Kurdistan di demek dîrokî de ye. Li gel derfetên serketinê û qezencên mezin, tehlûkeyên mezin jî hene. Bêguman dijminên Kurdan naxwazin Kurd bigehin jiyana azad û demokratîk. Jiyana azad li aliyekî, hebûna Kurdan jî qebûl nakin. Ji ber vê sebebê êriş û polîtîkayên bi armanca qirkirin û tinekirina Kurdan dimeşînin.
Serkêşê dijminên Kurdan jî dewleta Tirk e. Dijmin her demê tehlûkeyan çêdikin. Lê niha ji dijminan zêdetir ji bo Kurdan tehlûkeyeke mezin hevkariya li gel dijminan e. Feydegirtina dijminan ji hin partiyên Kurdan, tehlûkeyê bi xwe re tîne. Bi taybetî têkiliya PDKʼê ya li gel dewleta Tirk ji 4 beşên Kurdistanê û Kurdan hemûyî re xeteriyê çêdike. Niha divê destpêkê pêşî li vê xeteriyê were girtin. Rojeva Kurdan ya lezgîn ev e. Heke pêşiya vê tehlûkeyê neyê girtin, mijûlbûna bi rojevên din re xwe xapandin û xeflet e. Gelê Kurd ji bo vê xeteriyê ji holê rake, yekîtiya neteweyî dixwaze. Nebûna yekîtiya navxweyî, di dîrokê de zirarên mezin daye Kurdan. Ji ber vê ji Kurdan re yekîtiya neteweyî bûye hesreteke mezin. Lê dijminên Kurdan herdem ji bo ev yekîtî pêk neyê xebitîne. Herdem xencer li yekîtiya Kurdan dane. Ev xencer jî Kurdê xayîn û hevkar bi xwe bûye. Ev heqîqet bûye birîna dîrokî ya Kurdan. Kurd dixwazin bi pêkanîna yekîtiya neteweyî vê birînê baş bikin û bi pakî devê birînê bigirin ku careke din venebe.
Ya rastî, mesele ji bo gelê Kurd çareser bûye. Li 4 beşên Kurdistanê yekbûna hest û armancê pêk hatiye. Civaka Kurd yekîtiya neteweyî pêk aniye. Lê hevkariya bi hêzên derve re, yekîtiya di navbera hêzên siyasî de asteng dike. Ev heqîqet hemû ferz dikin ku mijara yekîtiya neteweyî hîn rasttir were nirxandin. Dara xweziyan şîn nabe. Yekîtiya navxweyî jî tenê bi daxwazê pêk nayê. Divê xebatên yekîtiya neteweyî xwediyê fonksyoneke berbiçav û şênber bin. Eger niha têkiliya PDKʼê ya bi Tirkiyê re rê dide dijmin êrişî her derê bike, divê li hemberî vê têkiliyê helwêst were girtin. An jî di gotinê de ti wateya yekîtiya neteweyî û xebatên wiha tineye. Ji ber ku niha divê bi lez dagirkirina dewleta Tirk ya Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê bê rawestandin. Divê êrişa li ser Şingal û Mexmûrê were rawestandin. Divê di serî de jî hevkariya PDKʼê ya bi Tirkiyê re were rawestandin. Ji ber ku niha xeterî û tehlûkeya herî mezin ya neteweyî ev e. Wê demê divê xebat û helwêsta neteweyî ya sereke pêşîgirtina li vê metirsiyê be. An jî em rabin bêjin bila di navbera Kurdan de şer nebe; birakujî nebe, tê wê wateyê, em ê vê nêzîkatiya PDK’ê nebînin. Ev ê bibe vegotineke netêr ya rojevê û bersiva pêdiviyan nade. Niha xebat û helwêsta yekîtiya neteweyî ew e; ji PDK’ê re bê gotin dest ji hevkariya bi Tirkiyê re berde. Heke ev helwêst neyê raberkirin, PDK vî awayê xwe bidomîne di asta neteweyî de wê zirar û xisareke mezin çêbe. Kurtûkurmancî, di vê qonaxê de çi xebateke bi navê yekîtiya neteweyî ku li dijî PDK’ê ne xwedî helwêst be, nabe xebata yekîtiya neteweyî.
Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker, musteşarê wê yê MÎT'ê çima diçin Hewlêrê? Eşkere ye ku ji bo hevkariyeke leşkerî çûne Hewlêrê. Ya pêşî tê bîra mirovî, tevgereke dagirkirinê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Jixwe dewleta Tirk Hezîrana par li dijî Heftenînê tevgera dagirkirinê dabû destpêkirin. PDK’ê jî piştî êrişa li dijî Xinêrê û Heftenînê, di serî de Gare, hêz li derdora herêmên gerîlla kom kiribû. Tê fêmkirin ku ev hemû di çerçoveya pîlanekê de pêk tên. Wê tevgerên dagirkirinê berfireh bikin. Bi vî awayî PDK jî wê bi dewleta Tirk re bibe yek û êrişî gerîlla bike. Li aliyê din, sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdarên PDK’ê ve tê girtin û hêz tê veguheztin. Ev dorpêç jî li ser daxwaza dewleta Tirk pêk tê.
Ev rûdan hemû ferz dikin ku gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî pir hişyar bin û bikevin nava tevgerê. Êdî ti wateya bangên ji bo PDK û PKK’ê tinene. Di vê rewşê de lazim e ku bang li PDK’ê bikin. Hetta bang jî têrê nake. Divê gelê Kurd û hêzên siyasî li dijî PDK’ê bibin xwedî helwêst. Helwêsta ku di dema wê de neyê raberkirin jî dê bi Kurdan bide windakirin. Êrişa pêk bê, wê tenê ne li dijî gerîlla an jî şoreşa Rojava be. Ev êriş li dijî Kurdan hemûyan e. Êrişa reşkirina paşeroja Kurdan e. Ji vî alî de, tam dema raberkirina helwesta neteweyî ye, dem ev dem e. Heke di vê demê de helwêsta neteweyî nebe, ew ê kengê be. Lewma niha lazim e ku xebatên neteweyî hemû berê xwe bidin êrişên dewleta Tirk yên dagirkirina Kurdistanê û pêşî li hevkariyê bê girtin. Ew hêza gelê Kurd û raya giştî ya Kurdan heye ku vê bikin.
Belkî beriya 20-30 salan ew hêza Kurdan tine bû pêşî li hevkariya bi dijminan re bigirin. Lê niha li 4 beşan rastiyeke neteweyî ya Kurdan û raya giştî ya Kurdan çêbûye. Di nava 30-40 salên dawî de ronakbûneke mezin ya Kurdan pêk hatiye. Wisa bûye ku îro ne tenê li Rojhilata Navîn, Kurd bûne gelê herî azadîxwaz, herî demokratîk yê cîhanê.
Bi hêviya netewebûna Kurdan ya pêşdikeve û raya giştî ya Kurdan pêşî li xirabiyên navxweyî bigire, rê veke ku Kurd li hemberî dijminan bi hêz rawestin, di vê dema dîrokî de bibin xwedî statu.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA