Em şoreşê mezin bikin!

Ji bo azadiya Rêbertî û çareseriya pirsgirêka Kurd em şoreşê mezin bikin, xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkevin, ji bo afirandina Rojhilata Navîn a nû û azad em bi şev û roj bixebitin.

Li zindana Îmraliyê Rêber Apo, li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi pêşengiya gerîla têkoşîneke mezin a berxwedanê tê meşandin. Heta ku ev berxwedan civakî bû, ji aliyê tevahiya civakê ve hate fêhmkirin û berpirsyariyên wê bi cih hatin anîn hem wê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, hem jî pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi rengekî mayinde çareser bibin.

Fêhmkirina rastiya berxwedanê ya Rêbertî û yekbûna bi vê berxwedanê re wê rê li ber gelek encaman veke. Beriya her tiştî divê were zanîn ku Rêbertî kesek nîne. Hebûna Rêber Apo hebûna gelê Kurd e, dîlgirtina wî dîlgirtina gel e, azadiya wî jî bêguman azadiya gel e. Yên ku dixwazin nêzîkatiya li gelê Kurd fêhm bikin dikarin li nêzîkatiya li Rêber Apo binihêrin û vê rastiyê fêhm bikin. Rewşa Rêbertî rewşa gel e. Eger ew di bin êşkenceyê de be hingî gel jî di bin êşkenceyê de ye, eger ew li ber xwe dide, hingî gel li ber xwe dide. Ew bi ser bikeve, gel bi ser dikeve. Ji ber vê jî sîstema ku li Îmraliyê bi cih tê anîn sîstemeke qirkirin û tunekirinê ye ku li ser tevahiya gel tê ferzkirin. Li zindan, çiya û kolanan berxwedana li dijî vê qirkirinê bi yekbûna bi Rêbertî, bi yekbûna di berxwedanê de dibe.

Rêber Apo jiyana sosyalîst şoreşger di kesayetiya xwe û gel de veguherand çandekê, bi qasî azadiya Kurdan azadiya gelên Rojhilata Navîn hemûyan ji xwe re kir esas. Gerîlayên Rêber Apo ne tenê ji bo parastina Kurdan her wiha ji bo parastina tevahiya civakê li çiyê û kolanan li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Dewleta Tirk û cîhana kapîtalîst, sermayekarên wê û lobiyên şer bêguman çareseriya Rêbertî naxwazin. Çareseriya Rêbertî tê wateya çareseriya demokratîk. Azadiya Rêbertî tê wateya bicihanîna çareseriya demokratîk li ser bingeha azadiyê. Desthilatdariya AKP-MHP'ê her kes têk bir, lê belê li hemberî Rêber Apo bi ser neket, li hemberî PKK'ê bi ser neket. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dixwaze li Rojhilata Navîn bibe hegemonya, lê li hemberî îradeya ji pola ya gelê Kurd li bin guhê dîwêr ketiye. PKK a ku ji bo wê digot, 'me qedandiye' li Enqereyê derket pêşiya wan, lewma jî dîn û har bûn, mîna gayê ku çav li rengê sor ketiye êrîşî derdorê kir.

RÊBER APO Û GERÎLA TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN DIPARÊZIN

Tevahiya cîhan zane ku çareseriyek bêyî azadî û hebûna Rêber Apo û civaka Kurd çareseriyeke derewîn e, xapandin e. Kurdan di şerê dijî DAÎŞ'ê de nîşan dan ku ev gel ne tenê ji bo xwe têdikoşe. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê bû rêber. Kampanya azadiyê ya ji bo Rêber Apo û tevlîbûna ciwanên ji her gelî li nava refên PKK'ê, konferansa ciwanan a cîhanê nîşaneya şênber a vê yekê ye. Tayyîp Erdogan heta niha di siyaseta Tirkiyeyê de her kes bi kar anî û avêt. Ergenekonî, Fethûllah Gulen, DAÎŞ, her wiha vê demê Hamas û Fîlîstîn jî bi kar anî. Ya rast, xwest ku Kurdan jî bi kar bîne. Rêber Apo û gerîla bi berxwedana xwe destûra vê yekê nedan. Ji ber ku Rêber Apo yekî ji rêzê nîne. Rêber Apo rêberekî gel e. AKP û Erdogan dixwaze her kesî bi kar bîne, lê nikare Kurdan bi kar bîne. Rêber Apo û gerîla di serî de gelê Kurd tevahiya Rojhilata Navîn bi canê xwe diparêzin.

Eşkere bû ku ji bilî PKK'ê kes nikare AKP û Erdogan têk bibe. Ev yek wezîfeya herî mezin a li pêşiya gelê Kurd û civakên Rojhilata Navîn e. Ev nebe azadî gelekî zehmet e. Bêyî Rêber Apo û şoreşgerên wî, em nikarin AKP û Erdogan têk bibin. Heta ku em jiyana Rêbertî nekin esasê jiyana xwe, em ê nikaribin bersivê bidin êrîşan. Ji bo serketian bi berxwedanê divê em bi Rêber Apo re bibin yek û bi vî rengî tevbigerin. Eger îro AKP ketibe rewşeke welê ku nikare polîtîkayê bike ev yek bi saya berxweana Rêber Apo ye, bi saya wê yekê ye ku ev çanda berxwedanê di nava jiyana gelê Kurd de bûye karê sereke. Gelê Kurd mîna Rêbertî îradeya berxwedanê nîşan da û wê bi vî rengî bi ser bikeve. Mezinkirina îradeya şer û berxwedanê mezinkirina şoreşê ye. Heta ku şoreşa Kurdistanê li Rojhilata Navîn neyê belavkirin, heta ku şoreşa Rojhilata Navîn a demokratîk neyê pêkanîn, AKP û Erdogan nikare bêne rawestandin. Bicihanîna îdeolojî û polîtîkaya Rêbertî tê wateya pêşengiya ji şoreşa Rojhilata Navîn a demokratîk re.

Berxwedana ku bi pêşengiya PKK'ê destpê kir, guhertineke mezin li Rojhilata Navîn jî kiriye. Li Rojhilata Navîn her welat guherî ye. Beriya her tiştî girîngiya stratejîk û jeo-polîtîk a Tirkiyeyê ji holê rabûye, di encama 100 salan de rastiyeke Tirkiyeyê ya kevnbûyî derketiye holê. Di heman demê de di sedsala derbasbûyî de firsendên dîrokî ji dest hatiye revandin, ji bo gelên ku êşên gelekî giran kişandin firsendeke dîrokî hate afirandin. Komara Tirkiyeyê di dawiya sedsalê de bi fiyaskoyekê re rû bi rû ma. Têkoşîna demokrasiyê jî bi pêngava 'Azadî ji Rêber Apo, Çareserî ji Kurdistanê re', gihîşt asta bilindkirina şoreşê li Rojhilata Navîn. Di vê rewşa îdeolojîk û polîtîk de şoreşa azadiyê ya ku li Rojava destpê kir li tevahiya Rojhilata Navîn gengaz bû. PKK'ê û gelê me DAÎŞ têk birin, li Rojhilata Navîn veguherîn asteke şoreşgerî ya pratîk û weke alternatîfeke nû bala tevahiya gelên cîhanê kişandin. PKK'ê li Rojhilata Navîn li hemberî her cûre pavşerûtiyê têkoşîneke mezin meşand, li vê xakê weke yakena hêza ku paşerojeke azad biafirîne xwe mezin kir. Bi Rêbertî, gerîla û gelê xwe berdêl û kedeke mezin da, bi çand, demokrasî û siyaseta xwe nîşan da ku pêşengê serdemeke nû ye.

Bi vê nêrînê ji bo misogerkirina azadiya Rêbertî û çareseriya pirsgirêka Kurd, divê em şoreşê mezin bikin, xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkevin û ji bo afirandina Rojhilata Navîn a nû û mezin em bi şev û roj bixebitin. Em ji bîr nekin; cewhera şoreşa Rojhilata Navîn di dilê têkoşîna bi dehan salan a PKK'ê de ye.