Têkoşîna jinan nîşaneya azadî û wekheviyê ye

Jin bi ked û têkoşîna xwe dubare dîroka xwe dinivîsin. A rastî encamên têkoşîna azadiyê ya jinan nîşanî me dide ku ne tenê rojek, wê her roj bibe roja jinan û bi vî awayî wê azadî were misogerkirin.

ANALÎZ

Di bingeha hemû roj û cejnên pîroz de berxwedaneke bêhempa heye. Bêguman rojeke wiha xwedî dîrok, berxwedaneke gerdûnî ye. Weke ku em dizanîn di sala 1857’an de li navenda kapîtalîzma Emerîkayê jinan ji bo bi mêran re weke hev bijîn têkoşîn dan destpêkirin. Di encama vê yekê de ji aliyê desthilatdariya faşîst ve kargeha ku jin lê dixebitîn, tê şewitandin û di encamê de 129 jin jiyana xwe ji dest didin. Her çend di wê serdemê de jinan ji bo mafên xwe têkoşîn dan destpêkirin jî ev têkoşîn ji aliyê pergala desthilatdariyê ve hate astengkirin. Bi taybetî jî li navendeke weke Emerîkayê ku bi pergala kapîtalîst tê birêvebirin, wê mafên mirov, jiyan û wekheviyê çawa bihata misogerkirin?

Mixabin ku di wê sedsalê de bi sedan jin di êrîşên serdestan de hatin qetilkirin. Di gel vê yekê mafên bi hezaran jinan jî hatin binpêkirin. Di serdemeke wiha de weke jinekê têkoşîn û pêşengtiya têkoşînê ne tiştekî jirêzê ye. Bê guman gelek zor û zehmetiyan rû dan.  Lê belê li hemberî her cure êrîşan têkoşîna jinan, têkoşîn mezintir kir. Bi taybetî jî di têkoşîna jinan de pêşengtiya Clara Zetkîn û Roza Lûksembûrgê li seranserê  cîhanê di vî warî de gavên gelekî xurt hatin avêtin. Di encama berxwedana wan de îro 8’ê Adarê weke Roja Jinên Kedkar a Cîhanê tê pejirandin. Weke hemû salan 8’ê Adarê hemû jinên cîhanê û bi taybet jî pêşeng û milîtanên tevgera azadiyê bi coşeke mezin pîroz dikin.

Bêguman rojeke wiha xwedî dîrok, berxwedaneke gerdûnî ye. Hewce ye bê zanîn ku 8’ê Adarê ew roj e ku bi bedêlên pir giran hatiye bidestxistin. Di encama van bedêlan de gelek jinan jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de gelek jinan bi têkoşîna xwe navê xwe di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn dane nivîsandin.  Bi taybet îro jin bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî” li qadan pêşengtiya têkoşînê dikin. A rastî îro tevgera ku herî zêde li vê mîrateyê xwedî derdikeve PKK ye. Bi saya keda Rêber Apo modeleke nû ya têkoşînê hate avakirin. Jin êdî ne weke berê ne, li ber xwe didin û pêşengtiya têkoşînê dikin. Jinên ku di dîrokê de navên wan nehatine gotin û hebûna wan  nehatiye dîtin, îro xwedî artêşekê ne û pêşengtiya civakan dikin. Tekoşîna şervanên jin ên li çiyayên Kurdistanê yên azad tedikoşin îro gihiştiye bilindtirîn astê. Ji ber ku ev têkoşîna tê dayîn, ne tenê li dijî dagirkeriya Kurdistanê ye di heman demê de li dijî pergala çewsîner û zîhniyeta serdest a mêran e. Ji ber vê yekê têkoşîna van lehengan li seranserê cîhanê tê zanîn û deng dide.

JIN BI TEKOŞÎNA XWE DÎROKEKÊ AVA DIKIN

Terz û şêweya vê têkoşînê bi xwe re hin guhertin anîn.  Jin bi şêwaza têkoşîna xwe xwedî tecrûbeyên avakirina civakeke nû ne. Îspata vê yekê jî têkoşîna jinên Kurdistanê û li derveyî welat e. A rastî jî têkoşîna jinên Kurd xwedî bandoreke pir mezin e. Bi taybetî jî têkoşîn û şêwejiyana gerîlayên jin îro li seranserê cîhanê ji bo hemû jinan bûye modeleke nû ya têkoşînê. Em dibînin ku di vê sedsalê de dîrok ji aliyê jinan ve  tê nivîsandin. Jin bi ked û têkoşîna xwe dubare dîroka xwe dinivîsin. A rastî encamên têkoşîna azadiyê ya jinan nîşanî me dide ku ne tenê rojek, wê her roj bibe roja jinan û bi vî awayî wê azadî were misogerkirin.

Îro jinên Kurd û bi taybet jî gerîlayên jin bi têkoşîna xwe bingeha pêşerojeke azad ji jinên cîhanê ava dikin. Jina tekoşer a ku Rêber Apo qala wê dike, ev jin e. Ger jiyaneke azad hebe, ew jî wê bi têkoşîna jinan pêkan be. Hekane ne pêkan e ku jin li dijî pergalê derkeve û xwe pêş bixin. Em dubare dibînin ku ger azadî were bidestxistin, wê bi jêhatîbûn û xweseriya jinan were bidestxistin.