Dema jin li mekanê jinê reh berdide

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel ji bo nerazîbûna xwe li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî raber bike li kuçeyan bi berxwedaneke bêhempa têdikoşe.

Di 13’ê Îlonê de ciwana Kurd Jîna Emîn (22) bi malbata xwe re ji bo gerê ji Seqizê çûbû Tahranê û li wir rastî êrîşa hêzên ‘geşt û erşad“ yên ku di kuçe û kolanan de cil û bergên jinan kontrol dikin hat. Jîna Emînî li wir hat destgîrkirin û di encama êrîşên hêzên ‘geşt û erşad’ de li avahiya rejîmê qetilkirin. Ji wê rojê heta niha bi pêşengiya jinên Rojhilat û Îranê gel di serhildanê de ye. Rexmê pispor, polîs û îstîxbarata dewleta Îranê ku rasterast gel dide ber guleyan xwepêşandan roj bi roj wekî pêla zeryayan mezin dibe, fireh dibe û belavî hemû bajar û cîhanê dibe. 

Çima ev serhildan jî bi pêşengiya jinan bi pêş dikeve? Teqez ev berxwedan û tekoşîna jinan bi siyaseta hişmendiya mêrsarî û kiryarên ku qirkirina jinan dike hedef re eleqedar e. Rejîma Îranê jî ji her kesê zêdetir hay ji vê rastiyê heye. Mirov dikare bi daxuyaniya rayedarê parlementerê rejîma Îranê rastiyê şênber bike. Bo nimûne; berî çend mehan rayedarekê rejîma Îranê  got; “Eger rojekê rejîma Îranê hilweşe wê bi destê jinan hilweşe“. Ev daxuyanî pêderxistinek a balkêş e ku rastiyê radixe li ber çavan. Ji ber ronahî di tariyê de pêdikeve. Tirsa rejîma Îranê îfadeya xwe ji vê rastiyê digire.  Lewma ev her sê xal li jinan pêşniyar kiribûn: “Xwe xweşik bike, mala xwe xweşik bike û xwarina xwe xweş çêbike“. Ev tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku jin bedena xwe pêşkêşê mêr bike, xweşikkirina mala mêr e, çêkirina xwarinên xweş ji mêran re ye. Wekî di vê daxuyaniyê de jî tê fêhmkirin mêrtî, ferzkirina desthilatdariyê li ser jinan û bi vî awayî kolekirina jinan û bêbandor kirina hêz û vîna jinan e. Ji bilî vê hişmendiya baviksalariyê tu mafê hebûn û xwebûna jinan nas nake. Heta berovajiyê wê jinan li derveyê pergal û tekiliya civakî di warê aborî, sîyasî û zanîstî de dihêle. Heta jin çi li xwe bikin, di kîjan temenî de bizewicin û çend zarokan bînin jî di der barê jinan de di bin navê qanûn û zagonan de dikin biryar. Destûr nadin ku jin di der barê xwe de biryarek herî biçûk bide. Çima? Ji ber jin e! Heta em bibêjin bes jin di warê mêjî û fizîkî de biçûk xistine û vîna wan şikandine. Bi vê re jî çi tûndiya li dijî mirovahiyê heye bi şêwazên cur bi cur li ser jinan diceribînin. Bi vê boneyê xwepêşandana jin zayendperestî, dewletperestî, kiryar û siyaseta qirkirina rejîma Îranê ye. Ev rastî lêgerîn û daxwaza azadiyê di jinan de xurt dike. Ji ber vê yekê, jin serkêşî û pêşengiyê ji xwepêşandanan re dikin.  

Ev rastî bingeha xwe ji heqîqeta dîroka jinan digire. Rojhilatê Kurdistanê mekanê qûntara Çiyayê Zaxros ku xwendawend lê jiyane û civak ava kirine û bi bêbextî dawî li hebûn û pergala xwendawendan hatiye. Îro di heman demê de bi berxwedan û tekoşîna jinên Kurd û Îranê hem nûjen dibe û hem jî zindî dibe. Dema jin di mekanê xwendawendan de koka vejîna serdema nû veda. Rêber Apo gotibû; “Sedsala 21’emîn sedsala azadiya jinan e“, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Kurd gav bi gav û kêlî bi kêlî bi berxwedaneke bêhempa bi ruhekî fedaî û çalak pêk tê.  Ev dîrokek e, heqîqetek e, bîrdoziyek e û ya herî giring jî dubarekirina felsefeya çanda cehwera neteweya demokratîk e. Ji ber dil û mejiyê jinan di reha cihoka çanda neteweyan re diherike. Rejîma Îranê ji bo reha cihoka dil û mejiyê jinan a çanda neteweya demokratîk ziwa bike bi salan di bin zext û zordariyeke bêsînor de diperçikand û ditepisand. Lê ev zext û zordariya ku weke ewrekî reş bi ser jinan de dahf dida bû bingeha îlham û moralê şoreşa gelan. Bi vê nêzîkatî û feraseta qirker hem xwestin dil û mejiyên jinan dagir bikin û hem jî têxin bin xizmeta mêran. Lê berovajî jin, tu car bi pergala mêrsalarî re nebûn yek û pê re jiyanek hevseng nejiyan. Her li dijberî hişmendiya desthilatdariyê rabûn û di dîrokê de berdêlek mezin wekî jina Jîna Emînî bi hezaran jin bi êşkence û kuştinê re rû bi rû mabin jî tu car dev ji heqîqeta xwe bernedan. 

Di vê çarçoveyê de îro jinên Kurd û jinên Îranê li ser vê feraset û hişmendiya bi daxwaza azadî û hêviya jiyaneke komunal û civakî radiweste û êdî dema jin di mekanê jin de bi coş û kelecan laçika serê xwe bi govendê diavêjin nava agir, dişewitîni. Bi vê re hişmendiya baviksalarî û zayendperestî dişewitînin. Bi vê yekê jî xuya dibe ku dema jin di mekanê xwe de kok vedide. Ala çavkaniya hêvî û xeyalê bendewariya salan bi destê jina Kurd Jîna Emînî dewr hat girtin. Bi vê dewrgirtinê çerxa jin veguherî ruhê jina azad û berxwêder.  

Bila jinên serkêşî û pêşengiyê ji xwepêşandanan re dikin bizanin ku dilê her jineke cîhanê bi wan re lê dixe û daxwaza wan a azadiyê wek a xwe dibîne. Bi vê nêzîkatî û ferasetê li Amed, Îzmîr, Stenbol û Ewropayê û her wiha hemû jinên welatê din piştgiriya xwe li kolanan bi şiara “Jin, jiyan, azadî“ didin nîşandan. Ji ber jin çi li xwe bike, di kîjan temenî de bizewice, çend zarokan bîne û çawa bijî biryara xwe bixwe bide, daxwaza mafekê xwezayî dike. Ev daxwaz û hişmendiya civaka polîtîk raber dike. Ji ber vê jin bi rojan e bêyî tirs, bi wêrekî û vîneke xurt bi yek dengî, bi yek şiarê; “jin, jiyan, azadî“' li kolanan têdikoşin. Jin, xwedî hêz, zanist, vîn û enerjiyeke ji pola ne ku îro serkêşî û pêşengiyê ji xwepêşandanan re dikin. Ev jî dide xuyakirin ku xwezaya jin hebûna tovê reşandî ye, bi biharê re dipijkive bi payîzê re berhem dide û bi her demsalê re rengê jiyanê bi xemila jin dineqişîne.