Roja bêbextiyê

Em dîsa ber bi salvegera komploya 9 Cotmeha sala 1998'an ve diçin ku Rêber Apo bi bêbextî, îxanetî namerdî û sozdayîna sexte ji Sûrî derxistin.

Em dîsa ber bi salvegera komploya 9 Cotmeha sala 1998'an ve diçin ku Rêber Apo bi bêbextî, îxanetî namerdî û sozdayîna sexte ji Sûrî derxistin. Rêber Apo bi derketina ji Sûrî ya ber bi Yûnanistanê dikeve bin şopandina îstîxbaratên MOSAD, NATO û DYE'yê. Bingeha pêvajoya Komployê di vê rojê de hate danîn. Rojeke wiha di dîroka tu gelan de nehatiye dîtin û nimûneya wê nîne. Ji ber ku kesayetekî mîna Rêber Apo bi îdeolojiyek kûr, bi paradîgmayek neteweya demokratîk, bi ehlaqeke civakekî, bi felsefeyek jiyana nû ya bi wate û bi kesayetekî avaker di sed sala 21'mîn de li dijî serdema modernîta Kapîtalîzmê gaveke xurt hem li Rojhilata Navîn û hem jî li cîhanê bibandor bihejîne, avêt. Di vê wateyê de Paradîgma Rêber Apo di têkoşîna tevahî gelan de bûye hêviyek, baweriyek, fikrek, serketinek, destanek, vînek û hêzek ji pola ku li dijî xerabiyê başbûnê, li dijî tunekirinê hebûnê, li dijî şer aştiyê û li dijî koletiyê azadiyê biparêze pêşneketî ye. Vêna jî weke volkana enerjiya gerdûnê bi ruhê welatparêziya gelê Kurd û gerîlayên wêrek, têkoşer û berxwêder ve bi ser xistiye. Di oxira wê de bi hezaran ciwanên Kurd  bi ruhekî zanîstî, fedaî çalak bûne û şehîd bûne. Di encama wê de tevgera azadiya têkoşîna Rêber Apo rehê xwe berdaye nava dil û mejiyê tevahî gelên li derveyî pergala modernîta Kapîtalîzmê ku hatine hiştin, ber bi xwe ve kişandiye. Bi vê ve dilê cemidandî geş kiriye, mejiyê bêfikar bifikir kiriye û hestên bêwate bi wate kiriye. Ji ber vê yekê hemû plan û projê hêzên hegemonîk ên dagirkirin û metîngehkirina nirxê sererd û binerd di her awayî de pûç kiriye û pê re lêgerîna zanîsta civakî bi pêş xistiye.

Di vê wateyê de di bingeha komploya sala 1998'an de ev heqîqet heye. Ev roj rojeke xeta têkoşîna parastina gelên bindest e. Lewma di şexsê Rêber Apo de êrîşî nirx û rûmeta azadiya gelan kirine. Ji ber vê yekê Rêber Apo hedef girtine. Bi hedefkirina Rêber Apo têkoşîna gelan hedef girtine. Ji ber Rêber Apo nekesayetekî civakekê bi tenê ye. Lewma wê rojê çawa hêzên hegemonîk Rêber Apo qedexekerê ser rûyê cîhanê ragihandine, gelê cîhanî jî ewqasî azadîxwazê ser rûyê cîhanî bi xwedîderketin û çalakiya ragihandine.

Komploya 9'ê Cotmeha sala 1998'an jî hîn fireh û kûrtir di çarçoveya stratejiya tasfiyekirina gelê Kurd di şexsê Rêber Apo de têkoşîna azadiya gelê Kurd berdewame. Zîhniyet û feraseta stratejiya tasfiyekirina senaryoya Komployan her demê bi rengekî hatiye amadekirin. Avakerê senaryoya Komploya her welatekî rolek lîstikvaniyê dayê ye. Ji Kurdan re jî rola kuştin, darvekirin, êşkence, tasfiyekirin, girtin, koçberkirin, wêrankirin û jenosîd hatiye hiştin.

