Di yekîtiyê de helwêsta gel girîng e

Em bawer dikin ku, di serî de gelê Başûrê Kurdistanê, raya giştî û gelê Kurdistanê hemû eger li dijî êrişkariya dewleta Tirk bibin xwedî helwêst, hêzên siyasî yên Kurd hemû dê ji vê helwêsta gel hêzê wergirin û li dijî dewleta Tirk helwêstê nîşan bidin.

Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn dewam dike. Armanc ji hewl û têkoşîna bi vî şerî ew e, li şûna hevsengiyên leşkerî û siyasî yên salên 1990'an xira bûne, hevsengiyên nû bêne avakirin. Bi vî awayî dê statûyeke nû ya Rojhilata Navîn çêbe. Kurdên ku di sedsala 20'an de bê statû mabûn, bûn armanca êrişên qirkirinê.

Lewma encamên şerê sêyem yê cîhanê dê ji bo Kurdan gelek girîng be. Bê guman ji bo Kurdan xirabûna hevsengiyên sedsala 20'an pir girîng e. Bi têkoşîna dehan salên dawî Kurd li çar beşên Kurdistanê bûn hêzeke girîng ya siyasî û leşkerî. Niha di siyaseta Rojhilata Navîn de Kurd li ber çavan tên ragirtin, her kes hesabê Kurdan dike. Lê di serî de serkêşê dijminatiya Kurdan dewleta Tirk, dijminên Kurdan dixwazin pêşî li bihêzbûna Kurdan bigirin, dixwazin Kurdan asteng bikin da ku nebin xwedî statu. Hêzên qirker ji bo Kurd nebin xwedî statu û li Rojhilata navîn nebin hêz, hewl didin Kurdan perçe bikin. Dixwazin hêzên siyasî yên Kurd bi hev bikevin, bi hev re mijûl bibin û wisa bê hêz û lawaz bibin. Armanca wan ew e, bi vî rengî wekî sedsala 20'an sedsalek din Kurdan bê statû bihêlin.

Pirsgirêkên di navbera PDK û PKK'ê de esas ji aliyê hêzên derve ve tên afirandin. Bi taybetî dewleta Tirk bi hevkariya rêveberiya Emerîkayê ya Trumpî, gelek hêz ajotin ser PKK'ê, xwest tengav û lawaz bike. Difikirin ku dema PKK qels bibe, dê bêbandor bibe û were tinekirin. Ji ber vê sebebê dewleta Tirk ji bo gelek hêzan bajo ser PKK'ê polîtîkaya şantaj û gefê bi kar tîne.

Niha ti rojev bi qasî rojeva yekîtiya Kurdan giring nîne. Jixwe gelê Kurd, raya giştî ya Kurd û hêzên siyasî yên Kurd girîngiya vê dizanin. Lê hêzên derve pêkhatina vê yekîtiya di nava Kurdan de asteng dikin. Ne tenê dewleta Tirk, Emerîka jî li gel Tirkiyê aktorê astengkirina yekîtiya Kurda ye. Emerîka ne ku Kurdan difikire, têkiliyên bi Tirkiyê re difikire û polîtîkaya xwe ya Kurd wisa diyar dike. Eger di navbera PDK û PKK'ê de pirsgirêk derketine, di vir de bi qasî dewleta Tirk rola Emerîkayê jî heye. Eger Emerîka ne di nav de be, Tirkiye nikare ewqas li ser partiyên Kurd bi bandor be; an jî dewleta Tirk nikare ewqas zilm û zextê li Kurdan bike.

Dema helwesta raya giştîya Kurd li ber çavan bê girtin, dikarîbû rageşiya di navbera PDK û PKK'ê de were çareserkirin. Lê mudaxele û destwerdanên hêzên derve rê li ber berdewama vê rageşiyê vedike. Piraniya alîgirên PDK ne şer ne jî rageşiya li gel PKK'ê naxwaz in. PDK jî vê rastiyê dibîne. Lê li aliyê din dewleta Tirk ya ku desteka Emerîkayê digire, berdewam zextê li PDK'ê dike. Heta dixwazin di navbera hin partiyên din yên Kurd û PKK'ê de pirsgirêkan çêkin. Hêzên derve bi zextan dixwazin polîtîka û helwesta hêzên siyasî yên Kurd li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Niha ji bo Kurdan talokeya herî mezin, ev mudaxeleyên wiha yên hêzên derve yên li ser îradeya wan in. Ji vê taloketir ti tişt nîne.

Raya giştî ya Kurd hewl dide li ser hêzên siyasî yên Kurd bandora xwe çêbike. Di navbera vê hewldana raya giştî ya Kurd û van destwerdanên hêzên derve de têkoşîn berdewam e. Gelê Kurd, rewşenbîr û hunermend, raya giştî ya Kurd hemû, li gorî berjewendiyên Kurdan helwest raber dikin. Hêzên derve jî li ser esasê berjewendiyên xwe polîtîkayeke Kurd dimeşînin. Emerîka û YE dema polîtîkaya Kurd dimeşînin, di serî de dewleta Tirk, têkiliyên li gel dijminên Kurdan jî li vê polîtîkayê bar dikin. Ji vî alî de niha wezîfeya sereke ya gelê Kurd û raya giştî ya Kurd ew e, destwerdan û bandora van hêzên derve kêm bikin, heta ji holê rakin. An ne pirsgirêkên di navbera rêxistinên Kurdan de bi dawî dibin, ne jî Kurd dikarin li ser esasê bibandorkirina berjewendiyên xwe polîtîkayê bimeşînin. Yekbûna Kurdan, çareserbûna pirsgirêkên di navbera Kurdan de pir girîng e. Raya giştî ya Kurd der barê vê mijarê de hişyar tevdigere. Gelek saziyên Kurd demên dawî di vê mijarê de çalaktir bûn. Lê rewşa heyî nîşan dide divê ev hewldan hîn zêdetir bibin. Gelê Kurd û raya giştî ya Kurd ji bo paşerojê, bi helwest û çalakiya xwe divê zêdetir têkeve nava siyasetê, mudaxil bibe.

Di raya giştî ya Kurd de, meyla serwer ew e, pirsgirêkên di navbera PDK û PKK'ê de bi diyalogê werin çareserkirin. Ji bo pirsgirêk bi vî awayî çareser bibin, vê rewşê hewayeke xweşbîn çêkir. Her çiqas PDK hîn jî hêzên leşkerî vediguhêze herêmên gerîlla, rêveberên PKK'ê her tim peyamên nerm dan û nîşan dan ku ew dixwazin pirsgirêk bi diyalogê çareser bibe. Tê fêmkirin, di serî de dewleta Tirk hin hêzên derve ji vê rewşa raya giştî ya Kurd afirandî ne razî ne, ne rihet bûne. Ji ber vê sebebê, zextên li ser PDK û partiyên din yên Kurd zêdetir kirine. Heta dewleta Tirk şantajê li PDK'ê dike û dibêje, ger tu bi PKK'ê re şer nekî, ez ê berê xwe bidim te û bi ser te de bêm, ez ê ji bo te di gelek mijaran de tengasiyê çêkim. Dewleta Tirk hewl dide hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi şantajê rehîn bigire. Li dijî polîtîkayên rehîngirtina siyaseta Başûrê Kurdistanê, di serî de gelê Başûrê Kurdistanê û raya giştî, divê gelê Kurd hemû bibe xwedî helwest. Helwesta ku gel li dijî dewleta Tirk nîşan bide, dikare cesaretê bide hêzên siyasî ku ew jî bibin xwedî helwest.

Em bawer dikin ku, di serî de gelê Başûrê Kurdistanê, raya giştî û gelê Kurdistanê hemû eger li dijî êrişkariya dewleta Tirk bibin xwedî helwêst, hêzên siyasî yên Kurd hemû dê ji vê helwêsta gel hêzê wergirin û li dijî dewleta Tirk helwêstê nîşan bidin. Heke gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk helwesta xwe zelal dayne holê, hin hêzên derve jî êdî nikarin wisa destek û cesaretê bidin dewleta Tirk. Ji vî alî de helwesta gel û raya giştî ji her demê girîngtir bûye.

Bi hêviya ku gelê Kurd dê bi helwesta xwe pêşî li destwerdanên hêzên derve ya li siyaseta Kurd bigire, di pêkhatina yekîtiya netewî de rolek giring bilîze.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA