Hêza gel bandora xwe ya li Fîlîstînê nîşan da

Bila gelên bindest xwe bispêrin hêza xwe ya cewherî û li ber xwe bidin, ne ku pişta xwe bidin dewletan. Gelên Rojhilata Navîn divê li Sûriyê û welatên din yekîtî û tifaqên xwe pêş bixin û li dijî dagirkeran, emperyalîst û mêtîngeran rawestin.

Şerê di navbera Israîl û Hemasê de nêzî 2 meh in dewam dike. Israîlê helwestek pir hişk û lihevneker girt. Diyar kir ku armanca wî Hemasê ji Gazzê derxe, bi şêweyekî tesfiye bike. Dest ji vê armanca xwe bernedaye. Lê kar weke xwesteka Israîlê jî naçe. Her ku şer dirêj dike zextên li ser Israîlê jî zêde dibin. Ev zext ji dewletan nayên, hêza bingehîn a zextê çêdike gel e. Hemasê di êrişa 7’ê Cotmehê de gelek mirov dîl girtibûn. Dixwest wan li hemberî Israîlê weke kozekî bikar bîne. Di sergûzeşên xwe yên berê de hesasiya Israîlê ya di vê mijarê de dizanî. Ji ber wê jî Israîlê di vê mijarê de gav paşde avêt û agirbesta 4 rojan erê kir. Ji bo çêbûna agirbestê çeka herî mezin a di destê Hemasê de mirovên dîl bûn. Israîlê li gel nedixwest jî di encama zexta ji derve û hindir ve ev bazar û agirbest pejirand.

Dewleta herî zêde digot ez piştgiriya Hemasê dikim Îran bû. Paşê jî Erdogan derket bazarê û piştgiriya Hemasê kir. Em hemû dizanin ku ne Îran ne jî Tirkiye ji bo Filistîniyan şer nakin. Leşkerên xwe naşînin. Hinek hêz li ser xwîna Filistîniyan siyasetê dikin. Bi salane ev wiha ye. Eger ne wisabûya heta niha wê pirsgirêka Filistînê çareser bibûya.   Îran parastina xwe ji derveyî sînorên xwe dike. Ji ber wê jî Yemenê, hêzên weke Hizbûllah, Heşd Şebî û Hemasê bikar tîne. Niha Erdogan jî heman tiştî dike. Ixwanî, bermayên DAIŞ û El- Nûsrayê li Sûriyê li herêmên dagir kiriye kom kiriye û piştgiriyê dide wan. Li hemberî Kurdan û hikumeta Şamê bikar tîne. Erdoganê faşîst jî dibêje, “eger em Sûriyê dagir nekin û xetên sînor nexin bin venêrîna xwe em nikarin Tirkiyê biparêzin. Dê şer were Riha û Dîlokê”. Bi vî awayî gelê xwe dixapîne. Bi derewa li dijî terorê şer dike, rê dide ber raya giştî ya hindir û derve û hewl dide sûcên xwe veşêre.

Erdogan her carê derdikeve û dibêje ji bo Filistînê aştî û edaletê dixwaze. Lê li ser Filistîna xwe, li hemberî Kurdan qirkirinê pêk tîne, dest ji êrişan bernade. Eger li kêleka bindestan e û li dijî niheqiyê ye, divê destpêkê dest ji kiryarên li hemberî Kurdan berde. Sed sale hebûna Kurdan, mafê perwerdeya zimanê Kurdan red dike. Erdogan hewl dide bi polîtîkayên qirkirinê li ser lingan bimîne, kesên weke Erdogan dê çawa bibin parêzvanên mafê gelê bindest ê Filistînê? Derdê herî mezin ê Erdogan ewe ku niha pirsgirêkên Tirkiyê nîqaş neke û rojeveke din ava bike. Û derdê wî yê herî esasî jî ewe ku raperîna mirovî ya gel, bertekên gel ên li dijî êrişên Israîlê ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne.

Pêwîste gelê Ereb, Filistînî û Kurd bizanin ku dewletên wiha azadî û berjewendiyên gelan esas nagirin. Pêşekiyên wan serwerî û berjewendiyên wan in. Di oxira berjewendiyên xwe de dikarin her sûcî bikin, serî li her cûr demagojiyê bidin. Dikarin pir qala demokrasî û mafê mirovan bikin. Lê weke di pirsgirêkên Ukrayna, Kurd û Filistîniyan de tê dîtin, li pey hêz û serweriyê, berjewendiyên xwe dibezin, dikarin gel weke qurban bikar bîn

Dema li Ukraynayê şer derket, li Rûsyayê hinek xwepêşandanên li dijî şer pêk hatin. Gel got ku ew aştiyê dixwazin. Lê rêveberiya Pûtîn ev xwepêşandan tepisand. Got, NATO û DYE dixwaze Rûsyayê dorçêp û belav bikin, em li dijî polîtîkayên antî emperyalîst têdikoşin. Xwest bi vî awayî gel bixapîne. Cezayên li hember kesên beşdarî xwepêşandanan dibin zêde kir. Dewletên Ewropayê jî heman tişt kirin. Gelê Ewropayê herdu şerên cîhanî jiyane, hêzek mezin a tevgera aştiyê hebû. Ragihandina DYE û Ewropayê propogandayek mezin kirin û gotin, dîktatorên weke Rûsyayê êrişî welatên me dikin, em şerê demokrasiyê didin, axên xwe diparêzin û pêşiya xwepêşandanan girtin. Ji vê zêdetir welatên weke Elmanyayê ji bo xerckirinên leşkerî sed milyar Euro cuda kir. Li Elmanyayê li dijî vê jî bertekek nehat dayîn. Di rewşek asayî de gel li dijî van kiryarên milîtarîzekirinê derdikeve, hikumet nikarin biryarên wiha bidin ber çav.

Ev pêşketin di demek pir zû û kin de pêk hatin. Li gel vê jî gelên cîhanê ji bo Filistînê ketin tevgerê. DYE û Ewropayê xwepêşandanên piştgiriya Hemasê dikin qedexe kir. Lê nekarîn gelan rawestînin. Li Fransa û Îngiltereyê mitîngên mezin çêbûn. Li Israîlê jî aciziyên li hemberî Netenyahû bi awayek vekirî anîn ziman, bertek zêde bûn. Rêveberiya DYE yê jî ji ber zexta gel neçar ma agirbestê ji bo armancên mirovî biparêze. Rêveberiya Fransayê jî agirbest xwest. Ev guherînên di helwestan de bi bertekên gel re derketin holê. Hikumet di bin zextek mezin de man.

Ji ber van pêşketinan em dikarin bêjin bila gelên bindest xwe bispêrin hêza xwe ya cewherî û li ber xwe bidin, ne ku pişta xwe bidin dewletan. Gelên Rojhilata Navîn divê li Sûriyê û welatên din yekîtî û tifaqên xwe pêş bixin û li dijî dagirkeran, emperyalîst û mêtîngeran rawestin. Qasî ku bikarin jî bi riya dîplomasî û ragihandinê dengê xwe bigihînin gelê cîhanê.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî