Modela çareseriyê ya nû ku PKK’ê ji bo pirsgirêkan daniye

Modela nû ya çareseriyê ku PKK li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo çareseriya pirsgirêkên neteweyî destnîşan dike, neteweya demokratîk a dûrî dewletperestiya netewe ye.

PKK bi analîza berfireh a li ser desthilata netew-dewletê hewl da ku xwe ji xitimandina di pirsa Kurd de derxîne. Tesîra netew-dewleta reel sosyalist a di çêbûna îdeolojîk û polîtîk a PKK’ê de, herî pir di Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an de dema ku şerê şoreşgerî yê gel geş bûyî xwe nîşan da. Heta ku ev tesîr, ku her diçû dibû sedema xitimandinê nehatina çareserkirin, pêşveçûn zor xuya dikir. Bilez feşkilîna sosyalîzma reel a salên 90’î, kir ku tesîra di bin krîzê de xweştir were fehmkirin. Ya ku sosyalîzma reel feşkilandî, problematîka desthilat û netew-dewleta sosyalîzma reel bû. A rastir, sosyalizm ji çaresernekirina probela desthilat û dewletê dihat. Di krîza sosyalîzmê de ku li hemû cîhanê dihate jiyîn ev problem karîger bû. Nakokiya dewlet û desthilatê ku pirsgirêka Kurd bi giranî dijiya, dema ku bi krîza giştî ya cîhanê ya sosyalîzma reel re bû yek, di mijara dewlet û desthilatê de bû bivêneve ku çareyeke radîkal were danîn.

VEGUHERÎNA DI DIYARDEYA DEWLET Û DESTHILATÊ DE

Bi beşekî girîng ê parastina xwe bi vê armancê min hewl da ku di tevahiya dîrokê de diyardeya dewlet û desthilatê dahurînim. Bêhtir jî li ser veguherîna diyardeya dewlet û desthilatê ya bi çarçoweya modernîteya kapîtalîst a şaristaniya serwerî roja me sekinim. Ev tezeke girîng bû. Min hewl da dahurînim, bêyî rêxistiniya modêla netew-dewletê ya desthilatî hebe,  kapîtalîzm nikare bibe pergala hegemonîk. Netew-dewlet navgîna herî sereke bû ku hegemonyaya kapîtalîst pêkan dike. Ji ber vê, sosyalîzma ku xwe weke antî-kapîtalîzmê, civaka-dîrokî raber dike, min hewl da nîşan bidin ku bi xwespartina ser eynî modêla dewletê, nikare xwe weke sosyalîzma real a netew-dewletê ava bike. Min hewl da nîşan bidim ku sosyalîzma ku ji Marks û Engels hatî ku dibêjin sosyalizm encex bi rengê netew-dewletên navendî dikarin xwe ava bikin, şaşîtiya sistematik a sosyalîzma reel e.

Mine ew tez danî pêş ku sosyalizm bi xwespartina ser dewletê, xasma jî ser netew-dewletê ava nabe, israra li ser vê, di serî de sosyalîzma Rûs û Çîn û di gelek mînakan de hatî dîtin, weke rengê herî pişivî yên kapîtalîzmê wê bi encam bibe. Pergala şaristaniya navendî ya ji dîrokê ve, têgîna desthilatê û rengê desthilat û dewletê ya modernîteya kapîtalîst ku rengê serwer ê serdema me ye, weke hewcehiyeke vê tezê , ji bo çareseriyê min pir hewl da. Encama sereke ya ku min jê derxistî ew e ku sosyalist divê ne bi rêgeza netew-dewletê bin, têkilî mijara netewî rêgeza sereke ya çareseriyê divê neteweya demokratîk be. Îfadeya vê ya berbiça jî ceribandina KCK’ê ye. 

BIRÊKÛPÊKKIRINA DUYAN AN GIRÎNG A PKK’Ê YA TÊKILÎ DESTHILATDARIYÊ

BirêkûpêkanÎna duyan a girîng a PKK’ê ya têkilî desthilatê têkilî mijareke berbiçavtir e. Têkiliyên Kurd û Tirkan bi çarçoweya qewmî û dewletî dihate şîrovekirin, xweş hate fêhmkirin, heta ku mirov guh nede têkiilya jeopolitik û jeosratejîk ên Anatolî û Mezopotamyayê çareserî nabe. Di navbeyna cografayan de ya ku du civak lê hêwirîne, tevahiya dîrokê danûstanina çandî çêbûye ku nêzîktêdayinên jeopolitik û jeostratejîk ên himbiz jî diyar dikin. Ev têkiiliyên ku tesîra xwe li ser ya rojane û dema niha jî hene, encex bi nêzîktêdayineke giştî dikarin werin çareserkirin.

TEBEQEYA JORÎN Û HÎYERARŞÎK A KURD

Tebeqeya jorîn û hiyerarşik a Kurd ku bi pirsgirêka desthilat û dewletê re zêdetir hevrû bûyî, tevahiya dîrokê bi giştî qedera xwe li ser hîmê xweseriyeke nispî, tim bi desthilat û dewletên ji xwe xurtir ve girêdaye. Zêde neketiye pey desthilata serbixwe û pergalên dewletê yên resenî xwe. Dîroka vê hezar sala dawî ya bi Tirkan re jî bi vê bingehê nirxandiye. Bi Şerê Melezgirê ku bi dildarî bi Siltanê Selçûkî Alparslan serfiraz bûn, li cografyaya Anatolî û Mezopotamyê li ser hîmê Îslamî parvekirineke nû ya desthilat û dewletê kirine. Rasteqîniyên jeopolitik û jeostratejîk ku ji du cografyayan tên, di navbeyna teqebeya jorîn a du qewman de parvekirina desethilat û dewleta Îslamî mecbûrî kiriye. Di vê parvekirna desthilat û dewletê de her çendî ti sûd nedigihaşte gel jî, her çendî di bin sîwana desthilat û dewleta hevpar de pir li ber xwe dabin jî, ji ber hewcehiyên jiyana hevpar û şerê dînî û mezhebî yên wê demê, ji jiyana hevpar jî nemane.

…Antî-Kurdkirina Komarê, tifaqa rêz û rêçikî xira kiriye, Kurd bi temamî ji pergalê hatine derkirin. Li ber tebeqeya jorîn a Kurd ew proje danîne ku dev ji Kurdbûn û nasnameya Kurdbûnê biqerin, di ber vê de jî, dikarin weke takekes-welatiyê Tirk hebûna xwe biparêzin. Jê wêdetir jî çûne, rêya bihêzbûna navpergalî û rajorbûnê, înkar û îmhakirina Kurdatiyê, berzkirin û geşkirina Tirkitiya Spî ye. ‘Qanûna Tûnç’ê ku mirov bikaribe li nav komarê hebe wiha hatiye danÎn.
Helwesta teqebeya jor ku di serî de li dijî nerazîbûn û serhildanan nîşan dayî, piştî tevgerên ‘tedîp û tenkilê’ yê tund ên pergalê, vediguher sertewandineke bi henûnî.

Di dîroka civaka Kurd de belkî jî cara pêşî ye, ji bo ku tebeya jorîn (rewşên awarte qaîdeyan ranekin) di ber xweînkarkirin û îmhakirina civaka xwe de, hebûna xwe mîsoger dike. Hebûna xwe û geşbûna xwe êdî deyndarî Tirkitiya Spî ye (Bi israr vê têgînê bi kar tînim. Ji ber ku, ji Tirkîtiya rêz û rêçikî der, bi rengê komployê yê hegemonyaya Rojava, derdoreke sîxûr e ku bi rengê objeyi û subjektîfî hatiye hazirkirin. Bûne mlliyetgirê req ê Levantenan û heta dawiyê bi tundiyê tije bûne, rengekî wiha yê ultra ye), bi qasî ku xizmetê ji vê Tirkîtiya spî re bike wê hebûna xwe biparêze û geş bike.

GELÊ KU BÊ SERÎ Û BÊ RÊBER MAYÎ

a-Birên gel yên ku bê serî û bê rêber mayin jî dikevin halê objeye, eşyayê. Her cure îmkar, îmha û asimilasyona li ser wan tê kirin. Mirov bi qasî serê derziyê jî têkilî Kurdatiyê bibe ev tê maneya mirinê. Tekane rêya xilasbûnê û jiyanê ew e ku mirov dev ji Kurdbûnê biqere. Kurdbûne ne tenê bi diyardeyî, bi hemû sembol û navên xwe hewl tê dayin ku were tasfiyekirin. Projeya qirkirina çandî (projeya navborî ji bo gelên din jî tê danîn lê bi esasî li ser Kurdan hatiye danîn) ya nixumandî ya li ser Kurdan ku tevahiya dîrokê gav bi gav bi ser Kurdan tê pêkanîn.  Hedefa sereke ya navxwe û derve ew e ku mirov pêgirê vê ‘Qanûna Tunç’ê be û xizmetê jê re bike. Bi asteke zêde ji bo ku bi rengekî veşartî tê kirin, partî, rêxistinên civaka sivîl, aborî û cihana siyasete ku bêyî ku em hay jê hebin me danîn, li gorî ‘Qanûna Tûnç’ê hatine eyarkirin. NY, NATO, YE, roganîzasyonên wiha derveyî jî li ser xizmeta ‘Qanûna Tûnç’ê têne nirxandin. Darbe, komplo, suikast, her cure êşkence û girtin, div an de para vê qanûnê diyarker e.

b-Dema ku PKK derketî holê, bîreweriya derheqê van rastiyan sînordar e. Yekerebûna çandî ya di navbeyna Anatolî û Mezopotamyayê de, yekerebûna jeopolitik û jeostratejîk, terisîna van a li ser têkiliyên Kurd û Tirkan têra xwe nehatine fêhmkirin. Polîtîkayên mînîmal ên netew-dewletê yên Ingilistan û DYE’yê ku hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst in, tesîra xwe li ser zanistên sosyal û sosyalîzma zanistî jî kiriye. Ya ku li para PKK’ê ketî, netew-dewletiya wê ya sosyalist bû. Ev netew-dewletiya ku bi rexnedayina sereke heq jê hatî derketin, averêbûnek bû. Bi asta cîhanê di çepgiriyê de û di çepgiriya Tirk de ji bo ku heq ji vê averêbûnê nehate derketin, feşkilîn bû bivenevê. Sedema serek ya krîza sosyalîzmê ku hê jî ev kriz didome, ev zaboq bû.

ÇAREYA PÊŞÎ YA PKK’YA VEGUHERÎ

b-Çareseriya modêla nû ya ku PKK ya veguherî li ser hîmê pirsa Kurd datîne, neteweya demokratîk e ku ji her cure netew-dewletiyê pak bûye, jê qut bûye. Di kapîtalîzmê de şêwaza avakirina neteweyan, xizmetê ji qanûna karê zêde re dike. Rêya vê jî netew-dewlet e ku dînê nû yê modernîteyê milliyetgiriyê daye ber xwe. Milliyetgirî netew-dewletê, netew-dewlet milliyetgiriyê tîne. Di serdemên krîzê yên kapîtalîzmê de milliyegirî û netew-dewlet dibin faşîst. Sosyalîzm encex bi qasî ku karibe heq ji milliyetgriiyê û netw-dewletê xwe xilas bike dikare bibe alternatif û pergal. Rêya vê neteweya demokratîk û piyaseya aboriyê ya sosyal a bêkar e; li beramberî endûstrîyalîzma karê zêde ya kapîtalîzmê endûstriya ekolojik e.

c-KCK, di meseleya Kurd de ji netew-dewletê xwe pak kiriye, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû civakên etnik û netewî modêla çareseriya neteweya demokratîk pêşniyar dike û pratîk dike. Çareseriyên netew-dewletî ku modernîteya kapîstalîst tevahiya dîroka xwe di serdemên problemên netewî de weke tekane rêya çareseriyê pêşniyar kirî, dîrok kiriye gola xwînê.  Çareseriya netew-dewletî ne rêya çareserkirin pirsan e, rêya girankirinê, tundkirinê, geşkirina şer, bi vî rengî bi dest ve anîne karê zêde, pêkanîna endûstrîyalîzmê û domdarkirina vê ye. KCK rêya aştî û çareseriyê bi hêviya van sê lingên modernîteya kapîtalîst ve (netew-dewelt, karê zêde û endûstrîyalîzm) ve dihêle û li dijî wê hemanên neteweya dermokratîk (neteweya demokratîk, aboriya bazara sosyal a bêakr û endûstriya ekolojik), weke alternatif datîne.

d-Di serî de netew-dewleta Tirk, bi netew-dewletên Îran, Iraq û Sûriyê re, bi ser de, bi Dewleta Federa ya Kurd, çareseriya pirsa Kurd a bi aştî û nêzîktêdayina siyasî, encex bi qebûlkirina bûyina neteweya demokratîk a gelê Kurd (ev ji bo gelên din jî hewce ye) û weke encama sirûştî ya vî heqî, bi qebûlkirina statûya rêveberiya xweser pêkan e. Gaveke baş e û hêviyê dide ku warrê çareseriya netw-dewletan YE ji niha ve derî li çareya neteweya demokratîk vedike. Ji bo ku ev çareserî were pêşxistin, gav bi gav divê qada netew-dewletê were bertengkirin û qada civaka sivîl a demokratîk were berfirehkirin. Dewletên Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê jî heke dixwazin ji problema Kurd xilas bibin, weke gava pêşî divê bikevin rêyeke weke ya YE’yê. Pozisyona KCK’ê li ser vê bingehê ji aştî û çareseriya siyasî re guncan e. Astengiya li pêş çareseriya bi aştî û siyasî, projeyên qirkirina çandî ye ku ev dewlet bi rengekî nixumandî ferz dikin, ev polîtîka û kirinên wan e. Heke dev ji van biqerin û di serî de hêmanên din ên modernîteya demokratîk, di serî de neteweya demokratîk, aboriya bazara sosyal ku arman dikin kar sînordar bikin û qebûl bikin ku endûstriya ekolojik entegreyi pergalê bikin û bikin xwedî statû (destura bingehîn) wê rê li  aştiya mayinde û çareya siyasî were vekirin.

 SIÛDA ÇARESERIYÊ YA ÇARESERIYÊN BI NAVENDA HEWLÊR Û AMEDÊ

e-Çareseriya ku hegemonyaya kapîtalîzma global bi çarçoweya Projeya Rojhilatanavîn a Mezin (PRM) li netew-dewletên qirkeriya çandî ferz dikin, hewl tê dayin ku ji du liyan ve pêş bixin. Aliyê pêşî bi navenda Hewlêrê, avakirina netew-dewleta federe ya Kurd e û weke gava pêşî ya çareya netew-dewletiya domdijrêj têk pêkanîn. Aliyê di bi navenda Amedê çareseriya Kurd a li ser hîmê, ‘’mafê takeksî û çandî ye’’. Ev projeya ku YE û DYE xasma jî dixwaze di ser Hikûmeta AKP’ê re pêk bîne, rasterast an jî nerasterast bi yekerebûna dewleta Kurd a federe re ya bi navenda Hewlêrê were rêvebirin. Di ber xilasbûna ji PKK’ê û di şexsê KCK’ê de xilasbûna ji çareseriya siyaseta demokratîk û tasfiyekirina wê de, ev du rêyê weke jinavdeketinê li netew-dewletên qirkeriya çandî tê ferzkirin.  Ji bo ku desteka gel li pişt nîne, siûda wê projeya çareseriyê ya ku hegemonyaya kapîtalîzma global ferz dike, nîne.

KURDISTAN DI SEDSALA 21’Ê DE NAVENDA ŞOREŞ Û DIJŞOREŞÊ

Kurdistan hê ji niha ve di sedsala 21’ê de ji aliyekî ve bûye navenda şoreş û dijşoreşê. Xeleka herî qesl a modernîteya kapîtalîst e. Problenên gelê Kurdsitanê yên netewî û civakî bi rengekî ku bi reçeteyên liberal, takekesî û demagojiya mafên civakî nikaribe were bincilkirin giran bûye. Dema ku mijar pirsa Kurd be, netew-dewletî ku rê li ber kirinên qirkirina çandî vedike, ne ji hêla neteweyên ku têne çewisandin û ne jî ji hêla neteweyên ku diçewisînin ve êdî ketine hale ku probleman çêdikin ne ku probleman çareser dikin. Netewdewletî ku ji hêla modernîteya kapîtalîst ve jî bûye problem, her ku diçe ji hev difeşkile. Geşedanên netewî yên demokratîk di serê wan geşedanan de tên ku çareseriyê tînin. Modernîteya demokratîk tê maneya derbirînda teorik û gavên pratîk ên di vî alî de. KCK ku dibe derbirîna berbiçav a veguherîna neteweya demokratîk a li Kurdsitanê, rêya çareseriya modernîteya demokratîk a li Rojhilata Navîn ronî dike.

f-Di roja berdest de çareseriya KCK’ê di fetlonekê de ye. Bi rêya aştî û siyaseta dmeokratîk wê bi rêbaza çareseriya demokratîk pêk were. Ev rewş tenê wê bi berdana polîtîkayên îmha û înkarê ya têkilî netew-dewletan nemîne, wê li pênaseya rasteqîn a pirse binerin, di destura demokratîk a gerdûnî de li çareye bigerin, hem naveroka destura demokratîk û hem jî çareya wê bi mixatabê wê re par ve bikin. Ev çareserî ku yekerebûna dewlet û netewê ya welêt pêkan dike, hewceyî bi guherînên demokratîk e.

RÊŞANÎDÊRIYA ÎDEOLOJÎK Û POLÎTÎK A PKK’Ê

An jî heke pêşî li vê rêya ku tê xwestin bigirin, ya dimîne ew e ku KCK bi yek alî û bi şêwaza şoreşger, otorîteya xwe ya demokratîk ava bike û biparêze. Gelek hêmanên vê hene ku di vê rêyê de mirov bimeşe. Rênîşandêriya îdeolojîk û polîtîk a PKK’ê ku xwedî tecrûbeya ji 30 salî zêdetir e, desteka xurt a a gel ku bi şerê şoreşgerî hatiye ceribandin, hêza leşkerî ku li her qadê dikare berevaniyê bike, tora têkiliyên navxwe û derve yên berfireh, derfetê dide ku KC neteweya demokratîk ava bike, rê ve bibe û berevaniyê bike. Ev rê careke dî wê weke berê nexitime.  Heke mirov ne netewparêziya dewletê, netweya demokratîk li ber xwe deyne, her demê wê alîgirê çareserî û aştiyê be, bi hêzên netew-dewletê re ji diyalog û müuzakereye re vekirî be, heke di vê de ne serkeftî be, di rêya xwe ya eslî de, bi hêza xwe wê bi rengekî serkeftî avakirina neteweya demokratîk bidomîne, rê ve bibe û biparêze.

 (Ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.)

WÊ BIDOME