Li sê bajarên Îtalyayê gelek çalakî hatin lidarxistin

Li bajarên Roma, Torîno û Venedîkê yên Îtalyayê Kurdan û dostên wan êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Li Romayê bi pêşengiya Komîteya Kurdan êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin. Gelek saziyên civakî û rewşenbîrên Îtalyan piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de bang li hikumeta Îtalyayê hate kirin ku bila têkiliyên xwe yên leşkerî, ekonomîk û siyasî yên bi Tirkiyeyê re bide sekinandin.

TORÎNO

Li Torînoyê jî êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin. Di çalakiyê de posterê Têkoşer Piling (Orso Orsettî) hate hildan a ku di 18’ê Adarê de li Rojava şehîd bûbû.

Li Qada Pîazza Castelloyê jî nûnerên Frîdays For Fûtûre çalakiyek li dar xistin. Xwepêşanderan bankaya Unûcredît şermezar kirin a ku piştigiriyê dide rejîma AKP’ê.

VENEDÎK

Li Venedîkê jî Kurd û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.  Di xwepêşandanê de hate xwestin ku bila ceza li Tirkiyeyê were birîn. Girseyê piştre li ser pira dîrokî ya Venedîkê meşale vêxistin.