Pêngava azadiyê ya li dijî komployê

Bêguman xeta pêngava azadiyê ya 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' xeta fedayî ya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' ku xeta berxwedana li dijî komployê ye.

Komploya dîrokî bîst du salên xwe tijî dike ku weke 'Komploya Mezin a Navneteweyî' cihê xwe di dîroka siyasetê de girt, armanca xwe tunekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qirkirina Kurdan bû. Komplo ji aliyê rêveberiya DYE'yê ya wê demê ve biryar li ser hate dayin, hate plankirin, ji 9'ê Cotmeha 1998'an û pê ve bi cih hate anîn û 15'ê Sibata 1999'an piştî ku R^ber Abdullah Ocalan ji Kenyayê hate revandin û li nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê hate bicihkirin, gihîşt asteke nû. Ev êrişa herî neheq û hovane ya dîrokê dikeve sala xwe ya bîst û sêyemîn.

Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gel û dostên Kurdan bîst û du sal in bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dijî komploya navneteweyî ya navborî berxwedana herî mezin a fedayî ya dîrokê dimeşînin. Di nava vê berxwedana bêeman û herî watedar a dîrokê de zêdeyî bîst hezar şehîd hatine dayin. Niha jî bi berdêla dayina şehîdên leheng ev berxwedana azadiyê ya pîroz bi heman wêrekî û fedakariyê dewam dike.

Baş e encama vê têkoşîna bêeman a bîst û du salan çi ye? Dikare bê gotin ku hewldana tasfiyekirina tevgerê ya li ser bingeha îmhakirina rêbertî yekemcar bi têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê hate xerakirin. Plana îmhakirina Rêber Abdullah Ocalan a roja 9'ê Cotmeha 1998'an hate têkbirin û berxwedana Kurd a bi pêşengiya PKK'ê li dijî qirkirina ku di sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de hatiye şênberkirin, bi xurtî dewam kiriye.

Bêguman ev têkoşîna mezin a bîst û du salên derbasbûyî ji aliyê sîstema kapîtalîst global a bi serkêşiya DYE'yê û ji aliyê tevgera demokrasiyê ya cîhanê ya li ser bingeha têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê encamên girîng derxistiye holê. Encamên navborî niha ji aliyê gelan û mirovahiyê ve bi taybetî ji aliyê jin û ciwanan ve bi berfirehî tên nirxandin û hewl tê dayin ku bên fêhmkirin.

Eger mirov çend ji encamên wê yên giştî vebêjin; bi êrişa komployê ya bîst û du salan a bi serkêşiya DYE'yê re ji her demê bêhtir eşkere bû ku sîstema desthilatdarî û dewletê ya heyî çiqasî li dijî civakê û azadiyê ye. Bi awayekî eşkere hatiye dîtin ku êrişa di tevahiya dîrokê de hate kirin di xeta tunekirin û qirkirinê de ye. Bi kurtasî maskeyên li rûyê sîstema dewlet û desthilatdariyê yên bi serweriya mêr ên pênc hezar salî hatine xistin, eşkere kiriye ku ev sîstema li ser dijminatiya li jinan ava bûye di heman demê de çiqasî dijminê gel û mirovahiyê ye.

Weke alternatîfa vê yekê, bi awayekî eşkere xuya bûye ku berxwedana mezin a bîst û du salan a li dijî komployê, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd veguherandiya azadiya mirovahiyê û kiriye ku bindest hemû xwedî li têkoşîna azadiyê ya Kurdan derkevin. Lewma piştî bîst û du salan xeteke civaka demokratîk û jiyaneke azad a xwe dispêre azadiya Kurdan afirandiye. Bi awayekî eşkere raxistiye ber çavan ku azadî jî koletî jî bi hev re ne.

Êş û berdêlên xwe giran jî bin di têkoşîna mezin a bîst û du salan de ji bo Kurdan û mirovahiyê encamên dîrokî afirandiye, ya rast êşên hatine kişandin, berdêlên hatine dayin nebelasebep bûn. Kurd di dîrokê de yekemcar bûn xwedî tevgereke demokrasî û azadiyê ya bênavber a têk naçe. Bindest jî di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de bûn xwedî rêbaza têkoşînê û xeta şoreşger a ku timî serketinê nîşan dide. Têkoşîna bîst û du salan a li nava sîstema Îmraliyê li dijî komploya navneteweyî hate meşandin, Rêber Abdullah Ocalan gihand asta rêberê neteweyî û kir rêberekî gerdûnî yê mirovahiyê.

Li ser bingeha destketiyên navborî sala bîst û sêyemîn a vê têkoşîna mezin dest pê dike. Dema ku mirov rewşa heyî ji aliyê hêzên komploger ve binirxînin; bêguman sîstema dewlet û desthilatdariyê û kapîtalîzm ku modernîteya wê ya dawî ye hîn hebûna xwe dewam dikin. Lewma dijminatiya sîstemê û DYE'yê ku serkêşê wê ye ya li dijî Rêber Apo û PKK'ê dewam dike. Lewma komplo dewam dike û bi planên nû ji aliyê xwe ve hewl didin hin encaman bi dest bixin.

Lê belê komploya niha ne ew komploya beriya bîst û salan e. Planên ku îro bi cih tên anîn, ne xwedî wê hêzê ne ku bi qasî beriya bîst û du salan bi cih bên anîn. Sîstema heyî ji hêz û yekparetiya sîstema komploger a beriya bîst û du salan bêpar e. Sîstema ku beriya bîst û du salan komploya 9'ê Cotmehê da destpêkirin, di encama derbên ku di nava bîst û du salan de xwarî ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve qulqulî bûye. Şer û nakokiyên li nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê li Rojhilata Navîn, vê yekê radixe pêş çavan.

Li hemberî vê yekê, bi pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' bi pêngaveke nû ya berxwedan û azadiyê sala bîst û sêyemîn a têkoşîna dijî komployê dest pê dike. Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gelên Rojhilata Navîn û mirovahî bi xurtî xwedî li pêngava navborî derketin. Ya mayî jî wêrekî û fedakariya têkoşîna afirîner e. Sala bîst û sêyemîn derfetan pêşkêş dike ku komploya navneteweyî bi temamî bê têkbirin, sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bi temamî ji holê bê rakirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.

Eşkere ye ku pêngava azadiyê ya dawî ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê Kurd û dostan dane destpêkirin, beriya her tiştî şikandina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kiriye armanca xwe ya bingehîn. Lewma pêngava navborî beriya her tiştî pêngavek ji bo têkbirina komploya navneteweyî ye. Aliyê azadîparêz ê komployê ew e ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd daniye pêşiya xwe. Bi kurtasî pêngava berxwedanê ya bi şêweyê 'dem dema azadiyê' ye dikare bê pênasekirin û ji aliyê Konseya Rêveber a KCK'ê ve hate ragihandin, herî zêde li dijî komploya navneteweyî û sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ye, armanca xwe ya bingehîn jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Ya esasî pêngava şikandina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ye, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Bêguman xeta pêngava azadiyê ya 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' xeta fedayî ya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' ku xeta berxwedana li dijî komployê ye. Eger mirov bala xwe bidin ser wê bê dîtin ku bi xeleka ji agir a li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan plana komployê hate têkbirin û li dijî komployê serketinên mezin hatin afirandin. Lewma xeta ku komployê bi temamî têk bibe, sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê hilweşîne û ji aliyê fîzîkî ve Rêber Abdullah Ocalan azad bike, ev xeta têkoşînê ye.

Lewma bi qasî xwedîderketina li pêngava azadiyê ya li dijî komployê, girîng e ku xwedîderketineke rast ji bo xeta berxwedanê çêbibe û rêbazên afirîner bi rengekî serketî bi cih bên anîn. Mînak; hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê armanceke girîng e û ji bo vêjî divê berxwedana şerê gel ê şoreşgerî yê topyekûn bi bandor bê meşandin. Mînak; li dijî dagirkeriyê parastina Kurdistanê û şikandina dagirkeriyê armanceke mezin e; ji bo vê pêwîstî bi şerekî şoreşgerî yê li dijî dagirkeriyê heye. Mînak; parastina şoreşa Rojava armanceke gelekî mezin e; li dijî êrişên leşkerî û îdeolojîk ê li her qadê, pêîstî bi tevlîbûna li şerê leşkerî û îdeolojîk ê mezin heye. Ji ber vê yekê sala bîst û sêyemîn wê li dijî komployê bibe sala şer û berxwedanê ya ji her demê mezintir.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA