BI DÎMEN

Jinên Rewşenbîr: Mifteya çareseriyê Rêber Apo ye

Leyla Ibrahîm û Anahîta Sîno diyar kirin ku di vê pêvajoyê de azadiya Rêber Apo pir girîng e û gotin, mifteya çereseriyê Rêber Apo ye.

Ev 26 sal in Rêber Apo li zindana Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dîlgirtin. Her wiha tecrîdekî girankirî jî li ser Rêber Apo berdewam e. Piştî ketina Esad û zêdebûna şer li Sûriyeyê, çareserî nema hat peydakirin. Lê belê tenê Rêber Apo ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareserî ye. ji ber wê jî di van demê dawî de hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin da ku riyên çareseriyê werin nîşandan.

Jinên Rewşenbîr ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me ANF’ê re axivîn û behsa giringiya azadiya Rêber Apo kirin.

Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Leyla Ibrahîm di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku çareseriya van geşedanan Rêber Apo ye û wiha axifî: “Em vê meha ku tê de Rêberê gelê Kurd ji aliyê dijmin ve hat girtin, bi tundî şermezar dikin. Ev komplo li ser Rêber Apo hat çêkirin û tevahî gelê Kurd xist hedefa xwe. Rêber Apo ji bo giştî gelên Rojhilata Navîn xebat kir û azadî li gelan belav kir. Dewleta Tirk a dagirker rê ne dida malbat û parêzerên Rêber Apo pê re hevdîtin bikin. Ji ber ku dixwestin di şexsê Rêber Apo de vîna gelê Kurd bişkê.”  

Leyla Ibrahîm anî ziman ku piştî rejîma Baas ket û hukmekî nû hat li ser desthiladariya Sûriyeyê û geşedan pir bûn û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk neçar ma ku rê li ber hevdîtinên bi Rêber Apo re veke û riya çareseriyê ji gelan re bide nîşandan. Ji ber ku azadiya Rêber Apo di vê rewşê de ya herî giringe. Ez dikarim bibêjim ku çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn Rêber Apo ye. Her wiha berî ku vê hevdîtinê jî pêk bîne dewleta Tirk bixwe çûn cem Rêber Apo û riyên çareseriyê jê xwestin. Rêber Apo ji bo her tiştî çareseriye û wê ti kes nikaribe Rêber Apo û gel ji hev qut bike. Wek ku me dît di vê dema dawî de peyamên Rêber Apo yên ku gihiştin Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi xwe re gelek guhertin çêkirin. Eger em li riya çareseriya Rojhilata Navîn bigerin pêwîste em berê xwe bidin Îmralî. Mifteya çareseriyê Îmralî ye. Çawa Rêber Apo ji bo me projeya Netewa Demokratîk ava kir, dê ji bo me aştî û azadiyê jî misoger bike. Em her tim dibêjin divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe. Hêza jinan a sereke Rêber Apo ye û wê ti hêzên qirker nikaribin car din hêza jin bişkînin.”

Hevseroka Yekîtiya Rewenbîran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Anahîta Sîno jî destnîşan kir ku Rêber Apo bi fikrê xwe yê li ser bingeha azadiya jin û Netewa Demokratîk li giştî cîhanê belav bû û her kes bi vê pirojeyê bawer bûye, bi hezaran kes jî tevlî nav vê projeyê bûne û ji bo xwe kirine mînek. Anahîta Sîno wiha got: “Ev bû 26 sal Rêber Apo di zindanê de ye, ev jî cihê mixabiniyê ye. Ji ber Rêber Apo em ji qalibê bindestiyê derxistin û ji bo me jiyana xwe li zindanê feda kir. Rêber Apo ji bo me ne tenê Rêber e, ji bo me giyan û jiyan e. Rêber Apo fikir da me da ku em çavê xwe li derdora xwe vekin û nehêlin ti cureyên şer li ser me bandor bike. Ramanê Rêber Apo pir girîng e.

Em ê heya dawî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe têkoşîn bikin. Rêber Apo çareseriya doza Kurd û krîza Sûriyeyê ye. Em niha wek jinên rewşenbîr dibêjin, dem dema azadiya Rêber Apo ye û di her rêgezên dinyayê de girtina kesayetên mîna Rêber Apo sûc e. Divê her kes bizane ku Rêber Apo mifteya çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Divê em Rêberê xwe rizgar bikin.”