Nêçîrvanê gel û xaka xwe

Ger ku neyarê me li hember êrişekê topyekûn yê îmha-tûnekirinê daye destpêkirin, wê dem weke gelê Kurd em jî topyekûn berxwedan û tekoşînê bidin destpêkirin.

Gava mirov dîroka Kurd û Kurdistanê dinirxîne, dixwîne, lêkolîn dike wê demê hem rastiya neyar, hem jî rastiya ku neyar di nava gelê Kurd de daye avakirin hên zelaltir şîrove dike, dibîne û bi roja me ya îro ve digre dest. Bêguman di dîrokê de gelê Kurd bi jin, civak û ciwanên xwe re lehengtiyên bêhempa jiyane. Lê di kêleka vê yekê de kes, malbat, eşîr û hwd. yên ku bi destê xwe neyarê xwe li hember gelê xwe, xaka xwe, nirx û destketiyên gelê Kurd kirine desthilatdar, zalim, dagirker û faşîst jî ne kêmin. Ger ku mirov şîrove bike gelek sedem hene, di dîrokê de bûne sedemê ku gelê Kurd serketinên mayînde destnexin. Lê sedemên herî bingehîn, yê ku di bingeh de hildiweşîne, yê ku neyar di her şert û mercan de jê sûdê digre, vê yekê gelek baş bikartîne, bûye sedem ku neyar tevahî binketin û lawaztiyên xwe yên di hêla siyasî, leşkerî, dîplomasî, civakî û hwd de xwe ji nav derxe, îxaneta navxweyî ye. Di her serdemê de neyar vê yekê weke xilasiya xwe bikaraniye. Ev serdema ku em tê de dijîn cardin weke her tim neyarên Kurd serî li vê yekê didin. Lê wê ev yek bi ti awayî di vê serdemê de sernekeve. Ji ber tevgera gelê Kurd û Kurdistanî PKK, gerîlayên wê yên fedayî û gelê Kurd yên ku bi fikir û ramanên Rêber APO bûne xwedî zanistiyekî neteweyî heye.

Di Kurdistanê de şer bi hemû dijwariya xwe ve didome. Êdî gelê Kurd pêşengtiyê ji şoreşa civakan re dike, xwedî li nirx û hebûna xwe derdikeve, bi taybetî jî jina Kurd berxwedaniyek bêhempa yê ji nû de avakirina civaka exlaqî û polîtîk dike. Hêzên hegemonîk, emperyalîst û mêtînger ji bo ku gelê Kurd nebe xwedî statûyek, li ser Kurdan her cûrên êrişan pêk tînin, ji bo dagirkirina wê jî her tiştê rewa dikin û çavê xwe ji her tiştê re digrin. Di cîhanê de gelê Kurd bi saya fikir, birdozî û ramanên Rêber APO çeperên gelek girîng bi dest xistine. Hêzên netew-dewlet, hegemonîk û emperyalîst di serî de jî bi rêya îxanetkar û nokeran dixwazin van çeperane bêxin. Ya herî girîng jî ev e ku vê yekê bi destê îxanetkar, noker û hêzên netewperest yên paşverû ve dixwazin pêk bînin. Di dîroka Kurdan de ‘Nêçîrvanên’ noker, îxanetkar yên gel û xaka xwe hene. Ji xwe eger ku ne ji wan be neyar nikare li hember hêza gelê Kurd raweste. Ji ber wê ye ku tevahî neyarên gelê Kurd her tim vê yekê weke çeka herî bingehîn ji bo xwe bikartînin.

Li her çar perçeyên Kurdistanê gerîlla şerê namûs, şeref û hebûnê dimeşîne. Mirov pir rehet dikare bibêje ku gerîlayên azadiyê nasnameya azad yê tevahî gelê Kurd e. Di vê şerê de bedel çi dibe bila bibe, tenê yek armanca wan heye, ew jî azadiya gelê Kurd, Kurdistanî û xaka xwe ye. Tirsa herî mezin a ku neyarên Kurd li hember Kurdan dijîn ew e ku êdî şoreşa gelê Kurd ji her deman zêdetir nêztire. Ez qala şoreşa perçeyan nakim, ji xwe ji bo Kurdan êdî ew fikrê perçe jî temamî ji holê rabûye. Qala şoreşa Kurdan dikim.

Niha di Başûrê Kurdistanê de tevgerekê yê dewleta faşîst a TC ya dagirkirinê hatiye destpêkirin. Em baş dizanin ku ev dagirkerî ji hêla AKP-MHP’ya faşîst û sondxwarê tunekirina Kurdan ve hatiye destpêkirin. Di serî de NATO, hêzên emperyalîst û netew-dewlet jî piştgiriya vê yekê dikin. Ji ber vê çavên xwe ji her tiştê re girtine û temaşe dikin. Ji xwe hêzên îxanetkar û noker jî şirîkên vê dagirkeriyê ne. Di serî de PDK, Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî çima deng ji wan dernakeve. Ji ber heya şanayên leşê xwe bi AKP-MHP’ê ve girêdayîne û vê dagirkeriyê xwedî dikin. Ji xwe Nêçîrvanê gel û xaka xwe, li şûna ku gelê xwe û xaka xwe biparêze, hêzên dagirkeriyê diparêze. Ji bo parastina hêzên dagirkeriyê yên li Şêladizê 3 hezar pêşmerge rêkirin; ew tê çi wateyê? Ew hêzên ku her roj û her kêlî, gelê Kurd, ciwan û xaka wê li ber çavên te dikuje, qetil dike û dagir dike. Şûna ku pêşmerge bi gerîlayên azadiyê re di heman çeperê de li hember dagirkeriyê şer bike, diçe dikeve çeperên neyarên xwe û li hember hevxwînên xwe şer dike. Ev çi îxanete. Cardin sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmergeyan di gotinekê xwe de dibêje: “Erka me nîne li hember bombebaranan tiştekê bikin” û berdewam dike: “Erka me nîne, nêrîna me li ser vê mijarê hebe”. Ew dem pêwîstî heye ku mirov çend pirsan bike. Erka we çî ye? Hûn kî û ji çi diparêzin? Pêşmerge parazvanên çi ne? Bêguman pirsên ku mirov bike pirin. Lê eger ku pêşmerge erkê wan parastina xak, gel û nirxê xwe be, ew dem erkê wan heye ku li hember ev dagirkariya heyî xwedî helwest bin. Bêguman partî û saziyên din yên Kurdan jî dengê wan gelek lewaz derdikevin. Gava ev mijar têne gel hev di serî mirovan de gelek guman pêşdikevin. Niha hikûmeta faşîst ya AKP-MHP planên wê li ser xeta Musil, Kerkûk û Dihokê heye. Ev kes û partiyên noker, îxanetkar û yên ku Nêçîrvantiyê li ser gel û xaka xwe dikin jî piştgiriya vê plan û projeyê dikin. Di serî de mala Barzanî û Nêçîrvanê li ser xwîna ciwanên Kurdan nêçîrvantiyê dike û bi neyar re di nava îttîfaqê de ne.

Di serî de gelê me yê Başûrê Kurdistanê û tevahî gelê Kurd û Kurdistanî pêwîste em li hember vê dagirkariya tê meşandin berxwedanî û tekoşînek mayînde û hevgirtî ava bikin. Ji bo ku em ev plan û projeyên hêzên faşîst, emperyalîst, mêtinger û dagirker têk bibin û vala derxînin, çalakiya herê mezin ew e ku em xwe rêxistin bikin û kongreya yekitiya neteweyî ava bikin. Em bi ti awayî destûr nedin ku dewleta faşîst a AKP-MHP li ser tunekirin, îmha kirina hebûn, çand, nasname û xaka me xeyalên xwe pêk bîne. Ger ku neyarê me li hember êrişekê topyekûn yê îmha-tûnekirinê daye destpêkirin, wê demê weke gelê Kurd em jî topyekûn berxwedan û tekoşînê bidin destpêkirin. Em di berxwedan û tekoşîna xwe de bi israr bin. Neyar bi awayekî eşkere dibêje: “Ezê koka we biqelînim.” Em jî bi ruhê gelê me yê Şêladizê, tevahî perçeyan û bi ruhê gerîlayên azadiyê di avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd û Kurdistanî de zêdetir bi israr û çalaktir tevbigerin.