Gelo amadekarî ji bo êrîşeke nû ya dagirkeriyê tê kirin?

PDK dixwaze xeta hevkarî-xiyanetê ku bi salan li ser dimeşe, bigihîne nuqteya dawî. Rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo êrîşeke dagirkeriyê ya nû li ser Garê pêk bîne, amadekariyan dike. Tê dîtin ku PDK jî piştgiriyê dide vê planê.

Piştî hilbijartina bi hîle ku encama wê berê hatibû diyarkirin, şefê faşîst Tayyîp Erdogan wiha gotibû: “Em ê li dijî terorê têkoşînê hîn zêdetir bikin û li ser vî bingehî em hîn zêdetir cih bidin kar û xebatên dîplomasiyê.” Nexasim kabîneya xwe ya nû li gorî vê ava kir, li hundir terora faşîst û ji derve jî êrîşên dagirkeriyê zêde kir. Lez da kar û xebatên dîplomatîk ên paralel jî.

Destpêkê çû Astanayê û hewl da ku tişta bigire bi dest bixe. Piştre çû NATO’yê û endamtiya Swêdê ya NATO’yê kir mijara bazarê. Dîsa Şerê Ûkraynayê bi kar anî, qala ketina nav Yekîtiya Ewropayê jî kir û ji şerê qirkirinê yê li Kurdistanê re piştgirî xwest. Di encamê de jî kir ku Sekreteriya Giştî ya NATO’yê bi daxuyaniyekê PKK’ê sûcdar bike û di bunyeya NATO’yê de “Koordînasyona têkoşîna hevpar a li dijî terorê” were avakirin. Di vê çarçoveyê de ji bo êrîşeke dagirkeriyê ya nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne, niha piştgirî nedîtibe jî bê navber ji bo êrîşa hewayî û topan zemînê pêwîst ava kir. Helbet ji bo êrîşa dagirkeriyê ya ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşîne jî, piştgiriya ku berê heyî ji nû ve bi dest xist. Li ser van bingehan êrîşên leşkerî, bikaranîna çekên qedexe jî di nav de, hewl da bi her amûr û rêbazê zêde bike.

Bê guman ev tiştên hatin kirin, esas bûn. Lê pêwîst bû ku hem ji bo kêmkirina krîza aborî ya ji ber şer û hem jî ji bo peydakirina piştgiriya malî ya ji bo şerê ku were meşandin, divê ji dewletên Ereban alîkarî bihata xwestin. Nexasim wisa jî kir û çû serdana gelek dewletên Ereban û hewl da ku bi bazirganiya çavkaniyên Tirkiyeyê pereyan qezenc bike. Her tiştê ku ji her dewletekê hêvî dikir tam nedîtibe jî, ji hêzên ku Derya Reş û Stenbolê firotibûnê qismî piştgiriyek nû bi dest xist.

Rêveberiya faşîst-qirker a Tayyîp Erdogan piştî van hemûyan, niha jî ji dîplomasiya Iraqê re bûye bar. Musteşarê berê yê MÎT’ê û ‘qutiya reş’ a Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê nû Hakan Fîdan bi rojan e di navbera Bexda û Hewlêrê de digere. Di çapemeniyê de tê gotin ku rêveberek ku li Bexda û Hewlêrê hevdîtin pê re nekir, nemaye. Bi muhatabên xwe, bi taybetî Barzaniyan hembêz dike û hewl dide pozên samîmî bide. Piştre jî tê gotin ku şefê faşîst Tayyîp Erdogan wê serdana Iraqê bike. Eşkere ye ku têkiliyên bi Iraqê re ji bo rêveberiya Tayyîp Erdogan girîng in û li ser vê bingehê planên xwe yên nû pêk tîne.

Bê guman heta niha em bi rastî nizanin di hevdîtinên di navbera dewleta Tirk-Iraqê de çi di rojevê de bû û çi encam hatin bidestxistin. Li ser çapemeniyê tê dîtin ku ava Firat û Dîcleyê mijarên bazirganî yên cuda, petrol û gaza xwezayî, tên nîqaşkirin. Her wiha tê diyarkirin ku mijara “têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê” di rojevê de ye û ji aliyê Tirkiyeyê ve bi awayekî berfireh tê nîqaşkirin. Tê îfadekirin ku rewşa axa Iraqê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin tê nirxandin. Li gel ku di çapemeniyê de di derbarê hevdîtinên Bexdayê de zêde agahî nehatin girtin, di daxuyaniyên çapemeniyê yên piştî hevdîtinên Hewlerê de, aliyan ji dil û can spasiyên xwe ji bo “tevkariyên têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê” li hev kirin.

Bê guman asteke aborî û bazirganî ya girîng, di hevdîtinên Tirkiye-Iraqê de heye. Evane dibe ku dem kurt jî bin. Em hemû dizanin ku di bin nakokî û şerên li herêmê de mijara ku dê çavkaniyên aborî ji aliyê kî/ê ve were xebitandin heye. Tê zanîn ku ya esas têkoşîna ji bo berjewendiyên aborî û mêtingeriyê ye û li ser vê bingehê gelek proje bi hev re hevrikiyê dikin û şerê hev dikin. Her çend ev mijara hevpar a her kesê ku li qadan li hev dicivin û siyasetê dikin jî ye, lê ev ne armanca destpêkê ya dewleta Tirk û rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst e. Armanca wan a yekemîn şikandina gerîla, tasfiyekirina PKK’ê û li ser vê bingehê temamkirina qirkirina Kurdan e. Yanî rojeva wan a esas şerê qirkirinê yê ku li dijî hebûn û azadiya Kurdan dimeşînin e. Bê guman di her derfetekê de vê yekê tînin rojevê û hewl didin di vê mijarê de ji her kesê piştgiriyê bigirin.

