Sala nû ewrên tarî belav dibin

Bi hêviya 2021’an di serî de desthilata AKP-MHP, hemû desthilatên faşîst-despot têk biçin, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê dema azadiyê were.

Em saleke din a mîladî li pişt xwe dihêlin. Bi hêviya sala 2021’an di serî de ji bo jinan, ji bo gelan û ji bo civakên bindest hemûyan jiyana azad û demokratîk bi xwe re bîne. Ji ber vîrûsa Coronayê desthilatan xwest têkoşîna civakî asteng bikin û sînordar bikin. Tevî vê jî sala 2020’an encamên giring yên têkoşînê derketin holê. Ev encam jî nîşan didin, dê sala 2021’an ji bo hêzên azadî û demokrasiyê bibe sala qezencên giring. Di serî de gelê Kurd, sala nû li mirovahiyê hemûyî pîroz be. 

Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn sala 2020’an bi zor û zehmetiyan derbas kir. Salek dijwar bû. Şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn dewam kir, Kurdistan jî bû qada sereke ya vî şerî. Vê jî hişt ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li hemû qadan di nava zor û zehmetiyan de bimeşe. Serkêşa dijminahiya gelê Kurd û demokrasiyê dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Rojava, Başûr, Şengal û Mexmûrê êrişên xwe bênavber dewam kir. Sala 2020’an karakterê dewleta Tirk yê serkêşê dijminahiya Kurd, tazî raxist pêş çavan. Ji vî alî ve, li beşên Kurdistanê hemûyî bû salek ku karakterê qirker yê dewleta Tirk baştir were fêmkirin. Êdî Kurdan hemûyan dît dewleta Tirk serkêşa dijminahiya Kurda ye. Ev ji bo Kurdan hemû û têkoşîna azadiya Kurdan li her qadê têgehiştinek giring bû. 

Sala 2020’an rastiyek din jî derket holê. Careke din eşkere bû, PDK bû hevkarê polîtîkayên dewleta tirk yên tinekirina Tevgera Azadiyê. Bê guman di vê mijarê de PDK’ê destek ji rêveberiya Trump jî wergirt. Tê zanîn nûnerê Emerîka yê Taybet ê Sûrî Jeffry, ji bo ku Tirkiye û PDK li dijî tevgera Azadiyê polîtîkayên hevkar û hevpar bişopînin, xebitîn. Bihara 2020’an di çarçoveya pîlanekî berfireh yê li dijî Tevgera Azadiyê de, li herêma Zînê Wertê ya perçeyek giring a Qendîlê ye, hêz kom kirin. Ji bilî konseptek wisa ya tinekirinê, ti sebeb û bandor tinebû ku PDK hêz veguhêze Zînê Wertê. Heke li vê derê şerek çêbûya, dikarîbû belavî hemû qadan bibe. Tevgera Azadiyê hişyar tevgeriya, hewl da PDK dest ji van gavan berde. Lê piştre PDK’ê li Xinêrê, Metîna, Zap û herî dawî jî Garê hêz veguhêst derdora qadên gerîla. Bi vî awayî nîşan da ku di tinekirina tevgera azadiyê de rol girtiye ser milê xwe. Ji Fermandarên Navenda Parastina Gel Bawer Dersim mijar nirxand û got ‘hinekan bi PDK’ê daye bawerkirin ku wê PKK bê tasfiyekirin; PDK jî difikire bi tasfiyekirina PKK’ê dê parekê bigire û wisa tevdigere. Di dewama axaftina de Dersim dibêje, ger PDK bi vê bawer dike, di nava xwexapandineke dîrokî de ye. Û ev hişyarî kir; ku jê venegere, dê PDK xetayên wisa bike nikare bên sererastkirin. Her wiha got, eger werin ser wan, ev şer dê herêmî nemîne û belav bibe. Bi rastî jî PDK bi agir dileyîze; Ya rastî bi paşeroja gelê Kurd dileyîze. Divê PDK ji van daxwazên şaş vegere. Divê sed caran bifikire, ka wê encama daxwaza tinekirina PKK’ê çi be. 

Ev polîtîka û helwesta PDK’ê ji bo paşeroja gelê Kurd talokeyan çêdike. Hevkariya li gel dewleta Tirk hişt gelê Kurd di mijara PDKê de famdar û têgehiştîtir bibe. Li dijî van polîtkayan, li herêmên PDK lê desthilat e nerazîbûnên mezin hene. PDK jî vê rastiyê dibîne. Di vê rewşê de an PDK dê hest û ramanên gelê Kurd fêm bike û nêzîkatiyek wisa nîşan bide ku fikaran ji holê rake, an jî dê bi hest û ramanên gelê Kurd re şer bike. Lê şerê li dijî fikir û ramanên gelê Kurd, ji bo PDK’ê dê encam û rewşên dijberî wê ku qet nefikiriye, derxe holê. Di vî warî de, beriya ku ev rewş bi seran de bê, divê PDK hişyar tevbigere û bikeve nava nêzîkatiyek Kurdewar. Ev yek di serî de ji bo PDK’ê gaveke pêwîst e. Bi filan û bêvan hêzê re pîlan û hesabên veşartî, bi PDK’ê ti tiştî nade qezenckirin. Êdî divê PDK xwe bisipêre vîna gelê Kurd ya azadiyê û wisa hesaban bike. 

2020’an li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk kêliyekê navber neda êrişan. Kurdê azadî û demokrasiyê dixwaze avêt zîndanê û polîtîkaya şikandina îradeyê şopand. Lê Kurdan bi temamî li ber xwe da; nîşan da di jiyana bi nasname, çand, ziman û xwerêveberiyê de bi biryar e. Her ku Kurdan li ber xwe da, desthilata faşîst AKP-MHP har bû, êrişên xwe zêdetir kir. Lê dawiya 2020’an hat ber hilweşandinê. Wekî desthilatên faşîst hemûyan, bi zilm û zoreke hîn girantir xwest li desthilatê bimîne. Lê kêm maye, ev zilm û zor dê dawiya wê bîne. Li dijî zilma vê desthilatê di serî de gelê Kurd, berxwedana hêzên demokrasiyê hişt ku hem li Tirkiyê, hem jî li derve desthilatî bikeve tengavê. Êdî ti hêz nikare vê desthilatê rizgar bike. Ne Emerîka, ne Ingilistan, ne jî Putîn nikare wan rizgar bike. Jixwe niha hem li nava Tirkiyê, hem jî li derve herkes xwe ji bo dema piştî desthilata AKP-MHP’ê amade dike. 

Dema piştî desthilata AKP-MHP jî bê guman divê dema demokratîkbûnê be. Em ê bikevin demek wisa ya demokrasiyê, ne çareseriyên qelp û polîtîkayên mijûlkirinê, lê hêzên demokrasiya radîkal bi xwe bikevin dewrê û bi bandor bibin. Ji vî alî ve 2021 dê ji bo gelê Kurd bibe sala belavbûna ewrên tarî û vebûna rêyên paşerojeke ronî. 

2020’an du pêşketinên giring çêbûn. Ya yekê; ne tinê li Kurdistan û Rojhilata navîn, li cîhanê hemûyî gel û hêzên demokrasiyê li Rêber Apo xwedî derketin. Ya diduyê; li dinyayê tevî jinan li dijî desthilatên zalim û zilam têkoşîneke xurt û mezin meşand. Êdî jin bi îdeolojiya rizgariyê derdikevin qadan, demokrasî û azadî di bin bandora têkoşîna wê de pêşdikeve. Ev jî tê wateya demokrasî û azadiya berfireh û kûrbûyî. 

Ev herdu pêşketin bi serê xwe dihêlin ku hem gelê Kurd hem jî mirovahî 2021’an bi hêviyek mezin pêşwazî bike. Ji ber ku ev herdu pêşketinên giring, dê hevûdu temam bikin, mirovahiyê bigehînin paşerojeke ronî. Her cihê destê jina lêgera azadiyê lê dikeve û dinya tev dê bibe cihê jiyaneke xweşiktir. 

Bi hêviya 2021’an di serî de desthilata AKP-MHP, hemû desthilatên faşîst-despot têk biçin, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê dema azadiyê were. 

Bi hêviya ku bedelên gelan dane, bibin havênê jiyaneke xweşik…2021 vê mizginiyê bide me ku, sedsala 21. di xeta azadiya jinê de bibe sedsala azadî û demokrasiyê…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA