Li Nîjeryayê tanker teqiya: Nêzî 100 kes mirin

Hat ragihandin ku li bakurê Nîjeryayê tankerek teqiya û di encamê de herî kêm 94 kes mirin û nêzî 50 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê polîsan Lawan Shiisu Adam daxuyanî da ajansa nûçeyan a Fransî AFP’ê û got: “Li gorî me tespît kirî heta niha 94 kes mirine û nêzî 50 kes jî birîndar bûne.”

Li gorî berdevk tanker li Majia’yê ji bo li kamyonekê nekeve ji rê derketiye.

Hat diyarkirin ku piştî qezayê niştecihên herêmê ji bo komkirina sotemeniya ketî ser rê û rex û dora rê, ber bi wesayîtê ve çûn. Hat gotin ku qelebalixê polîs paşde birin.

Yekîtiya Tabîban a Nîjeryayê bang li bijîjkan kir ku ji bo bikarin nexweşan hemûyan derman bikin, bila biçin tesîsên tenduristiyê.

Meha Îlonê jî tankerek û qemyonek li eyaleta Nîjerê ya Nîjeryayê li hev qelibî bûn û di encama teqînê de li gorî rayedaran hreî kêm 59 kesan jiyana xwe ji dest dan.