Ocalan: We heta niha kir, ji vir şûn ve li ser vî gelî lîstokan nelîzin

Ne tenê ev nokerên li Başûr, hevkarên van li Bakur jî hene. Hinek ji wan bîst salin li Ewropa ji hêla emperyalîzmê ve tên xwedîkirin. Cûr be cûr navên yekîtiyan jî li xwe kirine. Niha dîsa hewl didin van li dijî PKK’ê bikar bînin.

Em ji kîjan alî ve lê dinêrin binêrin, ev rewşeke nû ye. Komara Tirkiye dixwaze statûya herêmî tengav bike û statûya kevin ji nû ve ava bike. Pêşketinên rojane wê vê nîşan bidin. Xwestin vê bi PDK’ê bidin kirin. Gelo rewşa PDK’ê ya serxistina vê heye yan nîne? Ji bo bi ser bixe divê ji nişkê ve biçewsîne yan jî bibe yekane desthilatdarî. Nêvenga pêwendiyên heyî û ya herî girîng jî rewşa me ya qebûlnekirina vê heye. Ji ber ku em pir baş dizanin, li Başûr PDK hatiye çewsandin, bi temamî di çarçoveya desthilatdariyek nû de bi Tirkiyê, Iraq û heta bi Îranê re hevgirtî ye, bi rastî jî dixwaze tevgera welatparêz a Kurd, bi taybet jî pêşketina bîst-sîh salên dawî ya tevgera serbixwe ber bi tinebûnê ve bibe.

Wê hemû destketiyên tevgera hemdem a rizgariya netewî tine bike. Bêguman wê ev bibe windakirinek pir mezin. Bi taybet jî wê pêşketinên di bîst salên dawî de bi pêşengtiya PKK’ê derketine holê darbeyek mezin bixwe. Pir eşkere ye ku wê ev bi hêsanî neyê pejirandin. Li hemberî planekî wisa qirêj ku wê destkeftên bîst salên dawî ji dest me bigire, tevgera şoreşger, hêzên welatparêz, bi taybet çi reformîst yan çi şoreşger bin, hemû hêzên ku ne noker, ên demokratên netewî wê helwest nîşan bidin. Lewra ya ku divê bê fêmkirin; ev plan, planekî li dijberî meyla PKK’ê ya şoreşger, welatparêz û serxwebûnê ye. Hedefa wan a sereke ev e.

Dewleta Tirkiye rasterast li ser vî bingehî bi hêzên mêtinger û emperyalîst re di asta stratejîk de lihev kiriye. Bi gelemperî di asta stratejîk de li hevkiriye. Komara Tirkiye ji aliyê stratejîk ve dixwaze bi hemû cîhanê bide qebûlkirin ku ‘PKK terorîste’ û dixwaze vê jî bi Ewropa bide erêkirin. Dîsa PKK, dixwaze Kurdistanekê ava bike. Di Ewropa de qeliştok çêdibin. Ji ber ku di piştperdeyê de înkarkirina tevgera Kurd ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve û nêzîkatiyek komkujkar mijara gotinê ye. Em vê deşîfre dikin. Heman tiştî dixwaze bi dewletên mêtinger re bidomîne. Em ji van re jî dibêjin; “Komara Tirkiye dixwaze bi xwe serwer bibe, dixwaze li ser Kurdistana Iraqê serweriyê ava bike.” Lewra rejîma Iraqê, Sûriye û Îran jî zêde baweriya xwe pê nayînin. 

Em li beramberî van nêzîkatiyên PDK’ê yên gemar amade ne. Ev bîst sale em bi pêşxistina helwestên bîrdozî, siyasî û pratîkî ve erkdarin. Her çiqasê milîtan vî taktîkî bi awayeke serkeftî naxin meriyetê yan jî bi taybet ên ku di xebatên Başûr de ne vê ser nexin jî, lê taktîkê me di cewherê xwe de bi şêwazê ku rê li ber nokeriya PDK’ê digire derdikeve holê. Rewşa her tim bersiv dayînê heye. Di şerê Başûr de ev yek bi awayekî bandorker xwe nîşan da. Ji aliyê bîrdozî ve zelalî jî her tim di rojevê de ye. Ji aliyê pratîkî ve jî, em rê li ber rewşên bikeve bin bandora wan venakin. Girtinên bi însiyatîf û serbixwe ên qadan, ango di şênberiya Kurdistanê de avakirina qadên gêrîla, wê bandor û taktîkên xwe dispêrin PDK’ê vala derxin. Her wiha gelek hewldanên Tirkiyê yên wisa vala hatin derxistin. Komara Tirkiye di encama xwe sipartina PDK’ê de cerdevanî pêş xist, cerdevaniya Qileban û Colemergê pêş xist. Lê belê ev jî ji bo Komara Tirkiyeyê ji hemû aliyan ve ji pêşxistina çareseriyê dûre.

Ne tenê ev nokerên li Başûr, hevkarên van li Bakur jî hene. Hinek ji wan bîst salin li Ewropa ji hêla emperyalîzmê ve tên xwedîkirin. Cûr be cûr navên yekîtiyan jî li xwe kirine. Niha dîsa hewl didin van li dijî PKK’ê bikar bînin. Mînak piştgirî dan reformîstekî. Çû li Awusturya û Yewnanê di asta serokwezîr de hevdîtin kirin. Çima? Ji ber dibe ku siberojê ji Tirkiyê re hewce be, ji Enqereyê re hewce be. Dixwazin amadekariyê bikin. Peyvên yekem ji devê vî xayînî derketin ev bû; “Em cuda ne, PKK terorîste.” Jibîr kiriye kî terorîzmê, wehşetê û komkujiyê pêk tîne. Dibêje; “PKK terorîste, em cuda ne, em alîgirê rêbaza polîtîk a nermin.” Kî pênc quruş nirx dide polîtîkaya te ya nerm. Ev hesab ji berê ve heye. Niha vê hesabê cardin germ dikin û pêşkêşî sûkê dikin. Dibêjin; “Dibe ku em her kêlî PKK’ê tine bikin. Pêdivî bi avabûna Kurdê kedîkirî heye. Pêdivî bi partiyek Kurd a sexte heye. Em wê jî niha li Başûr, li Ewropa amade bikin.” Hinekê jî vê hewldana xwe lez dikin. Li Başûr hinek dostên ku alîkariya me dikirin hebûn. Di demên dawî de yek bi yek ew tên qetilkirin. Rêya digirin, di astengkirina erzaq de gefan dixwin. 

Bi pêşkêşkirina Bakurê Rojavayê Kurdistanê ji emperyalîzmê û faşîzma Tirk re meclîs û hikûmet nayê avakirin. Ango wê tu yê ji lîstoka herî mezin a li ser Kurdistanê tê lîstin re bibî amûr, ji komkujiyan re bêjî; “Erê”, ji şerê rizgariya netewî ya tê bilindkirin re bêjî; “Terorîzme” û ji xwe re jî bêjî; “Ez bûm dewlet.” Divê ew koma jibîr neke, ev suce. Yên ku teqez divê bibin yek, beşên Bakur û Başûr in. Ev jî xala sereke ya Meclîsa Netewî ya Kurdistanê û Hikûmeta Şoreşgerî ye. Tu yê li şûna vê teqez hikûmetek bi piştgiriya emperyalîzmê û Komara Tirk ava bikî, li şûna şoreşê hêzên dijî şoreşê pêş bixî, paşê jî behsa dewleta Kurd a dîrokî bikî. Heta tu yê bi hevkariya xwe milyonan bikujî, li Ewropayan bijî, sûlaleya xwe jî li wir bidî jiyîn. Vê xefletê biterikînin. Qet nebe ji vir û şûnde li ser vî gelî lîstokan nelîzin. Em taybet vê destnîşan dikin. We heta niha kir. Qaşo hûnê PKK’ê teşhîr û tecrîd bikin. Li dijî PKK’ê êrîşan jî sazûman bikin. Hûn dizanin. Em naxwazin bi zorê li hemberî we şerekê pêş bixin. Lê ger tişta ku dijmin nikare bike hûn bikin, hewl bidin ji piştê ve xencerê li me bixin, em ê jî xwe biparêzin. Dibe ku em niha nikarin dijmin bi temamî ji Kurdistanê derbixin, lê em dikarin we ji Kurdistanê derbixin. Bila êdî ev derdora noker vê bifikire. Ger di Kurdewariyê de ji dil e, ger meclîsê dixwaze, hikûmet û dewletê dixwaze, pêwendiya vê bi yekîtiya netewî, meclîsa netewî, hêzên gel ên netewî re çiye? Ma karîn heta niha pêdiviyên vê pêk bînin? Divê baş li ser van mijaran bihizirin. Weke heta niha pêk hatî, êdî ji van re mafê jiyanê nîne. Heta em ê mafê berdewamkirina rewşa nokeriyê nedin wan. Êrîş û şêwazên wan ên komplogeriyê, ne ji wan cûreyan e ku wana bi navê Kurdistanê ber bi hikûmet û dewletbûnê ve bibe. Heta hinek tişt bên kirin jî, ev hîn zêdetir ji bo pêşwazîkirina berjewendiyên emperyalîzmê û mêtîngeriya Tirkin. Armanca wan ji piştê ve xencerkirin, tengkirin û tecrîdkirina Têkoşîna Rizgariya Netewî ye. Pêwîste ev baş bê dîtin, li ser vî bingehî teşhîr û tecrîdkirina wan bê pêşxistin. Sedema ku me careke din ev yek anî ziman eve ku ti kes bi şêweyê; “Me nedizanî, me di wextê de zelal nekir” xwe nexapîn e.

Gelê Kurdistanê her ku diçe li derdora Rêbertiya PKK’ê dicive û ber bi encamê ve diçe. Zext û şerê taybet a dijwar ku mêtingeriya Tirk birêve dibe, ji her hêlê ve tê domandin. Me çawa li dijî wî şerê rizgariya şoreşgerî pêşve biribe û her roj çeperên nû bidest dixin, em ê eniya sexte ya ku bi navê Kurdparêzî nexasim li Başûr dixwazin pêş bixin, heta dixwazin li Bakur jî berfireh bikin, bi polîtîkayên şoreşgerî yên hevgirtî ve vala derbixin û van qadan jî bikin çeperên şoreşê yên herî xurt. Îro hêza me ji her demê zêdetire ku em, bi qasî eniya serbixwe ya welatparêzên şoreşger, hêza leşkerî ya hevgirtî jî pêş bixin. Her wiha em dikarin bi van çekan ji her demê zêdetir li ser bingeha rast bikevin nava şoreşê û ev peywir jî ji her demê zêdetir dikare bi serkeftî pêk were. Hîn ji niha ve, ev xeta siyasî bi serkeftinên girîng ve dagirtiye. Ger bi bersiveke rast û şêwazê xebateke têrker bersiva vê xetê bê dayîn, wê ev yek bi şêweyekî ku kes ne li bendê be her demê serkeftinê saz bike.

* Ji analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan