Gerîla hêviya serketinê ya gelê Kurdistanê mezin dike

Dewleta Tirk a dagirker 10 salên dawî bê navber êrîşî qadên gerîla dike. Dewleta Tirk li gel her cûre çek û teknîka NATO'yê, gelo di nava van 10 salan de çiqasî encam bi dest xist? Bersiva vê pirsê di nava bîlançoya çalakiyan de ye.

GERÎLA

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi eşqa jiyana azad li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi rengekî bê eman li ber xwe didin. Dijmin li gel bikaranîna hemû derfetên xwe êrîş dike, lê li bin guhê dîwarê îradeyê yê gerîla dikeve. Ev dîwar bi fedakariya şehîdan û keda bi salan bi tecrûbeyan her roj hîn bêhtir bilind dibe, xurt dibe û berfireh dibe. Ji sînorên Kurdistanê derbas dibe û her roj li her devera cîhanê dibe çavkaniya sûdwergirtinê ji gelên bindest re. Ji ber vê yekê li gel şert û mercên zehmet jî hêzên HPG û YJA Starê li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê her roj çalakiyên cuda dikin. Şervanên Apoyî ne tenê parastinê dikin, di heman demê de derbên giran jî li artêşa Tirk a dagirker dixin.

Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ku bi rêbaza xwe ya şer a profesyonel balê dikişîne li rojavayê Zapê 22'ê Çileyê di çalakiya xwe de konteynirên artêşa Tirk îmha kir. Ev çalakiyên hêzên gerîla yên bi amûrên hewayî, asta kûrbûna di şer û têgihiştina taktîkî de nîşan dide. Ev serketin her wiha asta bilind a hunera şer a hêzên gerîla radixe pêş çavan. Di heman demê de nîşan dide ku serketinên di mijara taktîkî de dikare encamên bi bandor bi xwe re bîne. ji ber vê yekê ev têkoşîna gerîla di nava şert û mercên giran de bê meşandin jî bi şênberî nîşan dide ku cihê dagirkeran li Kurdistanê nîne.

Hêzên gerîla li her qadê bê navber li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakiyan dikin. Bi rêya van çalakiyan çeper, amûrên teknîkî û çekên dagirkeran têne îmhakirin. Yek ji armancên van çalakiyan jî ew e ku tirsê berde nava dilê leşkerên Tirk ên dagirker. Ji ber ku divê fêhm bikin ku di her kêliyê de dikarin bibin hedefa gerîla û li Kurdistanê ti carî ewle nînin. Dagirker timî windahiyên giran didin û ji aliyê psîkolojîk ve têk diçin. Bi berxwedan û çalakiyên gerîla re her wiha tola gelê Başûr jî tê hilanîn. Ji ber ku dewleta Tirk timî bombeyan li cih û warên sivîl ên li Başûr dibarîne û zexta koçberiyê li gel dike.

GERÎLA LI HER DERÊ ÇALAKIYAN DIKE

Lê belê hêzên gerîla bi çalakiyên xwe vê peyamê bi şênberî didin, 'Li xaka kurdistanê heta ku şervanên azadiyê hebin wê bêhn neyê ber we'. Şervanên YJA Starê ku di vî şerî de li refên herî pêş şer dikin, bi berpirsyariyeke mezin radibin. Li temamiya eniyên şer, li her tunelên berxwedanê, gerîlayên YJA Starê bi wêrekî û biryardariyeke mezin li dijî dijmin li ber xwe didin. Bi her cûre çekên li ber destê xwe û serweriya di taktîkên kemîndanînê de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Herî dawî li herêma rojavayê Zapê di çalakiya şervanên YJA Starê de leşkerekî Tirk hate cezakirin. Gerîlayên YJA Starê 22'ê Kanûnê li herêma Metînayê droneyeke artêşa Tirk anîn xwarê.

Şervanên YJA Starê hem leşkerên Tirk ên dagirker hem jî teknolojiya wan îmha dikin û li eniyê serwer dibin. Bi vî rengî di sedsala 21'ê de jinên Kurd bi nasnameya YJA Starê dibin modeleke xweparastinê ya xurt û xweser. Ew bi felsefeya Rêber Apo, bi îrade û baweriya vê felsefeyê li dijî duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê şer dikin û bi îdîayeke mezin berxwedaneke mezin dikin. Li hemberî vê performansa gerîla, artêşa Tirk bi bikaranîna hemû derfetên xwe yên teknîkî hewl dide lawaziya xwe veşêre. Her roj bi sedan caran obusan diavêje, bi balafirên şer ên bi tonan teqemeniyan êrîş dike.

Li gel ku balafirên keşfê timî digerin, ne dikare bi ser bikeve ne jî dikare serweriyê pêk bîne. Bi çekên qedexekirî êrîşî çeperên gerîla dike, bi çekên kîmyewî êrîşî tunelên şer ên li herêma rojavayê Zapê dike. Lê belê rastiya şer di nava çalakiyên xurt ên gerîla de şênber e. Li gel êrîşên dagirkeriyê yên bi dehan salî, artêşa Tirk li pêşberî gerîla nikare bi pêş bikeve. Berevajî gerîla her roj hîn bêhtir dibe xwedî tecrûbe, bi berxwedana xwe ya destanî dîrokê diafirîne û hêviya serketinê ya gelê Kurdistanê mezin dike.