Di vê wateyê de di bingeha hemû senaryoyên di derbarê gelê Kurd de hatine amadekirin de bi bîrdozî û paradîgma Rêber Apo berovajî vala hatin derxistin. Ji bo vê yekê Komplo tolgirtinek modernîzma zîhniyeta paradîgma şaristaniya navendî ya desthilatdariyê ye. Ji bo ev komplo pêk were her cure şêwazê îxanet, bêbextî û namerdî hebe ceribandin. Di bin navê sozê dostayê de bêbextî, di bin navê sozdayinê de sextebûn û derewa rûyê rastî veşartine.  Di encama Komployê de Rojhilata Navîn ber bi kaos û aloziyan de ketiye tengezariyek kuna reş ya bêserûbinî. Lewma rewşa Rojhilata Navîn û cîhanê roj bi roj heta kêlî bi kêlî xera dibe, şer û pevçûn derdikeve, xizantî, birçîbûn kûr dibe, bêkarî zêde dibe û her wiha çiqas diçe ber bi jêr ve dişemite.

Lê ji wê rojê de komplo herî zêde li ser vîn û hêza têkoşîna gelê Kurd wekî feraset û çandekê gelemperî di çarçova siyasetek stratejîk xistine meriyetê. Stratejiya tasfiyekirina gelê Kurd  bi demê re reng guherî be jî cehwer heman hedef e. Bi vê hedefê ve girêdayî gelê Kurd ne ji holê rake û nebihêz bike; zeîf bike, perçe bike û wekî malzemekî bikaranînê li gorî berjewendiyê xwe strandine. Ev rastî herî zêde di serîrakirina Mahmûd Barzanî, Şêx Seîd de şênber dane bikaranîn. Îngîlîzan ji bo xaka Başûrê Kurdistanê dagir bikin Mahmûd Barzanî, ji bo pirsgirêka Mûsil-Kerkûkê ji mîsakkî Mîllî derxin Şêx Seîd  bi hêvî û bendewariyê sexte rakişandine. Bi rakişandina wan re bi dewleta Tirk re li ser esasê tasfiyekirina wan tawîzê xwestine bidestxistine li hevkirine. Dîsa di heman demê de hêzên ku îro serkêşiya modernîta pergala kapîtalîzmê dikin DYE-Rûsya, NATO ji bo bi plan û projeyê xweyî Rojhilata Navîn dîzayn bikin senaryoya komploya 9 Cotmehê hatiye tezgahkirin.

Bi vê komployê ve girêdayî 9 Cotmeha sala 2021'an de hevpeymanek dinavbeyna dewleta Tirk, Iraq û rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê de çêbûye, xwe dispêre heman zîhniyet û ferasetê. Di kîjan alî de? Di aliyê tasfiyekirina vîna Êzidiyên azadîxwaz, welatparêz û şerker de ku di dîrokê de yekemîncar çêbûye hedef girtine. Di vê peymanê de xalê derketine pêş Asayîşa Civaka gelê me yê Êzidxanê rabikin, rêveberiya xweser bêbandor bikin û dîsa Şengalê vegerînin rewşa berî fermanê. Ev peyman li nava gelê me yê Êzîdî bû sedema nerazîbûneke cidî. Jixwe berî fermanê 12 hezar pêşmerge li ser pişta gelê Êzîdî dirav digirtin, lê roja fermanê, roja parastinê gelê Êzîdî berdan û reviyan. Ev berdan û rev bû sedemê bi hezaran jin û zarok dîl bên girtin û bi hezaran hatin kuştin. Em pirs dikin; ev ferman tê jibîrkirin? Hesabê vê fermanê dane gelê Êzîdî ku îro dixwazin hêza wayî parastinê YBŞ'ê, hêza Asayişê û rêveberiya xweser tasfiye bikin? Bila PDK e, dewleta Iraqê û tewleta Tirk bizanibe ku êdî gelê me yê Êzîdî ne weke berê ye, ferman ji wan re bûye tecrûbe ku parastina xwe bi xwe bikin. Gelek ders ji fermanê derxistine û bi vê zanebûnê xwe di bin sîwana rêveberiya xweser de di warê siyasî û leşkerî de birêxistin dikin. Êdî xwedî hêz û zanebûnek parastina cewherîne. Heqîqeta fermanê vê li ser wan ferz dike ku civakekî parastina xwe bixwe neke tu kes nikare wan biparêze. Boneya vê yekê gelê me yê Êzîdî li ser vê heqîqetê hebûn û baweriya xwe li ser esasê parastina cehwerî pêş dixîne. Di vê wateyê de çawa komploya di sala 1998'an bi paradîgma neteweya demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve pûçkirin, wê peymana perçayekî ji komploya li ser gelê me yê Êzîdî jî bi pêşxistina rêveberiya xweser ya siyasî û leşkerî jî bê pûçkirin.