Hêza jinê û Kurdan

Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ku çareya hemû pirsgirêkên civakî ye, her kesî zane û xurt dike, bi îrade dike.

Eşkere ye ku hêza gelê Kurd û jinan ne ji pere, ne jî ji çekan tê. Hêza wan ji fikrên azadîxwaz, ji paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiyê jinê tê ku çareseriyê ji pirsgirêkên civakî re peyda dike ku ji aliyê sîstema modernîteya kapîtalîst ve hatine afirandin. Tê zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd, jinan û her kesên bindest paradîgmayek afirand ku pirsgirêkên wan çareser bike û rizgariya wan pêk bîne. Destketiya herî mezin û mayînde ku têkoşîna azadiyê ya Kurd û gelê Kurd afirandiye, rastiyek wiha ya Rêbertî derxistiye holê û êdî her kes vê qebûl dike. Bi eşkere nîşan dide ku pratîka têkoşînê ya Kurd û jinan û hêza fikir ji hêza pere û çekê hîn bi bandor e.

Rêber Apo ku afirênerê hêza fikrekî ya ewqasî mezin e, 25 sal in di bin sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin û 28 meh in ti agahî jê nayê girtin. Ji fikrên Rêber Apo ditirsin ku çareseriyên azadîxwaz û demokratîk dibîne! Dihesibînin ku çavkaniya hêzê ya bingehîn a Kurd û jinan di bin sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de bigirin, wê bikarin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û jinan asteng bikin. Lê mirovê kêrhatî û zîrek ê li Îmraliyê, ev astengî hîna ji berê ve derbas kiriye. Şoreşa azadiyê ya jinê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya mirovahiyê ronî dike ku li her çar parçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cîhanê bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' bi pêş ketiye, îfadeya vê yekê ye.

Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ku çareya hemû pirsgirêkên civakî ye, her kesî zane û xurt dike, bi îrade dike. Bi fedakarî û cesaretek tam wan dike fedaiyên serketinê. Weke partî, gerîla û girse rewşa gelê Kurd û jinan ev e. Fikra azadiyê ku ji pere û çekê hîn xurttir e, mirov dike fedayî û digihîne hêza serketinê.

Gelek eşkere ye ku Kurd û jin bi meha Hezîranê re ketiey meheke nû ya fedaîtiyê. 30’ê Hezîranê ‘Roja Fedayîtiyê’ ya Kurd û jinan e. Ruhê Fedayî yê Zîlanê 30’ê Hezîranê, belavî hemû rojên meha Hezîranê bûye û bûye meha fedayîtiyê ya Hezîranê. Bi meha Hezîranê re  sala 27’emîn a fedayîtiyê destpê kir û em dikevin sala 28’emîn a fedayîtiyê. Kurd û jin tam 27 sal in, li ser bingehê Bîrdoziya Azadiyê ya Apoyî bi fedayî têdikoşin û bi ser dikevin.

Weke ku tê zanîn, ya ku 30'ê Hezîranê dike roja fedaîtiyê çalakiya fedaî ya serketî ya gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) e ku di sala 1996'an de li qada Dersimê li dijî yekîneya leşkerî ya mêtinger pêk anî. Gerîla Zîlan bi vê çalakiya xwe bersiv da êrîşa îmhayê ya ku 6'ê Gulana 1996'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û ji her kesî re ragihand ku destên dirêjî Rêber Apo bibin wê bi vî rengî bêne şikandin. Bi vî rengî xeta têkoşînê ya xwedîderketin û parastina Rêber Apo destnîşan kir. Rêbaza berxwedana fedaîtî afirand ku wê têkoşîna azadiyê ya jin û gelê Kurd bi ser bixîne. Ya ku jinan û Kurdan bi hêz dike ev rêbaz û hişmendiya fedaîtiyê ye.

Eşkere ye ku Kurd û jin bîst û heft sal in bi vî ruh û hişmendiya fedaî ya Zîlan têne perwerdekirin. Li dijî êrîşa komploya navneteweyî li her qadê bi rengekî fedaî li ber xwe dide û bi ser dikeve. Ji gerîlayên li Zapê heta bi meşvanên li derveyî welat, ji propagandakarên li çapemeniyê heta bi hunrmendên li ser dikê, her kes bi ruhê fedaî yê Zîlan in, di wê baweriyê de ne ku rizgarî bi fedakarî û wêrekiya li ser xeta fedaî dikare pêk were. Kurd û jin her roj hîn zêdetir dibin fedaî û li ser vê bingehê xurt dibin.

Eşkere ye ku ne hewldana ji bo mayindekirina tecrîda li Îmraliyê, ne jî êrîşên her roj ên li ser Kurdan û jinan, hewldanên ji bo komkujiyê wê nikaribe xurtbûnê ji holê rake, wê nikaribe pêşî li pêşketinê bigire. Ji ber ku hêza fikir nikare bê astengkirin, hêza fedaîbûyî têk naçe, bandora fedaîtiyê ji holê nayê rakirin. Lewma êrîşên rêveberiya faşîst a Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr belasebep in. Ev êrîşên komkujiyê nikare Kurd û jinan ên bûne xwediyê mejiyê azadiyê bitirsîne û rawestîne.

Berevajî, her ku êrîşên navborî zêde dibin, jin û gelê Kurd hîn bêhtir zane dibin û bêhtir dibin fedaî. Xeta û ruhê fedaî yê Zîlan hîn bêhtir dipejirînin. Jin û gelê Kurd li ser vê bingehê hîn bi xurtî dest bi sala bîst û heyştan a fedaîtiyê dikin. Eşkere ye ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, îsal wê hîn bi rengê Zîlanî bê meşandin. Her jin û ciwanekî Kurd wê li ser xeta Zîlan bêhtir fedaî bibe, hîn bi xurtî hesab ji siyaset û mejiyê faşîst-qirker ê serweriya mêr bipirsin.

Li ser vê bingehê di salvegera bîst û heftan a şehadeta wê de fedaî Zîlan bi rêz û minet bi bîr tînin, diyar dikin ku jin û gelê Kurd ên li ser xeta Zîlan bûne fedaî, têk naçin. Em bang li her kesên welatparêz û azadîxwaz dikin ku rastiya Zîlan baştir fêhm bikin û li ser vê bingehê xwe bikin hêza fedaî ya têk naçe.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka