Ev demek dirêje ku tevahî cîhan bi şewba korona re di nav têkoşînekê de ye. Ango têkoşînekê ya xwe parastinê. Bêguman ev parastin pêwîste tenê ne di hêla mirin-mayînê de be. Parastina herê bi wate û mayînde ew e ku mirov di hêla hişmendî, ruh, fikir de xwe ji hişmendî, bê exlaqtî û bê çanditiya modernîteya kapîtalîst bi parêze.
Di demekê wisa de sond xwarê Kurda, dehaqên hemdem faşîstên sereke AKP-MHP ên ku xwe bi hişmendiyê îttîhat terakkî xwedî dikin, ji bo tinekirina Kurda di nava liv û tevgerê de ne. Ji bo ku Kurd nebin xwedî statuyek, li her deverê li hemberî Kurda di nava şerekê de ne. Bêguman ev şerê ku tê meşandin tenê di aliyê faşîstê sereke AKP-MHP ve nayê meşandin. Hêzên weke Emerîka, Rûsya, Îngîltere, Îsraîl ve ev yek tê destekkirin. Hêzên emperyal, kapîtalîst û desthiltdar bi rêya şerê taybet yê Tirkiye bi awayekî bi koordîne bi armanca gelê Kurd bi tepsîne û bi temamî ji dîrokê xilas bike nava di şerekê bêeman de ne. Bêguman ev ji bo gelê Kurd û ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn siyasetek gelek bi xetere û bi xwe re xeteriyên mezin jî tîne.
Ya herê bi xeter jî vê siyaseta xwe bi destê hêzên noker û netewperestên paşverû yên ku xwe weke partiyê Kurdan bi nav dikin PDK û YNK dimeşînin. Di Başûrê Kurdistanê de PDK û YNK qaşo partiyên ji xwe re dibêjin partiyên Kurd ji derveyî Kurditiyê, dijberê Kurtbûyînê her tiştê dikin. Ji xwe partiyên bê îrade û çarenûsa xwe xistine destê hêzên ji derve û ketine nava jiyenekê ketî yên ku ji wan re tê pozberkirin. Ev hêzên paşverû jî weke her tim di Kurdistanê de îxanet rewa dikin, ne tenê di Kurdistanê de rewa kirina îxanetê, kuştin û qetilkirina Kurdan jî rewa digrin dest. Her kes vê yekê baş dizane ku PDK hêzek bê îrade, her tim navka wê bi Tirkiye, Emerîka yê ve girêdayî ye. Ango ti carî ne bûye hêzek aîde miletê xwe. Bûye hêzek ku miletê xwe, nirxê miletê xwe yê manewî û madî di firoşe. Ev hêz ti carî ji bo parastina Kurd û Kurdistanê tênekoşiye. Her tim ji bo mala xwe û eşîra xwe tevgeriya ye. Mala Barzanî ti carî berjewendiyên gelê Kurd ne fikiriye. Di dîroka vê malbatê de ev rastî gelek eşkere ye. Ka em berê xwe bidin dîrokê; yek du mînak ji bo rastiya vê malbatê bese. Ma kî û çi bûn sedema têkçûna Komara Mahabad. Ma ne Mele Mistefe Barzanî piştevaniya Qazî Mihemed nekir. Hem vê yekê nekir, her wiha Komar û gelê Kurd nava lepên neyaran de hişt, pişta xwe dayê derbasê Iraqê bû û piştre jî çû Sovyetê. Mele Mistefe Barzanî dikarî bi pêşmergeyên xwe re bi neyar re şer bike, lê vê yekê nekir teslîmiyetê pejirand. Cardin ma ne heman Mele Mistefe Barzanî li hember hevpeymana Cezayîr xwe başde vedikşîne di bin navê aş betal de cardin teslîm dibe. Ev têkçûyîna ku tê jiyîn li Başûrê Kurdistanê dibe têkçûyîna tevahî Kurdan. Cihê ku destkeftiyên gelê Kurd bi parêze, xwedî li berxwedaniya Kurdan derbikeve, ango berjewendiyê eşirtî, ferdî kete pêşiya berjewendiyê gelek û welatek. Weke di roja me ya îro de tê jiyîn. Erê ev e malabata Barzanî… Ew malbata ku her tim gelê xwe, welatê xwe teslîmê neyar kiriye û pişta xwe dayê. Dagirkirina welatê xwe, xaka xwe, gelê xwe rawadibîne. Ev yek nebese îxanetê rewa dike nava Kurd û Kurdistanê de. Ew malbata ku ti carî bîrûbaweriya xwe bi gelê xwe re ne aniye. Her tim pişta xwe da ye hêz û dewletên dagirker, desthilatdarên ji derve.
Di rastiya xwe de weke ku pêşiyên me jî dibêje; ‘Malxweyê malê û diz şirikê hevin.’ Malbata Barzanî her tim ji hişmendî û aqlê netewbûyînê dûr e, her tim bi neyarên Kurdan re di nava hevpeymanan de ye, danûstandinê de ye, ji xwe bost bi bost Başûrê Kurdistanê firotiye. Di rastiya Zînê Wertê de jî ev derdikeve pêş. Ew planek û komployek din yê MÎT û Parastinê ye. Hem xwe dike malxweyê malê hem jî dibe şirîkê diz. Ma ev yek çawa dibe? Hûn bi xwe vê yekê bi hizirin, partiyekê qaşo ji bo Kurdbûyînê têdikoşe lê gelê xwe, welatê xwe dixe destê neyarê xwe de, kuştin, komkujî, talan, dagirkirin û destdirêjiya li ser gelê wê û xaka wê tê kirin temaşe dike.
Hêza herê mezin û bingehîn yekîtiya gel û gelane. Em weke Kurd çawa ku me di sedsala 20’an de berdela nebûna yekîtiya xwe bi berdelên giran da, di qirna sedsala 21’an de jî em vê yekê nekin da ku em cardin bi destê xwe bi berdelên giran re rû bi rû nemînin. Weke gelê Kurd pêwîste em vê rastiyê baş bizanin û li gor wê jî tevbigerin, ger ku em yekîtiya xwe ava nekin, em ê nikarin xwe ji dagirkirin, kuştin, qetilkirin û tinebûyînê rizgar bikin. Em baş berê xwe bidinê tevahî hêzên serdest xwe li ser tinebûyîna Kurdan her tim ji nû ve avakirine. Baş tê zanîn ku hikûmeta faşîst a AKP-MHP têkçûyînek gelek xirab dijî, ji bo ku ji vê têkçûyîna xwe derkeve cardin armanc dike ku Kurd li hember Kurdan bide şer kirin û qirkirin. Hêz û tevgerên ku hebûna xwe bispêre hêzên hegemonîk wê her tim têkçûyîn û tûnebûyînê re rûbirû bimînin. Di tevahî şoreşan de lingê bingehîn rêxistinbûyîn û yekîtiya netewe yî ye. Ev hişmendî û fikir di gelê Kurd de hatiye avakirin ku êdî bi destên neyar Kurd hev qirkirinê re derbas neke. Bi fikir û hişmendiyekê netewî û rêxistinkirî em dikarin yekîtiya netewî avabikin. Ev zemîn ji herdeman zêdetir di Kurdan da avabûye. Ji bo vê yekê em bi her awayî ji bo yekîtiya netewiya Kurd ji ti xizmetê xwe başde nekşînin. Em bi nasnameyekê/î netewî ji bo berjewendiyê yekîtiya netewîbûyînê Kurd di nava xebatê debin û têbikoşin. Gelê Kurd gihiştiye wê astê ku yekîtiya netewî ava bike. Êdî pêwîste tevahî gelê Kurd vê yekê baş bi hizire û baş tevbigere ku yekane rêya serkeftinê hevgirtin û yekîtiya netewî ye.