Eger ciwan bimeşe wê faşîzm hilweşe

Çalakgerên ciwan careke din bi xêr hatine nava têkoşîna antîfaşîst. Berxwedana ciwanên Zanîngeha Bogazîçiyê mîna çirûskekê ye... Ev çirûsk xwedî wê hêzê û taybetmendiyê ye ku bêyî dereng bikeve dikare bibe sedema şewateke şoreşgerî.

Li Tirkiyeyê, tevgera sosyalîst bi TKP'ê dest pê kir ku ji aliyê Mûstafa Sûphî û hevalên wî ve hate avakirin. Li Împaratoriya Osmanî ya ji gelek komên etnîkî, car carna li dijî neheqiyê û sûltaniyê, di asta kabîle û eşîran de tevgerên berxwedanê yên gel rû didan. Heta astekê di nava emeliyan de jî têkoşîna lêgerîna li mafên xwe dem bi dem çêdibû. Kadroyên sosyalîst herçend hewl didan bi fikrê sosyalîst têkoşîna xwe bikin yek û bi rêxistin bikin jî, zext û qedexeyên dewleta Kemalîst destûra vê yekê neda. Ji aliyê teorî û stratejîk ve pêşengiya çîna karkeran timî dihate destnîşankirin jî ev pratîk bi bandorî pêk nehat.

Bi giranî dihate gotin ku fikrê sosyalîst ji derve ve ji aliyê rewşenbîran ve li nava civakan dihate bicihkirin. Lê belê ev rewş ji bo wan civakan derbas dibû ku bi tena serê xwe dikete nava ronakbîriyê. 'Ronakbîriya' Jon Tirk a ku li Tirkiyeyê di nava têkilî û nakokiyên Osmanî-Ewropayê de rû da, tenê karîbû Cemiyeta Îttîhat û Terrakî ya ku netewe dewleta Tirk ava kir û Tevgera Kemalîst biafirîne. Di demekê de ku modernîteya kapîtalîst li ser bingeha êrişkariya emperyalîst bi çavbirçîtiya talankirina cîhanê dest bi wêrankirinê kir, di nava civakan de ronakbîriyeke wiha der nebû. Bi giranî di nava sîstemên perwerdeyê yên netewe-dewletan de tebeqeyeke ciwanan-rewşenbîriyê ava bû. Tirkiye jî yek ji wan welat û civakan bû ku bi vê rêbazê bi pêş ve çû.

Van bûyeran bi giranî piştî sala 1965'an bi taybetî jî di salên 1970'î de xwe nîşan dan. Di vir de rewş û bûyerên madî û manewî yên li Tirkiyeyê bi rola esasî rabû be jî şoreşa ciwanan a 1968'an a li cîhanê jî xwedî bandoreke gelekî mezin bû. Rêxistinbûnên ciwanan ên qanûnî ku li zanîngehan bi navê 'Federasyona Kulûba Fikrî' dest pê kir, gav bi gav bi şêweyê 'Federasyona Ciwanên Şoreşger a Tirkiyeyê (Dev-Genç)' xwe bi rêxistin kir, bûn yek û di destpêka salên 1970'î de hem mohra xwe li tevgera sosyalîsta şoreşger xist, hem jî mohra xwe danî binê rewşa giştî ya siyasî.

Dev-Genç di nava rastiya Tirkiyeyê de tevgereke ciwanan-rewşenbîriyê bû. Destpêkê hişmendî, rêxistinbûn û liv û tevger li zanîngehan afirand, piştre li qadên cuda yên civakê belav kir û bi vî rengî bû pêşeng û afirînerê çalakiyên sosyalîst ên şoreşger ên demê. Her çend tevgera sendîkayî ya çîna karker bi navê 'Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger -DÎSK'ê xwe bi rêxistnin kir û xwedî hişmendiyeke îdeolojîk-siyasî jî, di pratîkê de bi qasî Dev-Gençê bi bandor nebû. Dev-Genç'ê rêxistinên berxwedana çekdarî 'Enî-Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKP-C)', 'Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO)' û 'Partiya Komunîst a Tirkiyeyê-Marksîst Lenînîst / Artêşa Rizgariya Karker-Gundiyan a Tirkiyeyê (TKP-ML/TÎKKO)' ji nava xwe derxist, li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12'ê Adara 1971'ê di pratîkê de li ber xwe da, di destpêka salên 1970'î de jî şoreşa demokratîk a li Tirkiyeyê bandor û pêşengiya ciwanan sereke kir.

Bilindbûna şoreşgerî ya xurt ku di destpêka salên 1970'î de li zanîngehan destpê kir û bi çalakiyên şoreşgerî li herêmên Tirkiyeyê hemûyan û li Kurdistanê belav bû, piştre jî bi êrişên darbeya faşîst-leşkerî ya 12'e Adara 1971'ê re di asteke giran de hate eciqandin û komkujî lê hate kirin. Piştî sala 1974'an, hewldana ji bo têkneçûnê û pêkanîna şoreşa demokratîk a xwe dispêre ciwanan, bi taybetî li dijî hêzên faşîst paramîlîter ên bi rengê MHP'ê xwe bi rêxistin kirin, heta darbeya faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î berxwedaneke girîng nîşan da. Paşmayin û pêvajoya tasfiyebûnê ya piştî darbeya leşkerî-faşîst a 12'ê Îlona 1980'î rû da, nîşan da ku ev hewldan têrê nake û ji aliyê teorîk-taktîkî ve pêngava şoreşgerî ya 1971'ê nehate xurtkirin û veneguherî xeteke şoreşgerî. Di vir de yekane îstîsna jî Tevgera PKK'ê bû ku li Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan bi pêş ket.

Baş e, em van hemûyan ji ber çi dibêjin? Eşkere ye ku yên dixwazin li Tirkiyeyê şoreşeke demokratîk a antîfaşîst pêk bîne, divê van rastiyan hemûyan baş zanibin û dersên dewlemend ji vê tecrûbeya mezin derxînin. Girîng e bûyerên di dema 1920'î de qewimî û bi taybetî jî yên di pêvajoya salên 1970'î de rû dan, bi berfirehî lêkolîn bikin. Li ser vê bingehê divê rol û mîsyona rêxistinbûna ciwanan û ciwanan a di nava têkoşîna şoreşger-demokratîk a antîfaşîst têbigihêjin.

Niha li Zanîngeha Bogazîçiyê, li dijî tayînkirina rektorê qeyûm ê ji aliyê şefê faşîst Tayyîp Erdogan ve, liv û tevgera ciwanan û pankartên bi nivîsa "Ciwan wê hilweşînin" û "Tirkiye wê bi ciwanan azad bibe" ku di çalakiyan de tên hildan, van tîne bîra mirovan û radixe pêş çavan ku dersên herî rast ji vê derê dikarin bên derxistin. Dîroka agahiyên şoreşgerî yên rast ên Tirkiyeyê di nava berxwedana ciwanên şoreşger a 1971'ê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de veşartî ye.

Çalakiya heyî ya ciwanên Zanîngeha Bogazîçiyê, bi pênaseya "Bêdeng nemîne, tu bêdeng bimîne wê dor bê te" dikare bê nirxandin. Ji ber ku ji bo ciwanên zanîngehan ên Tirkiyeyê rewşeke ku 'dereng pê hesiya ne' heye. Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve li Kurdistanê û Tirkiyeyê ti zilm û komkujî nema ye ku bi êrişên qirkerî-faşîst ên AKP-MHP'ê nehatibe kirin. Mirov ji helîkopterê hatin avêtin, gundî bi bombardûmana ji balafirên şer hatin qetilkirin, civakên ji mirovan li hundirê jêrzemînên avahiyan hatin şewitandin, cenazeyên jinan bi hefteyan li naverastê hatin hiştin, cesed ji bo nerizin li sarincan hatin hiştin, cesedên jinan hatin tazîkirin û li nava kolanan hatin teşhîrkirin, jinên Kurd di encama êrişa MÎT a Tirk de li Parîsê hatin qetilkirin, bajar, bajarok û taxên Kurdan bi dozeran hatin hilweşandin, bi balafiran hatin bombekirin, bi deh hezaran mirov ji ber ku li dijî faşîzmê ne hatin girtin.

Zilma ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê di nava heft salên dawî de kir, bi jimartinê naqede. Bi taybetî, qirkirina ku li gelê Kurd kir, li ser vê bingehê hewldanên lînçê, asîmîlasyon, heqaret, destavêtin, destdirêjî û helwestên rûmetşikandinê yên li dijî Kurdan hatin kirin, li devereke din nehatiye kirin. Dema ku li Tirkiye û Kurdistanê, faşîzma AKP-MHP'ê ev komkujî û zilm hemû dikir, gelo xwendekarên zanîngehan, ev ciwanên gelekî hêja yên Zanîngeha Bogazîçiyê li ku bûn? Dema ku hevşaredarên ji aliyê gelê Kurd ve hatin hilbijartin hatin girtin, dema ku heft salan qeyûm li van şaredariyan hatin tayînkirin, ev xwendekarên ciwan li ku bûn? Gelo wan bûyer û rewşa ku diqewimî nedidîtin? Li hemberî van kiryaran çima heta niha bêdeng man? Gelo piştî ku dor hate wan, dîtin ku qeyûm tiştekî nebaş e? Dema ku qeyûm li şaredariyên gelê Kurd dihatin tayînkirin, çima çav û guhê wan girtî bûn?

Dikare bê gotin, gelo dora van pirsan e? Belê ez jî dibînim û fêhm dikim ku pirsîna van pirsan ji bo vê demê ciwanan motîve nake, moralê nade wan. Bêguman van ji bo şikandina ciwanan nabêjim ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê dest bi berxwedanê kirine û bi biryardariyeke mezin daketine qadan. Armanc û mebesta min ne şikandine, berevajî; banga li berxwedanê û motîvekirin e. Lê belê divê ev yek jî bi rengekî rast bê kirin. Bi dîtina min, heta ku ev rastî neyên zanîn, pirsên navborî neyên pirsîn û bi rengekî rast û têrker bersiv jê re neyê dayin, wê faşîzma AKP-MHP'ê jî rast neyê fêhmkirin, wê li dijî wê têkoşîneke têrker neyê meşandin. Bi zanîna van, mirov dikarin ji bo têkoşînê xwe motîve bike. Eger ne ji berxwedana Kurdan û jinan bûya, nepêkan bû ku ciwanên heyî daketibûna kolanan û bi gotina 'Em qeyûm naxwazin' bimeşiyane. Eger îro ev derfet bi destê wan ketibe, vê yekê deyndarê berxwedana antîfaşîst a heft salan e ku ji aliyê Kurdan û jinan ve tê meşandin. Şehîdê leheng ên vê berxwedanê û berxwedêrên li zindanan ev derfet afirandine. Divê destpêkê bi vê zanibin û qet ji bîr nekin!

Li ser vê yekê em vê jî bêjin: tevî her tiştî jî çalakgerên ciwan bi xêr hatine nava têkoşîna antîfaşîst. Berxwedana ciwanên Zanîngeha Bogazîçiyê mîna çirûskekê ye. Bi rastî jî mîna ruhê Mahîr, Denîz û Îbrahîman e. Weke ku dibêjin, ev çirûsk xwedî wê hêzê û taybetmendiyê ye ku bêyî dereng bikeve dikare bibe sedema şewateke şoreşgerî. Di nava têkoşîna şoreşê ya demokratîk de ya li Tirkiyeyê, rol û pêşengiya ciwanan, bi taybetî jî ciwanên zanîngehê li pêş çavane. Dîrok ji vê re şahid e. Eşkere ye ku eger ciwanên zanîngehê bimeşin wê faşîzmê jî hilweşînin, kapîtalîzmê jî. Vê meşê dest pê kiriye û ji bo faşîzma Erdogan-Bahçelî dawî xuya dibe. Dem hatiye ku ev bi cih bê anîn.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA