Gelan kapîtalîzm xistine lêpirsînê

Bi vîrusa koronayê re paşeroja kapîtalîzmê jî tê nîqaşkirin. Çawa ku tê gotin piştî bûyerên wisa mezin ti tişt li ser qiyasa berê namîne. Bêguman ne pergala kapîtalîst wê wekî xwe bimîne ne jî gel êdî vê pergalê wisa qebûl dikin.

Bi vîrusa koronayê re paşeroja kapîtalîzmê jî tê nîqaşkirin. Çawa ku tê gotin piştî bûyerên wisa mezin ti tişt li ser qiyasa berê namîne. Bêguman ne pergala kapîtalîst wê wekî xwe bimîne ne jî gel êdî vê pergalê wisa qebûl dikin. Êdî lêpirsîna kapîtalîzmê hatiye rojevê.

Wekî din, nîqaş hene ku dibêjin, li hemberî vê rewşê wê pergala kapîtalîst ber bi pergalên otorîtertir biçe. Dibe ku kapîtalîzm bixwaze vê krîza xwe bi rejîmên otorîtertir derbas bike. Jixwe di vê serdemê de kapîtalîzm ji krîzekê derdikeve û dikeve nava krîzeke dîtir. Beriya vîrusa koronayê jî di nava krîzekê de bû. Ji ber ku li gelek welatan partiyên sosyal demokrat û lîberal nekarîn ji krîzê re çareyekê bibînin, partiyên rastgir îqtîdar bi dest xistin. Îqtîdarên rastgir jî xwedî wê îddîayê ne ku wê krîzê ji kokê ve li gorî dilê kapîtalîstan çareser bikin. Îro wê ev îqtîdar pirsgirêkên aborî û civakî yên ji ber vê vîrusê derketine holê hewl bidin bi rêbazên zext û zorê çareser bikin. Dibe ku di vê serdema vîrusê de hewl bidin zor û zexta xwe zêde bikin.

Li aliyê din, tê gotin ku wê ji teknîka teknolojiya pêşketî jî sûd bigirin û bi telefonên androîd û nasnameyên dijîtal bixwazin civakê kontrol bikin. Beriya vîrusa koronayê jî hin gavên di vê mijarê de hatibûn avêtin. Niha tê gotin, di vê serdemê de wê gav hîn bi lez bêne avêtin.

Helbet ev mimkûn e. Jixwe encax tişta ku pergalên dewleta desthilatparêz û nûnerên wê yên dawî hêzên modernîteya kapîtalîst bike jî ev e. Encax fikir û têgihiştinek ku bibêje, modernîteya kapîtalîst muqtedîrê her tiştî ye jî şaş e. Wê civak lê bipirsin ka ev vîrus ji ku derê û ji ber çi derketiye. Bêguman hêzên modernîteya kapîtalîst û dewletên şerê taybet yên weke dewleta Tirk wê hewl bidin ku sedemên pirsgirêkên derketine û derkevin berovajî bikin. Lê mirovên ku îro ji ber vîrusê li mala xwe ne jî pir alî lêdipirsin, nîqaşan dikin ka ev vîrus çima derketiye? Gelo ev nîqaş û pêdaketin wê di mijara kapîtalîzmê de bikare şoreşeke zêhniyetê jî çêke? Li gorî me wê pêşketinên bi vî rengî çêbin. Ji ber ku gelan ev vîrus çênekiriye yan jî ev vîrus hema wisa jixweber jî derneketiye. Pergala rêveberiya dewletadar û îqtîdarperest û şêweya hilberîna kapîtalîst ango endustriyalîzm sersebebê derketine vê vîrusê ne. Ev vîrus ji ber rêveberiya modernîteya kapîtalîzmê û ji ber şêweya hilberandina wê derketiye holê. Lê bedêla vê vîrusê jî dîsa kedkar, xizan û gel didin.

Gelo niha wê bedêla vî sûcî li dijî civakê hatiye kirin tine be? Her çiqas modernîteya kapîtalîst civak ji hev de xistibe jî wê nekariye ku nirxên civakî bi temamî ji holê rake. Ev nirx xwedî reh û rîşalên dîrokî ne û mayînde ne. Lewma tevî çanda ku bi dawerivîna çand û wêjeya hezarê salan çêbûye nikare ji nedîtî ve were dîtin. Wê van nirxên civakî teqez li dijî kapîtalîzmê serî rakin.

Weke ku Rêber Apo jî îşaret pê kiriye modernîteya kapîtalîst û lîberalîzm xwe bi hezar û yek kinc û libasan kamufle dike, dinuximîne, gelan dixapîne û alternatîfên xwe jî difetisîne. Lê Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ku tê de rê û rêbazên çareseriyê jî eşkere kirine, hemû qirêjiyên lîberalîzm û modernîteya kapîtalîst eyan û beyan kirine, kodên wan eşkere kirine. Wê êdî weke berê nikaribin gelan bixapînin.

Rêber Apo hemû qirêjiyên îqtîdar, dewlet û kapîtalîzmê danî holê. Vê jî hişt ku şoreşeke zêhniyetê biberide. Bi pirsgirêkên ku kapîtalîzm derxistin holê re wê ev şoreşa zêhnî zêdetir pêş bikeve.

Belkî bi hilweşîna sosyalîzma reel re di nav hêzên civakperwer de hin paşketin çêbûbûn. Modernîteya kapîtalîst jî zafera xwe îlan kiribû. Lê Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ku aboriya komînal a xwe dispêre eko-endustriyê û bi pergala konfederalîzma demokratîk a pêşniyar dike, hişt ku ev serkeftina kapîtalîzmê temen kurt be. Gel bi saya vê paradîgmayê di têkoşîna li hemberî kapîtalîzmê de di milê bîrdozî û teoriyê de amade ne. Jixwe di serdemên ku krîzên civakî, aborî û siyasî de kesên di aliyê zêhn û ramanê de amade ne û yên ku rêyên çareseriyê nîşan bidin qezenc dikin. Li ser vî esasî li hemberî modernîteya kapîtalîst binyata qezenckirina gelan xurt bûye û îmkan jî zêde bûne.

Êdî dema gelan hatiye. Kapîtalîzmê di sedsala 20’an de şerên cîhanî derxistin, di sedsala 21. de jî bi pergala xwe ya zilm û zorê, bi pirsgirêkên ku derxistin dê êdî kûrtir were lêpirsîn.

Wê gel ji vê rêveçûnê re bêjin bes e, û qedera xwe bi destê xwe diyar bikin. Pê re jî şêweyekî nû yê rêveberiyê ku êdî vîrusên wisa dernexe holê wê ava bikin.

Bi baweriya ku careke din serdemeke wisa ku gel û civak di malan de hatine girtin çênebe…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA