê, gelek kargeh, deh dibistan û çend kreş hatine valakirin.
Li Elmanyayê tevî ku 80 sal bi ser şer de derbas bûne jî hê jî gelek caran di bin erdî de bombeyên neteqiyayî tên dîtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2017’an de li Frankfurtê ji ber bombeyeke 1,4 tonî 65 hezar welatî hatibûn veguhastin. Her wiha di sala 2021’an de jî li bajarê Munihê li şantiyeyeke înşaetê bombeyek teqiyabû û di encama teqînê de çar welatî birîndar bûbûn û çûnûhatina trenê hatibû sekinandin.