Gelê Kurdistanê asteng nekin

Partiyên siyasî hemû, rewşenbîr, hunermend û saziyên demokratîk hemû divê van astengên hikûmeta Başûrê Kurdistanê û rêveberiyê nas nekin û wan bipelixînin, li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwesta xwe diyar bikin.

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê dewam dikin. Dema hêzên dagirker tengav dibin, gazên jehrî û çekên kîmyewî bi kar tînin. Li herêmên şer, gundî vê rastiyê dibînin, ji rojnamevan û nûçegihanan re dibêjin. Hin Emerîkiyan jî tespît kiriye ku artêşa Tirk gazên jehrî û çekên kîmyewî bi kar anîne. Jixwe, hin rojnameyên Ingilistan û Elmanyayê jî nivîsîn ku dewleta Tirk gazên jehrî bi kar anîne. 

Baş e, partiyên siyasî û ragihandina Başûr vê mijarê çi qasî dibînin? Êrişeke qirkirinê ya wekî Helebceyê bi ser Başûrê Kurdistanê de hatiye. Lewma gelo ne pêwîst e hem siyasetvan hem jî ragihandina Başûr derbarê mijarê de hestiyar bin û nerazîbûnê nîşanî bikaranîna gazên jehrî û çekên kîmyewî bidin? Ma gelo ne pêwîst e bi taybetî jî PDK di vê mijarê de dengê xwe derxe? Em bêjin, li dijî qetilkirina gerîla ya bi çekên jehrî û qedexe, dengê xwe nakin, çima li hemberî şewitandina daristanan, bi gazên jehrî û kîmyewî qirkirina xwezaya Kurdistanê bêdeng in? 

Hevserokê desteya rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de gotibû welatparêzî di heman demê de hezkirin û xwedîderketina li axa Kurdistanê ye. Lê bi sala ye ku dewleta Tirk daristanên welat dişewitîne, erdnîgariya Kurdistanê wêran û talan dike, li hemberî vê ne PDK, ne YNK ne jî partiyên din dengê xwe nakin. Li aliyê din, ragihandin û saziyên civaka sivîl diviyabû li dijî vê qirkirina xwezayê û bêdengiya heyî rabin ser xwe û qiyametê rakin. Di cîhanê de bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî hatiye qedexekirin. Ma ne, ji ber îdîaya Sedam Huseyin ev çek hene, Emerîkayê dest werda Iraqê? Derket holê ku ew tenê îdîayek bû. Niha rewş ne wisa ye. Eşkere, li ber çavên dinyayê artêşa Tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar tîne. Qazanên 3 ton, 5 ton bi kar tîne ku erdnîgariyê serûbin dike, wêran dike.  Di encama êrişa balafirekê de bi hezaran dar dişewitin; bombeyeke qazanê bi sedan darî dibire an ji kokê derdixe. Bifikirin, rojane bi caran van bombe û qazanan davêjin axa Kurdistanê. Li hemberî vê şewitandin û wêrankirinê wateya bêdengiyê çi ye?  Ma ev bêdengiya ku ‘ji bo dewleta Tirk negirin hemberî xwe’ dikare bê pejirandin? Welatparêziyeke wisa dibe? Di serî de li Başûrê Kurdistanê, li seranserê Kurdistanê divê ev bêdengî bikeve ber lêpirsînê. 

Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, Emerîka û Rûsya, saziyên ji bo têkoşîna li dijî çekên kîmyewî û gazên jehrî, çima li dijî dewleta Tirk helwêstekê nîşan nadin? Çima li ber van êrişên dewleta Tirk ranabin? Yan na, li dijî gerîlayên Kurdistanê bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî serbest e? Yan jî ji ber ku endama NATO’yê ye, ji dewleta Tirk re bikaranîna van çekan serbest e? Divê bersiva van pirsan bê dayîn. Heke na, dewlet û saziyên dibêjin, derbarê çekên kîmyewî de hessas in, dê bi durûtiyê bên nirxandin û wekî berpirs bên dîtin. 

PDK û ragihandina wê di her firsendê de ji bo gerîlayan îfadeyên nebaş bi kar tîne. Lê belê, li hemberî tevgera dagirkirinê ya dewleta Tirk, bi gazên jehrî û çekên kîmyewî kuştina ciwanên Kurd, şewitandin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bêdeng e. PDK û yên bêdeng dê çawa hesabê vê bidin gel û dîrokê? Mirov şaş dimîne, fêmkirina vê bi rastî zor e. Wekî Kurdekê, ez jî ji vê rewşê nerazî me, ji wê wêdetir mirovî dêşîne ev bêdengî. 

Dinya hemû dibîne ka dewleta Tirk çiqas û çawa qirêj û gemar e. Herkes dizane ji bo ser karên xwe yên qirêj û zextan bigire, polîtîkayên şer û dagirkirinê dimeşîne. Desthilata AKP-MHP´ê bi dijminatiya Kurdan û polîtîkayên qirkirinê derfetên Tirkiyê hemû xistine destên xwe. Dinya tev vê rastiyê dibîne, lê PDK û siyasetvanên Başûrê Kurdistanê nikarin bibînin. Heta, PDK bi vê jî namîne, PKK’ê û gerîlayên têkoşîna azadiyê sûcdar dike. Hin ji rêveberên PDK’ê jî dibêjin, dewleta Tirk ne li dijî Kurdan e, li dijî PKK’ê ye. Bi vê gotinê ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd jî dinixumînin. Tenê bi vê jî namînin, nahêlin saziyên sivîl û hêzên siyasî li dijî dagirkeriyê nerazîbûnê nîşan bidin. Wateya vê jî destekdayîna dagirkirinê û sûcdariya li dijî gelê Kurd e. Em bêjin, me fêm kir, ji ber peywendî û berjewendiyan hûn ditirsin. Lê çima hûn nerazîbûna gel asteng dikin. Qet nebe, li hemberî nerazîbûna gel a li dijî dagirkeriya Tirk nebin asteng. 

Di vê rewşê de ya bê kirin ew e ku gelê Kurd, raya giştî ya Kurd polîtîkaya PDK´ê û partiyên din ya ku nerazîbûnên gel asteng dike, nepejirîne û li ber rabe. Partiyên siyasî hemû, rewşenbîr, hunermend û saziyên demokratîk hemû divê van astengên hikûmeta Başûrê Kurdistanê û rêveberiyê nas nekin û wan bipelixînin, li dijî dagirkeriya Tirkiyê helwêsta xwe diyar bikin. Ev wezîfe û erkeke sereke ya welatparêziyê ye. 

Ez hêvî dikim ku gelê Başûrê Kurdistanê, raya giştî ya Kurd û hêzên siyasî ji bendên heyî bibihurin, li ber dagirkeriya Tirkiyê rabin û Kurdistanê ji êrişan biparêzin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA