Qirêjiya AKP'ê: Komeleyên 'Ocak' û hevkarên wan

Komeleyên bi navê 'ocak' ku AKP'ê ji bo karên narkotîkê, fûhûş, spîkirina pereyê reş û bikaranîna di êrişên leşkerî de ava kiriye, li Kurdistanê karên qirkirina çandî û fîzîkî dimeşînin.

Bloka faşîst a AKP-MHP'ê weke hikumeteke şer li ser kar e. Ne tenê şerekî ji rêzê ye; şerekî welê ye ku giraniyê dide ser şerê navxweyî, dixwaze muxalîfan û Kurdan ji aliyê fîzîkî û civakî ve qir bike. Ev ne îdîayeke bêbingeh e. Li Kurdistanê li gel xizanîkirin, sîxurkirin, karên fûhûş û narkotîkê, her wiha rêxistiniyên paramîlîter qirkirina fîzîkî ferz dikin. Bûyerên ku rojên dawî li Cizîrê di navbera malbatan de rû dan, ku weke 'bûyereke ji rêzê ya navbera çend malbatan hate nîşandan', di rastiyê de di navbera malbatên hevkarên dewletê û welatparêzên nêzî têkoşîna azadiyê de qewimîn.

ŞÎRÎNÊ BER DILÊ SOYLÛ: CELÎL BEGDAŞ

Hikumeta faşîst a heyî erka tam da Soylû û jê xwest ku li cografya Kurdistanê bingeha şer û kaosê biafirîne. Ji ber vê yekê bi parastina polîsan hin malbat li ber avahiya HDP'ê ya Bajarê Amedê hatine rûniştandin. Kesê bi navê Celîl Begdaş ku 'serkêşiyê' ji van malbatan re dike, li bajêr karên mafya dike. Mîna Suleyman Soylû li bajêr digere.

KOMELEYÊN KU HEMAN ROJÊ AVA BÛN

Her wiha polîsên fermî û nefermî yên li nava emniyetê, li bajarên Kurdistanê bi çeteyan tevdigerin û di bin navê 'rêxistinên civakî yên sivîl de' komeleyan didin avakirin, gefê li civaka kurd dixwin, asîmîle dikin û karên dejenerekirinê dimeşînin. Piraniya van komeleyan jî di dema hewldana darbeyê ya bi kontrol a 15'ê Tîrmehê hatin avakirin. Ji xwe ev rastî di malperên wan de jî tê dîtin. Eger lêkolîneke berfireh bê kirin wê were dîtin ku çend ji wan heman rojê serî li heman saziyê dane ji bo ava bibin. Hejmara van jî nêzî 40 komele ne.

KARÊN QIRÊJ DIMEŞÎNIN

Ji nava van komeleyan em ê tenê yên ku navê 'ocak' li ser wan e binirxînin. Ji bilî wan bi dehan komele hene ku xizmetê ji polîtîkayên qirêj ên desthilatdariyê re dikin. Lê belê beşeke biçûk a komeleyên bi navê 'ocak' beriya darbeyê, piraniya wan jî piştî darbeyê ava bûn. Destpêkê gava ava bû ji bo 'pêşîgirtina li bandora darbeyê ya gengaz' ji bo peydakirina hêza paramîlîter ava bûn, lê niha karên spîkirina pereyê reş, tevlîbûna li nava perwedeyên leşkerî, beşdariya li êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, bazirganiya fûhûş û narkotîkê û karên sîxuriyê li bajarên Kurdan dimeşînin.

MALBATÊN ENSARÎOGÛLLARI Û ARZÛOGÛLLARI

Komeleyên ocak, tevnên xwe yên li Kurdistanê ji berê ve bi rêya malbatên bi dewletê re ne datîne. Mînak karên mafyayî yên weke spîkirina pereyê reş, trafîka narkotîkê û karên mîna wan li Amedê ji aliyê kesên ji malbatên Ensarîogûllari û Arzûogûllari ve tên meşandin. Ji xwe du kesên ji van malbatan demekê 'wekîltî' ji AKP'ê re kirin; Galîp Ensarîoglû û Kûtbettîn Arzû. Her wiha gelek bajarên Kurdistanê di hedefa van komeleyan de ne. Li bajarên Şirnex, Cizîr, Gever û Êlihê polîs, leşker, cerdevan û hevkarên xwe yên herêmî di ser van komeleyan têne birêvebirin.

MALBATA BARKIN A NOKER

Îbrahîm Barkin tê bîra her kesî ku beriya çend rojan li Silopiyayê jineke bi navê Sakîne Kulter bi kêrê qetil kir, piştre rûyê wê şewitand û ew avêt ser sergo. Kujer û tecawizkar Barkin ne kesekî welê ji rêzê hatiye hilbijartin. Malbata wî ji Silopiyayê ye, ji bajarokê Başverîmlî ye. Vê malbatê ti carî piştgirî nedaye siyaseta çep an jî muxalîf. Ji dema ku siyaseta Tirkiyeya pirpartiyî serwer bû û vir ve piştgirî da DP, MHP, MSP, DYP, ANAP û AKP'ê. Ji ber vê ve noker bûye û bi vê wesîleyê jî cihê xwe di nava saziyên cemaweriyê de girtine. Îbrahîm Barkin jî ji xwe li Îdareya Taybet a Bajêr dixebite. Barkin rojeke bi tenê jî neçûye saziya ku lê dixebite. Weke xelata meşandina polîtîkayên qirkirina civakî ya Komeleya Tevgera Taybet, li Îdareya Taybet a Bajêr tevlî kar hate kirin. Tevî ku naçe kar jî mehane maeş jê re tê dayin û sîgorta wî tê dayin.

APÊ WÎ JÎ YEK JI 'ZILAMÊN' SOYLÛ BÛ

Kujer Barkin di heman demê de biraziyê Halît Barkin e ku zilamê Soylû bû. Halît Barkin serokê şaxê Cizîrê yê Tevgera Mayindebûna Mîlî bû ku bi temamî di bin fermandariya Soylû de ye. Halît Barkin ku li Cizîrê hostayê lêkirina dîwaran bû di demeke kurt de li karê înşaetê karên ne li rê kir û bi milyonan lîre pere bi dest xist. Bi piştgiriya qeyûmê li Şaredariya Cizîrê gelek kes mexdûr kir. Bi soza kar pere ji mirovan stand û derdora 5 milyon lîreyê Tirk kom kir û winda bû.

ÎBRAHÎM BARKIN Û TÊKILIYA BI KOMELEYÊ RE

Çîroka nelirêtî û nokeriya bi dewletê re ya malbata Barkin ne tenê bi vî rengî bû. Em bên ser wezîfeya kujer Îbrahîm Barkin a li nava Komeleya Ocakên Tevgera Taybet (OHOD). Komele komeleye welê ye ku polîsên tevgera taybet endamên wê ne. Ev komele jî ji bo karên qirêj ên AKP'ê bike hatiye avakirin. Mîna Tevgera Mayindebûna Mîlî. Îbrahîm Barkin ji ber nokeriya bi dewletê re dibe serokê şaxê Şirnexê yê OHOD'ê. Li gorî agahiyan komele karên; xistina jinan, nelirêtî, fesadiya di îhaleyê de, narkotîkê dimeşîne. Endamên polîs ên komeleyê jî van karên qirêj dikin, lê belê sivîlbûna Barkin gelekî bi kêrî wî tê. Ji ber vê yekê Barkin di vî karî de ji saziyên cemaweriyê maeş stand, tevî ku qet neçû kar. Têkiliya Barkin bi hêzên qirêj ên dewletê re, bi qetilkirina Sakîne Kulter eşkere bû.

LÎSTEYA KOMELEYÊN OCAK

Lîsteya komeleyên ocak ku endamên paramîlîter peyda dikin û karên qirêj ên dewletê dimeşînin wiha ye:

Komeleya Anatolî ya 15'ê Tîrmehê (15 Temmuz Anadolu Derneği), Komeleya Ocakên Îradeya Mîlî ya 15'ê Tîrmehê (15 Temmuz Milli İrade Ocakları Derneği), Komeleya Ocakên Ahî (Ahi Ocakları Derneği), Komeleya Çand û Perwerdyê ya Ocakên Ahmet Yesevî (Ahmet Yesevi Ocakları Eğitim ve Kültür Derneği), Komeleya Ocakên Ak Alem (Ak Alem Ocakları Derneği), Komeleya Ocakên Ak (Ak Ocakları Derneği), Komeleya Ocakên Ak Ulkum (Ak Ülküm Ocakları Derneği), Komeleya Piştevanî û Çand û Perwedeyê ya Ocakên Alperen (Alperen Ocakları Eğitim Kültür ve Dayanışma Derneği), Komeleya 1071 a Ocakên Vejînê ya Anatolî (Anadolu Diriliş Ocakları 1071 Derneği), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Ocakên Anatolî (Anadolu Ocakları Yardımlaşma ve Dayanışma Derneği), Komeleya Çand û Perwerdeyê ya Ocakên Ata (Ata Ocakları Eğitim ve Kültür Derneği), Komeleya Ocakên Ayyildiz (Ayyıldız Ocakları Derneği), Komeleya Piştevanî û Çandê ya Ocakên Başyucelîk (Başyücelik Ocakları Kültür ve Dayanışma Derneği), Komeleya Ocakên Fikir a Rojhilat a Mezin (Büyük Doğu Fikir Ocakları Derneği), Komeleya Ocakên Buyuk Gokturk (Büyük Göktürk Ocakları Derneği), Komeleya Ocakên Perwerde û Çandê ya Cennet Mekan Sûltan Abdulhamîd Han (Cennet Mekan Sultan Abdulhamid Han Kültür ve Eğitim Ocakları Derneği), Komeleya Alîkariya Civakî û Çandî ya Ocakên Devletî Alliye (Devleti Aliyye Ocakları Kültür ve Sosyal Yardımlaşma Derneği), Komeleya Alîkarî û Çandê ya Perwerde ya Ocakên Enderûn (Enderun Ocakları Eğitim Kültür ve Yardımlaşma Derneği), Komeleya Çand û Perwerdeyê ya Ocakên Ergenekon (Ergenekon Ocakları Eğitim ve Kültür Derneği), Komeleya Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Ocakên Ergtûgrûl (Ertuğrul Ocakları Sosyal Yardımlaşma ve Dayanışma Derneği), Komeleya Piştevanî, Çand û Perwerdeyê ya Ocakên Goktûg (Göktuğ Ocakları Eğitim Kültür ve Dayanışma Derneği), Komeleya Ocakên Îstîklal (İstiklal Ocakları Derneği), Komeleya Ocakên Ak Kizilelma (Kızılelma Ak Ocakları Derneği), Komeleya Çand û Perwerdeyê ya Ocakên Kizilelma (Kızılelma Ocakları Eğitim ve Kültür Derneği), Komeleya Ocakên Vejînê ya Osmanî (Osmanlı Diriliş Ocakları Derneği), Komeleya 1299 Ocakên Osmanî (Osmanlı Ocakları 1299 Derneği), Komeleya 1453 Ocakên Osmanî (Osmanlı Ocakları 1453 Derneği), Komeleya Ocakên Osmanî (Osmanlı Ocakları Derneği), Komeleya Piştevanî û Çandê ya Ocakên Osmanî (Osmanlı Ocakları Kültür ve Dayanışma Derneği), Komeleya Ocakên Tûran a Osmanî (Osmanlı Turan Ocakları Derneği), Komeleya Ocakên Destpêkê Welat (Önce Vatan Ocakları Derneği), Komeleya Perwerde û Çandê ya Ocakên Oz Hîlal (Öz Hilal Ocakları Kültür ve Eğitim Derneği), Komeleya Ocakên Tevgera Taybet (Özel Harekat Ocakları Derneği), Komeleya Ocakên Reîs (Reis Ocakları Derneği), Komeleya Ocakên Selçûklû (Selçuklu Ocakları Derneği), Komeleya Ocakên Alîkariya bi Ciwanan Hemûyan re (Tüm Gençler Yardımlaşma Ocakları Derneği) û Komeleya Ocakên Yenîçerî (Yeniçeri Ocakları Derneği).

ANF | 'Sivîl'ên SADAT'ê di êrişên leşkerî de têne bikaranîn (anfkurdi.com)