Îcar têkildarî vê yekê rêveberiya Tayyîp Erdogan çi dixwaze? Li gorî hin daxuyaniyan li Xakurkê, Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê qadên ku dagirkirî îhlak dike, hewl dide bixe bin desthilatdariya xwe ya mayînde ya nû û ji bo êrîşên li dijî gerîlayên PKK’ê hîn zêdetir piştgiriyê bi dest bixe. Di rastiyê zêde mantiqî xuya nake ku pirsgirêka îlhakê ya navborî, niha rojeveke cidî ava nake. Ji ber ku ev pirsgirêk di pêvajoya 1985’an de di peymana “Herêma Tampon” a di navbera Dewleta Tirk û Iraqê de hatibû çareserkirin. Dîsa di sala 1991’an de Operasyona Hêza Çakûç û êrîşa hevpar a Cotmeha 1992’an derxist holê ku Rêveberiya Hewlêrê jî çareseriya navborî qebûl kiriye. Ji ber vê yekê jî li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê ku ji 26’ê Tebaxa 2016’an û vir ve daye destpêkirin, ji rêveberiyên Bexda û Hewlerê sekneke dijber çênebûye; lewma helwesteke wan a li dijî îlhakê jî tune ye.

Di vê rewşê de ya ku maye êrîşên îmha û tasfiyeyê yên ku di bin navê têkoşîna li dijî PKK’ê de li dijî hebûn û azadiya Kurdan tên kirin. Têkildarî vê yekê qada hewayî ya Iraqê ji sala 1991’an ve ji bo dewleta Tirk vekirî ye, ti pirsgirêk tune ye. Dîsa dewleta Tirk îstîxbarata ku dixwaze hem ji rêveberiyên Iraq û hem jî ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê digire û têkildarî vê yekê jî ti pirsgirêkek cidî nîn e. Ev tê wê wateyê ku tişta rêveberiya Tayyîp Erdogan ji rêveberiyên Bexda û Hewlêrê xwestî ne ev in, ji bo van pêwîstî bi evqas hevdîtinên zêde nîn e. Wê demê divê daxwazên din li pişt van hewldanên nû hebin.

Îcar rêveberiya faşîst-qirker a Tayyîp Erdogan ji Bexda û Hewlerê çi dixwaze? Gelo ji bo herêmên wek lûtkeya Metîna û Garê planên nû yên dagirkirinê dikin û ji bo vê jî piştgiriyê dixwaze? Dîsa gelo li dijî Mexmûr û Şengalê êrîşên nû plan dike? Di rastiyê de ji aliyê siyasî ve heta niha zêde pêkan xuya nake ku ji êrîşa heyî wêdetir êrîşek din li ser Şengalê were kirin. Li aliyê din êrîşa Mexmûrê beriya demekê hat kirin û encameke wê derket. Di wê rewşê de, êrîşa dagirkeriyê ya li ser herêmên nû yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dimîne. Têkildarî vê yekê jî qada Garê derdikeve pêş û tê fêmkirin ku rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst hewl dide xwe ji bo êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê amade bike.

Bê guman bi tena serê xwe nikare êrîşa leşkerî li ser qada navborî, pêk bîne. Têkildarî vê yekê erêkirin û piştevaniya rêveberiya DYE û Iraqê pêwîst dike. Ya esas jî divê PDK tevlî şer bibe. Dewleta Tirk Garê bi dest bixe jî, niha nikare wir di destê xwe de bigire, divê bide PDK’ê. Eger bal bê dayîna ser, êrîşeke muhtemel a Garê encex dema ku PDK tevlî şer bibe û di encamê de bixwaze li Garê rêveberiya xwe ava bike, pêkan e. Eşkere ye ku ev yek jî tê wateya şerê di navbera PDK û PKK’ê de. Lewma rewş giran e û rêveberiya Tayyîp Erdogan bi xeter dilîze. Hewl dide PDK’ê rasterast tevlî şerê li dijî PKK’ê bike. Daxuyaniyên piştî hevdîtinên Hewlerê nîşan didin ku PDK jî piştgiriyê dide planeke wiha.

Eşkere ye ku PDK bi agir dilîze, dixwaze xeta hevkarî-xiyanetê ku bi salan li ser dimeşe, bigihîne nuqteya dawî. Lewma divê hemû gelên Iraq û Kurdistanê û hêzên siyasî bi hestiyar bin û rê nedin helwesta navborî. Gelên Tirkiyeyê yên ku bi rastî jî ji xwişk û biratiya Tirk-Kurdan bawer dikin, jin û ciwan, hêzên demokratîk û sosyalîst jî divê li dijî vê êrîşa dagirkerî û qirker a rêveberiya Tayyîp Erdogan ê faşîst û rêveberiya Tifaqa Komarê derkevin. Di rojeke nû ya salvegera Şerê Melezgirtê ku di rêjeyekî mezin de bi piştgiriya Kurdan hat qezenckirin, li hemberî Kurdan şerê îmhakirinê tê meşandin û ev yek ji bo civaka Tirkiyeyê jî bi zirar e. Wê demê pêwîste li dijî terora faşîst a AKP-MHP’ê û êrîşên qirkirinê, têkoşîna azadî û demokrasiyê bi hev re pêş bixin û bi ser bikevin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka