Lozan: Qirkirina sedsalê

Bi Peymana Lozanê ya ku di 24’ê Tîrmeha 1923’an de sed sal berê hat îmzekirin, gelê Kurd ji aliyê pergala cîhanê ya hegemonîk ve nehat naskirin û tune hate hesibandin. Ji Lozanê û vir ve qirkirin li ser gelê Kurd tê ferzkirin.

Di vê sedsalê de ku bi Peymana Lozanê dest pê kir, hemû hêzên navneteweyî her cure piştgirî dan qirkirina Kurdan. Îro di siyaseta navneteweyî de Kurd û mafên wan nayên naskirin, di her firsendê de îmha li ser Kurdan tê ferzkirin. Dema ku Kurd di salvegera 100’emîn a Lozanê de li ber xwe didin, pergala navneteweyî hewl dide qirkirina Kurdan temam bike.

Peymana Lozanê gelê Kurd di serî de qedera gelên li ser vê axê diyar kir. Bi sînorên nû yên piştî Împaratoriya Osmanî hatin afirandin, ne tenê erdnîgarî, civak jî parçe bûn. Di bingeha vê parçebûnê de gelê Kurd û Kurdistan hebû. Di Peymana Lozanê de gelê Kurd nehat naskirin û gelê Kurd tune hate hesibandin. Dewletên herêmê, bi taybetî jî Komara Tirkiyeyê, bi cesareta tinehesibandina Kurdan, heta ji destê wan hat Kurd qetil kirin. Gelê Kurd piştî Lozanê ji aliyê siyasî, çandî û fizîkî ve di nava qirkirinê de ma. Kiryarên herî hovane yên qirkirin û qetlîamên di dîrokê de, ji aliyê gelê Kurd ve hate jiyîn. Gelê Kurd li hemberî van polîtîkayên qirkirinê yên sed salî li ser wan tên meşandin, bi berxwedaneke bêhempa bersivê didin û li ber xwe didin.

KURDISTAN DI NAVBERA ÇAR DEWLETAN DE HATE PARÇEKIRIN

Mirovahî bi şerê cîhanê re kete sedsala 20’emîn. Di navbera salên 1914 û 1918’an de Şerê Cîhanê yê Yekem pêk hat. Ev şer li herêmên ku Împaratoriya Osmanî lê desthilatdar bû û li erdnîgariya Ewropayê bû. Li aliyekî şer Îngiltere, Fransa, Îtalya û Rûsya hebûn, li aliyê din jî Elmanya, Osmanî, Awûstûrya-Macarîstanê cih girtibûn. Di encama şer de împaratoriyên Osmanî û Awûstûrya-Macaristan ji hev belav bûn û netewe-dewletên nû derketin holê. Pêvajoya guhertina sînoran demek dirêj girt. Di vê heyamê de li ser maseyê di bin navê “hevdîtinên aştiyê” de di navbera dewletan de peyman hatin çêkirin. Di peymanên li ser Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê de ji bo Kurdistanê planên cuda hatin çêkirin. Erdnîgariya Kurdan a ku di sala 1639’an de bi Peymana Qesrî Şîrînê di navbera Împeratoriyên Sefewî û Osmaniyan de hatibû parvekirin, di sedsala 20’an de bi peymanan bû çar parçe. Bi Peymana Sewrê ya 10’ê Tebaxa 1920’an de, bi peymana Lozanê ya di 24ê Tîrmeha 1923’an de û bi Peymana Enqereyê ya di 5ê Hezîrana 1926’an de êdî Kurdistan di bin serweriya çar dewletan de bû.

YA HERÎ GIRÎNG LOZAN BÛ

Di nav van peymanan de Lozan ji bo Kurdan peymana diyarker bû, ji ber ku nûnerên gelê Kurd ne di nav de bûn. Nêzîkatiya siyaseta navneteweyî ya li hemberî gelê Kurd derketiye holê. Qet qala Kurdan nehatin kirin û Kurd tune hatin hesibandin. Gelê Kurd ku bi hezaran sal in li Mezopotamyayê jiyaye û xwedî çanda herî kûr bûye, bûye qurbaniya berjewendiyên dewletên hegemon. Hebûna Kurdan di nav pergalê de çênebû. Li ser axa Kurdistanê wê tu tişt ne wekî berê bûye. Ji bo Kurdan ku civaka herî kevn a vê axê bûn; pêvajoya îmha, înkar û qirkirinê hate destpêkirin.

ÎNGÎLTEREYÊ SERÎ KIŞAND

Hêzên hegemonîk ên ku bi dewleta Tirk a nû avabûyî re li hev kirin, garantî dan ku wê ti mafî nedin gelê Kurd. Bi taybetî hêzên emperyalîst ên bi pêşengiya Îngiltereyê li ber qirkirina Kurdan vekir. Êdî gelê Kurd di qada navneteweyî de nedihat naskirin û di warê siyasî de behsa Kurdan nedihat kirin. Destûr dan dewletên herêmê, bi taybetî jî dewleta Tirk ku qirkirina Kurdan pêk bînin. Hemû cîhan wê Kurd bi tenê bihiştina. Di siyaseta cîhanê de kesî Kurd nedidît û bi Kurdan re hevaltî nedikirin. Gelê Kurd weke gelekî bêyî parêzvan, xwe bi xwe ma. Heke îro jî behsa pirsgirêka Kurd a ku sed sal e didome tê kirin, mîmarê vê yekê hêzên navneteweyî ne. Tu dewleteke herêmê bêyî piştgiriya navneteweyî nikarîbû qirkirina Kurdan pêk bîne.

Dewletên nû yên ku piştî peymana Lozanê li herêmê hatine ava kirin, wê xwe li ser esasê qirkirina Kurdan ava bikirina. Hemû pêkhateyên netewî yên dewletên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê li ser esasê tinekirina gelê Kurd wê karekterê xwe bi dest bixistina. Di hemû makeqanûnên ku hatin amadekirin de cih nedana Kurdan. Ji niha û pê ve her tişta li ser navê Kurd û Kurdistanê wê wekî tiştekî qedexe bihata dîtin. Di demokrasî û nirxên çandî yên bi giştî behsa wan tê kirin de ferzkirina yek neteweyê jî wê derketa pêş. Di demokrasiya sedsala nû de wê ziman, çand û hebûna Kurdan qedexe bûya. Êdî ti kesî nikarîbû li ser navê gelê Kurd siyasetê bike. Ger Kurdan siyaset bikirana, wê weke rêbir, serhildêr û cihêxwaz bihatina dîtin û wê qetlîamên li ser Kurdan normal bihata dîtin.

QIRKIRINA DI NAVBERA SALÊN 1923-1938’AN DE

Dewleta Tirk bi hincetan bi artêşa xwe wê êrîşê herêmên Kurdan kiriba. Êdî li dijî gelê Kurd şerekî qirkirinê dest pê kir. Di navbera salên 1923-1938’an de gelê Kurd di qirkirinê re hat derbaskirin. Di vî demî de gelê Kurd hewl da bi 28 berxwedanan xwe biparêze, lê encam neguherî. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya artêşê û piştevaniya navneteweyî li dijî Kurdan komkujiyên mezin pêk anî. Kurdistan ji nû ve hat dagirkirin. Hemû pêşeng û kesên beşdarî serhildanan bûne, hatin darvekirin. Li ser Kurdistanê teror hat kirin. Bi milyonan Kurd hatin qetilkirin. Yên ji komkujiyê rizgar bûbûn jî, hatin sirgûnkirin. Kiryarên herî hov ên dîrokê li ser erdnîgariya Kurdistanê pêk hat. Hêzên navneteweyî jî bi bêdengî temaşeyî vê qirkirinê kirin. Hêzên navneteweyî tevî banga nûnerên Kurdan jî bi ti rengî dernexistin û her cure piştgirî dan dewleta Tirk.

DÎSA DESTKEFTIYÊN KURDAN DI HEDEFÊ DE YE

Ji Peymana Lozanê û vir ve, di 100 salên derbasbûyî de ji bo Kurdan çi hat guhertin? Di aliyê polîtîkaya navneteweyî de tiştek nehatiye guhertin. Tevî rêxistin û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, hêzên navneteweyî statuyekî nadin Kurdan û weke gelekî nas nake. Îro li Rojava pêvajoyekî şoreşê heye. Aktorê sereke yê şerê li dijî DAÎŞ’ê, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû. Tevî pêvajoya şoreşê ya 100 salan a derbasbûyî jî, hîna Kurd weke siyasî nayên qebûlkirin. Îro ji bo ku şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe civînên navneteweyî tên lidarxistin, lê Kurdan venaxwînin van civînan. Mîna di sedsala borî de yek armanca van civînan heye; tunekirina destkeftiyên Kurdan û astengkirina pêşketina demokratîk.

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BÊDENG IN

Dewleta Tirk li her derê li dijî gelê Kurd êrîşan pêk tîne. Lê ti hêzên navneteweyî deng dernaxînin. Dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî bajarên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Dîsa li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla her cure çekên qede bi kar tîne, lê hêzên navneteweyî deng dernaxînin. Dewleta Tirk ev qas cesaretê helbet ji hêzên navneteweyî digire.

XETERIYA KU BI LOZANÊ DEST PÊ KIR, NEQEDIYA

Kurdan di sedsala borî de di rêjeyeke mezin de Lozan pûç kirin û destkefiyên xwe parastin. Bi Lozanê re navê Kurdan jî hat qedexekirin. Kurdan karî careke din jî rabin ser piyan. Bi taybetî bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re di 50 salên dawî de Kurd ji nû ve zindî bûn. Gelê Kurd îro hîn bi rêxistintir e; xwediyê zanebûna neteweyî, siyasî û civakî ye. Tevî ev qas serkeftina Kurdan, mirov nikare bêje ku xeteriya bi Lozanê re dest pê kiriye, qediyaye. Di sedsala nû de pêvajoyeke hîn dijwartir û bi tevger li benda Kurdan e.