MHP'ya Başûrê Kurdistanê

Ev jî nîşan dide ku PDK ketiye xeta kavilbûnê. Ji ber ku zemîna pêlê dike ne saxlem e, xurt pê li erdê nake, ji her tiştî ditirse, li dijî her tiştî yekreng e, desthilataxwaz e û bi şêwazeke antîdemokratîk tevdigere.

Dewleta Tirk a faşîst bi dubarekirina 'yan hez bike an jî biterikîne' gelek komkujî kirin, qir kir, di komkujiyan de bi vê gotinê nîjatperestî geş kir û di nav gelan de dijimnatî kir. PDK jî îro eynî siyasetê li Başûrê Kurdistanê ji bo kesên ne PDK'yî li ser Kurdan ferz dike.

PDK ya ku rejîma qirker nabîne û li dijî wê nabe xwedî helwest bi dijminatiya li bara Tevgera Azadiyê, bi nûçeyên derew bi propagandaya ku dike, bi dijberiya xwe ya li dijî şoreşa Rojava û bi daxwaza ku şoreşê di nav pergale de bihelîne, bi hewldana ku şaşîyên şoreşê bibîne û teşhîr bike û gelek hêlên xwe nîşan da ku ji dijiminê Kurdan li paş nemaye. PDK li bara xeta PKK'ê tinebûna xwe dibîne.

Xeta PKK'ê Kurdê azad derdixîne holê. Ti berjewendî û milkparêziya wê nîne. Li her devera ku diçiyê piştî ku ji bo gel şer dike, talokeyên li ser gel ji holê radike û civakê rêxistinî dike, ew vedikişe. Me ev li Şengalê dît, li Şoreşa Rojava dît. Şêwaza siyasetê ya PKK'ê hêza resen a gel derdixîne holê.

PDK jî berevajî vê, ditirse ku hêza resen a gel derkeve holê. Ditirse ku gel xwe rê ve bibe. Ditirse ku hêza resen a gel derkeve holê û jiyaneke azad ava bike.

Di rejîmên yek partî û yek zilam de herî pir ji hêza gel tê tirsîn. Li Başûrê Kurdistanê rejîma ku PDK ferz dike rejîmeke wiha ye.

PDK bi siyaseta ku li Başûrê Kurdistanê li ser Kurdan ferz dike vê dibêje; an hez bike an jî biterikîne. Ev desthilata ku bi dehan caran nûçegihanan digire, kesê ku rexneyekê tîne ser PDK'ê gefê li wan dixwe, bi rengekî kiryar nediyar dikuje û dibe ku birevin derveyî welêt, rêbazên ku ji dewleta Tirk a faşîst hîn bûyî, li bajarên Başûr, heta ku jê tê bi cih dike.

Metîng Adugît li Bakurê Kurdistanê di nav xebatên siyaseta demokratîk de ma. Ji ferkirina 'an hez bike an biterikîne' ya dewleta Tirk reviya û biryar li ser da ku têkoşîna xwe li Başûrê Kurdistanê bidomîne, ji bilî Kampa Penaberan a Mexmûrê li ti deverê derfetên jiyanê nedît. Piştî ku ji Kamê hatî Hewlêrê hate revandin û ew kirin zindanê.

Kirinên PDK'ê yên li zindanan hate niha têra xwe nehatiye vegotin. Tê zanîn li zindanên PDK'ê, her cure êşkence, rêbazên zext û zordariyê,sarkirina ji jiyanê ku ji rejîma Beas standî, têne kirin. Ji girtiyên li zindana Akrê em hînî van bûn. Ên ku li ser vê mijarê pirtûk nivîsîn mijarê ronî dikin.  Kesên ku dikevin zindanê sax dernakevin, ev kirinên Beas ên li ser gelê Başûrê Kurdistanê ye. Nivîsên ku Bextiyar Elî li ser Apê Cemîl nivîsin, li ser vê mijarê dikare fikir bide me, ku Apê Cemîl li zindanên Beas hemû giraniya xwe ji dest dide. Niha ya ku vê dike û jê zêdtir dike PDK ye.

Metîn Adugît kirin zindanê, li zindanê krîza dil lê da, zext û êşkence lê hate kirin û dawiyê jiyana xwe ji dest da. PDK desthilateke wiha ye ku ji malbat û xizmên wî re jî mirina wî ranegihandin. Çaw ku dixwaze kesên ku kirin zindanê bidin jibîrikirin,  piştî ku mirî da jibîrkirin, êş bêmane kir, cenaze teslîmî malbatê kir. PDK ya ku ti hurmetê nade Kurdên berxwedêr, hurmetê nade miriyê Kurdan jî. Ev kirin eynî weke  yên dewleta Tirk in. PDK'ê îro bêîtîbar bûye, teslîmî faşîzmê bûye û desthilateke faşîst e.  Ji ber vê PDK li Başûrê Kurdistanê siyaseta, 'an hez bike an jî biterîken' bi cih tîne. PDK bûye MHP'ya Başûrê Kurdistanê.

PDK, Kurdan dike wesayitan li bajarên ser sînorên ku serweriya wan lê diqede datîne.

PDK nahêle jinên ducanî ji derfetên tibî sûd werbigirin, bi vê dibe sedema mirina zarokên di zikê dê de, ev jî nîşan dide ku ev siyasta faşîst berê xwe ne ku daye saxan, daye miriyan jî û ev pergala ku ji zarokê çênebûyî ditirse felata wê nîne.

Her wiha li dijî Kurdên ne weke xwe, nabin sedema şehîdbûnê, dilxwazên Tevgera Azadiyê, Kurdê ku slavê didin gerîla bi çavê dijimnan li wan dinere. Ev jî nîşan dide ku PDK ketiye xeta kavilbûnê. Ji ber ku zemîna pêlê dike ne saxlem e, xurt pê li erdê nake, ji her tiştî ditirse, li dijî her tiştî yekreng e, desthilataxwaz e û bi şêwazeke antîdemokratîk tevdigere.

Lê ti sûda tirsê li mirinê nîne. Kurdên berxwedêr pir berdêl dane, fedekariyên mezin kirin, lê wek ku PDK'ê dîtiye ku ev tiştên kirin ne beleheq in, xwedî maneyekê ne û garantînaya Kurdên azad e. Tirs dibe ku zêdetir bibe û êdî nema karibe were qebûlkirin, hevkariya bi dijmin re dibe ku zêdetir were geşkirin û bi rêyên dîtir lê bigerin ku xwe li ser piyan bihêlin.  Lê dawiya dawî xeta noker wê têk biçe, Kurdên azad ên ku netewebûna demokratîk dane ber xwe wê bi ser bikeve.