Serdana Kazimî ya li Başûr û çend xusûsên balkêş

Serokwezîrê nû yê Iraqê Mûstafa El Kazimî serdana Başûrê Kurdistanê kir. Di dema serdanê de her wiha peyam da dewleta Tirk a dagirker.

Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El Kazimî hefteya derbasbûyî ji bo du rojan serdana Başûrê Kurdistanê kir. Ji serdanê bêhtir, dema serdanê û peyama ku xwest bi serdanê bide bêhtir derkete pêş. Serdana Kazimî piştî serdana Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron a li Bexdayê û piştî çûyîna Nêçirvan Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê hate kirin. Ku Nêçirvan Barzanî bi daxuyaiyên xwe hewl dide dagirkeriya dewleta Tirk rewa bike, ji bo dagirkeriyê gotinên siyasî û daxuyaniyan peyda dike, bi vî rengî mîna nûnerekî dewleta Tirk ê li Başûr tevdigere. Bang û çûyîna Nêçirvan Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê, di nava partiyên siyasî, rêxistin, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rojnamevanên Başûr gelekî hate nîqaşkirin. Ji xwe şirîkên rêveberiya Başûrê Kurdistanê YNK, Goran û partiyên din diyar kirin ku haya wan ji bangkirina li Barzanî nebû, ev serdan wan eleqedar nake û di vê der barê de divê PDK agahiyan bide wan. Rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenan diyar kirin ku bi vê serdanê re bazarî li ser PKK'ê hatiye kirin, planên Fransayê yên li ser Iraqê ji Erdogan re hatiye ragihandin û Erdogan bi rêya vê bangkirinê di ser Nêçirvan Barzanî re dixwaze nîşanî Fransayê bide ku Kurdên Başûrê Kurdistanê 'bi wî re ne'. Li ser bangkirina Nêçirvan Barzanî ji bo Tirkiyeyê rojnamevanan jî gelekî nivîsî.

PEYAM JI TIRKIYEYÊ RE HATE DAYIN

Ev serdana ku Mûstafa El Kazimî li Başûrê Kurdistanê kir, di demekê de ku ev nîqaş û têkiliyên navbera Tirkiye û PDK'ê zêde bûye de, xwedî peyamên cidî ye. Yek ji van peyaman jî ew e ku li dijî peyama Erdogan ku di ser Nêçirvan Barzanî re dixwaze bêje 'Kurdên Başûr bi me re ne', tê destnîşan kirin ku ev dever parçeyek ji Iraqê ye, Kurdên Başûr beriya Tirkiyeyê parçeyek ji Iraqê ye û bi ser Iraqê ve ye. Ji bilî vê peyamê Kazimî li bajar, gund û herêmên ku serdana wan kir, hin peyam da. Dewleta Tirk a dagirker di ser Nêçirvan Barzanî re Zaxo, Duhok û Hewlêrê bi taybetî qadên di bin kontrola PDK'ê de ne bi xwe ve girêdayî dibîne. Bi rêya têkiliyên bi rêveberên PDK'ê re vê yekê dike. Kazimî çû serdana Zaxo, Duhok û gundên van herêman ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin. Kazimî bû yekemîn Serokwezîrê Iraqê ku serdana Zaxoyê kir. Kazimî bi serdana gundên hatin bombekirin, Zaxo, Duhok û derdora wê re peyama wê yekê da ku ev der parçeyek ji Sîstema Federal a Iraqê ye û mafê Tirkiyeyê li vê xakê nîne. Her wiha peyama wê yekê da ku bicihbûna hêzên dagirker ên Tirk li vê herêmê ne qanûnî ye, hêzên dagirker ên Tirk li vê herêmê neqanûnî ne, yên ku vê derfetê didin wan jî sûc dikin. Dewleta Tirk a dagirker jî di dema serdana Kazimî ya Duhok û Zaxoyê de bombe li hin herêmên Duhokê barand û bi vî rengî peyam da.

Hazimî mîna Serokwezîrê din ên Iraqê tenê serdana Hewlêrê nekir û tenê li Hewlêrê bi rêxistin û partiyên li Başûr re hevdîtin nekir û bi vî rengî venegeriya. Piştî serdana Hewlêr, Duhok û Zaxoyê, serdana Silêmaniye, Helebçe û deriyên sînor kir. Kazimî li Hewlêrê tenê bi PDK'ê û rêveberên wê re hevdîtin kir.

Li Silêmaniyeyê bi rayedarên YNK, Goran, Komalay Îslamî, Yekgûrtûyê Îslamî û partiyên din re hevdîtin kir. Kazimî di hevdîtinên xwe yên li Hewlêr, Duhok, Zaxo, Silêmaniye, Helebçe û derdora wê de mijarên êrişên dagirker ên dewleta Tirk, pirsgirêkên siyasî û aborî yên li herêmê nirxand. Di hevdîtinên Silêmaniyeyê de bi giranî mijara sîstema ne navendî hate nîqaşkirin ku YNK, Tevgera Goran û Partiya Komalayî Îslamî xistin rojevê.

Serdana Kazimî û peyamên ku bi serdanê re da hîn jî tê nîqaşkirin. Beriya niha berdevkên Wezareta Karên Derve ya DYE'yê bi gotina 'Divê Tirkiye, Iraq û PDK bi hevkarî li Şengalê çareseriyekê peyda bike' planek xistin rojevê. Tê gotin ku ev plan, piştî ku Fransa kete dewrê û Iraqê helesta xwe li dijî dagirkeriya Tirk radîkal kir, ji holê hatiye rakirin. Pispor dibêjin, beriya ku fermandarên artêşa Iraqê li Kelaşînê ji aliyê dewleta Tirk ve bên kuştin, beriya ku Fransa piştgiriyê bide Iraqê derfet hebû ku ev plan bikeve meriyetê, lê belê bi bûyerên dawî re ev derfet ji holê rabûne.