PDK bi pîlanê tesfiyekirinê re ye

Piştî daxuyaniyên rayedarên Emerîkayê dewleta Tirk li Heftenînê dest bi tevgera dagirkeriyê dike. PDK bang li eskerên Iraqê dike ku ji bo bên ser sînor. Dîsa PDK di bin vê perdeyê de hewl dide pêşmergeyan veguhezîne.

Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bûyerên girîng ên berbiçav diqewimin. Dîsa daxuyaniyên wisa tên dayîn ku hin têkiliyên qirêj radixin ber çavan. Bi taybet daxuyaniyên hin rayedarên Emerîkî pir balkêş û seyr in. Pêşî me bihîst rayedarekî Emerîkî bi daxuyaniyekê gotiye, divê Tirkiye, Iraq û rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi hev re PKK'ê bê bandor bikin. Piştre jî em hîn bûn ku rayedarên Emerîkî ji endamên partiyên Başûr re jî ev daxwaza xwe yekser ragihandin e. Piştî vê pêşniyara Emerîkayê ya ji bo tinekirin û tasfiyekirina PKK’ê, dewleta Tirk li Heftenînê dest bi tevgera dagirkirinê dike. Hewl dide vê tevgera dagirkirinê li tevahî qadên gerîla belav bike. Piştî êrişa dewleta Tirk ya li ser Heftenînê, rêveberiya PDK'ê bang li hêzên leşkerî yên Iraqê dike ku bêne qadên gerîla. Piştî vê bangê yekîneyên sînor li hin deveran bi cih dibin. Pêşmergeyên PDK'ê jî vê rewşê wekî perdeyekê bi kar tînin û dixwazin di bin vê perdeyê de hêzên leşkerî veguhêzin. Ev hemû dibe pêkhatina daxwaza Emerîka ya bila Tirkiye, Iraq û rêveberiya herêmê bi hev re PKK'ê tine bikin. Bi vî awayî daxuyaniya hevserokatiya desteya rêveber a KCK'ê ya 23'ê Tebaxê ya dibêje “PDK li gel dewleta Tirk di nava tevgera tinekirina PKK'ê de cih digire,” piştrast dibe. Dîsa tesbîta, dixwazin Iraqê jî bikişînin nava pîlana tinekirinê, di pratîkê de pêk tê.

PÎLANÊN EMERÎKAYÊ

Beriya demeke kurt dîsa rayedarekî Emerîkî bi daxuyaniyekê got, divê Iraq, Tirkiye û PDK li Şengalê çareseriyeke sivîl pêk bînin. Ev daxuyanî jî dibe versiyonek din ya pêşniyara bila dewleta Tirk, Iraq û PDK bi hev re PKK'ê bê bandor bikin. Dema em bala xwe bidin bandora Emerîka ya li ser PDK, dewleta Tirk û Iraqê, diyar e ku ev dê tenê di gotinê de nemîne. Lewre niha ev pîlan pêk tê. Dewleta Tirk û PDK ji xwe tinekirina PKK'ê dixwazin. Ji ber ku di bin bandora Emerîkayê de ye, Iraq jî tevlî vî pîlanê dibe. Jixwe Emerîkayê bi caran got divê PKK were bêbandorkirin. Êrişên dewleta Tirk yên li dijî tevgera azadiyê li her deverê destek dike. Li aliyê din soz daye dewleta Tirk ku li Rojava bandora PKK'ê ji holê rake. Jixwe herkes dibîne ku di nava hewledana vê de ye.

DIXWAZIN PKK'Ê BÊBANDOR BIKIN

Di pîlana tasfiyeyê de hêza herî li pêş tê dîtin dewleta Tirk e. Ji ber ku 40 sale PKK û dewleta Tirk şer dikin, ev normal tê dîtin. Lê dewleta Tirk, di êrişê de ne bi tenê ye. PDK bi daxuyanî, helwest û pêngavên davêje eşkere nîşan dide ku di nava vî pîlanî de ye. Vê jî bi rêya dorpêça herêmên gerîla, rewakirin û teşwîqa êrişên dewleta Tirk dike. Di êrişa tasfiyeyê de hêzên çalak dewleta Tirk û PDK ne, Iraq jî bi yekîneyên sînor beşdar dibe. Bi daxuyaniyên dide jî ji êrişên dewleta Tirk û hevkariya dewleta Tirk-PDK'ê re bingehekî rewa yê hiqûqî amade dike. Ya rasttir di vê konsepta êrişê de rolek wisa ya rewakirina hiqûqî ji bo Iraqê hatiye dayîn.

BI DEREWAN PKK'Ê REŞ DIKIN

PDK, pir baş dizane li çar beşên Kurdistanê û li her cihê dinyayê di nava Kurdan de bandora PKK'ê bi hêz e. Di nava Kurdan de hezkirin û sempatiya ji bo PKK'ê mezin e. Gelê Kurd baş dizane PKK'ê kir ku Kurd bibin xwedî gelek destketiyan. Seba vê gelê Kurd li her helwest û hêza siyasî ya zirarê bide PKK'ê xweş nanêre û nabîne. Ji ber ku PDK vê dizane, di pîlana tinekirinê de ji bo desteka gelê Kurd û hêzên siyasî bigire; yan jî ji bo li dijderketina vê polîtîkaya tasfiyeyê asteng bike, derewa “PKK statuya me nas nake” dike. Bi vî awayî hewl dide, pîlana tasfiyeyê ku bi dewleta Tirk re hevbeş dimeşîne, ser bigire. Êrişên dewleta Tirk bi vî rengî normalîze dike. Li şûna ku li ber dijminatî û êrişên dewleta Tirk rabe, ji bo gerîla ji qadên 40 sale lê ye bê derxistin, destekê dide dewleta Tirk.

PKK HER DI HEWARÊ DE ÇÛYE

Gelek caran hat îsbatkirin, li hemberî her êrişa li ser Başûrê Kurdistanê li bereya herî pêş gerîla cih girtiye û li ber rabûye. Heta li dijî êrişên li ser statuya Başûrê Kurdistanê li herî pêş û herî zêde gerîlla li ber xwe daye. Bi wêrekiya xwe hiştî ye ku pêşmerge li ber xwe bide. Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê, gelê Kurdistanê hemû şahid e ku dema êriş li ser Hewlêrê, Kerkûkê û Şengalê çêbûn, gerîla wekî berê xwe bide govendê, bazda enî û bereya şer. Xwe gihand hewara gel û rûmeta Kurdistanê parast. Ew xwedayên zalim yên di mîtolojiyê de jî nikarin vê rastiyê înkar bikin û nebînin. Jixwe di roja me ya îro de her tişt bi kamerayan tê qeydkirin.

EV DAXUYANÎ DELÎLÊ TASFIYEYÊ YE

PDK, li hemberî daxuyaniyên KCK'ê daxuyaniyek nedaye. Tenê bi navê saziyek ku heta niha navê wê nehatibû bihîstin, daxuyaniyek hat dayîn ku ji serî heta binî bi dijûn û derewên kirêt dagirtî bû. Ya rastî, bi vê daxuyaniyê zelal bû ku der barê PKK'ê de PDK di nava pîlanekî tasfiyeyê de ye.

Ew PDK ya ku daxuyaniyek wiha dide an jî vê daxuyaniyê erê dike, dikare ji bo tinekirina PKK'ê di nava her pîlana qirêj de jî cih bigire. Jixwe bi taybet êriş û helwestên der barê PKK'ê de delîlên herî vekirî yên vê yekê ne. Li ser rûyê dinyayê hêzeke siyasî ku nizane dewleta Tirk dijminê Kurda ye nemaye. Çi li Rojhilata Navîn, çi li Ewrupa an jî quncikek din ya cîhanê hûn ji mirovekî piçekî xwedî têgehiştina siyasî an jî dewleta Tirk nas dike bipirsin ka nêzîkatiya dewleta Tirk ya ji bo Kurdan çiye, bêyî dudil bibe dê bêje dewleta Tirk dijminê Kurda ye. Vêca hêza siyasî ya ku ev dewlet herî zêde pê re li hev jî PDK ye ku dibêje ez partiyeke Kurd im. Delîlê vekirî yê cihgirtina PDK'ê di nava tasfiyeya PKK'ê de jî, helwesta PDK'ê ya piştî banga rayedarê Emerîkî ye. Gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî, lazime vê pîlana tasfiyeya PKK'ê ya PDK di nav de ye û dê zirarê bide gelê Kurdistanê û Kurdan hemû lawaz bixe, bibîne. Gelê Kurd û hêzên siyasî divê bi helwestên xwe, li ber vê rol û rista nebixêr ya PDK'ê rabin. Ev pîlana tasfiyeyê ku dê li her derê ji Kurdan re qirkirinê bi xwe re bîne, divê pûç bikin.

Bi hêviya afirandina hişmendiyeke wisa ku ti partî û tevgerek Kurd bi dijminên Kurdan re li dijî tevgerek siyasî ya Kurd nekeve nava helwesta hevbeş..

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA