Biryara rawestandina çalakiyan û pêvajoya piştî wê

Gerîla berpirsyariya xwe bi cih anî û li gorî pîvanên xwe li hemberî êş û azaran xemsar nebû. Bersiva wê jî israra di şer de bû. Ji niha û pê ve li dijî zordariya faşîzmê divê eniya têkoşînê bi hemû dînamîkên civakî berfireh bibe.

Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgereke welê ye ku di dîroka têkoşînê ya 50 salan de timî bi pêş ket, asta rêxistiniyê bilind kir, xwe li nava girseyên berfireh belav kir û têkoşîna siyasî û leşkerî diyar kir. Lewma yek ji xalên esasî yên ku PKK'ê ji tevger û rêxistinên din ên bi îdeolojiya çep cuda dike ew e ku pîvanên xwe yên polîtîk û exlaqî ji bo parastin û xurtkirina pîvanên civakî timî zindî dihêle.

Biryara KCK'ê ya ji bo rawestandina çalakiyan jî di çarçoveya vê berpirsyariyê de bû.

Di 6'ê Sibata 2023'an de ji ber erdheja li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku bandor li 10 welatan kir, KCK'ê biryara rawestandina çalakiyan da. Sedem û encamên vê biryarê divê hîn bi berfirehî bêne nirxandin.

Beriya her tiştî em destnîşan bikin ku ev yek biryara agirbestê nebû. Girîng e ev yek rast bê fêhmkirin.

Du sedemên esasî yên wergirtina biryara rawestandina çalakiyan hebûn. Ya yekemîn; Hevserokatiya KCK'ê li hemberî drama mirovahiyê weke pîvan û sekna polîtîk û exlaqî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd biryara vê yekê da. Hêzên HPG'ê jî bêşert û merc li gorî vê biryarê tevgeriyan. Ev biryar nîşaneya berpirsyariya PKK'ê ya li pêşberî civakê bû.

Sedema duyemîn jî; artêşa Tirk tevî ku zanîbû nikare îmha bike, li gel vê yekê jî bi zanebûn leşkerên xwe ji bo mirinê dişand ser çeperên gerîla û piraniya leşkerên dimirin jî bi giranî ji wan bajaran bûn ku erdhej lê bûbû.

Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku drameke mezin a mirovahiyê lê qewimî, ji bo êşên giran rû nedin biryareke bi vî rengî hate dayin. Qet nebe heta pêçandina birînên gel...

Pêvajoya biryara rawestandina çalakiyan çar mehan dewam kir û xwedî gelek detayên girîng û balkêş e. Di vê demê de medya desthilatdariyê hewl da rastiyan binixumîne, lê belê her tişt di bîra civakê de ye.

Girîng e ev pêvajo yek bi yek bê nirxandin.

Bi wergirtina biryara rawestandina çalakiyan re hêzên gerîla hem li nava bajaran hem jî li metropolan çalakiyên leşkerî rawestand. Li qadên gerîla jî biryar hate dayin ku heta artêşa Tirk êrîş neke, çalakî neyê kirin. Lê belê hêzên gerîla di heman demê de ragihand ku wê li ser bingeha parastina rewa li dijî her cûre êrîşan xwe biparêzin.

DEWLETA TIRK DI PÊVAJOYA BÊÇALAKÎTIYÊ DE ÊRÎŞ KIR

Dewleta Tir a dagirker di vê pêvajoyê de operasyonên xwe yên leşkerî û siyasî bênavber dewam kir, li Bakurê Kurdistanê çarçoveya operasyonên leşkerî berfireh kir. Di çar mehan de li gel operasyonên leşkerî yên li bejahî li navenda bajaran jî operasyonên polîsan hatin kirin, bi sedan kes hatin destgîrkirin, gelek ji wan hatin girtin. Artêşa Tirk a dagirker li ser qadên gerîla, di nava 4 mehan de li Bakurê Kurdistanê ji Dersimê heta Amedê, ji Botanê heta Serhedê û ji Mêrdînê heta Garzanê bi sedan operasyonên berfireh lidar xist.

Herêmên Parastinê yên Medyayê jî di vê demê de 373 caran bi balafirên şer, 139 caran bi helîkopterên êrîşê, 4336 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin. Li gel vê yekê qadên gerîla 224 caran bi bombeyên fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Bi van êrîşên dagirkeriyê yên berfireh re hêzên gerîla yên ku di pozîsyona bêçalakîtiyê de bûn li dijî êrîşan li Bakurê Kurdistanê 22 gerîla, li Herêmên Parastinê yên Medyayê 10 gerîla bi fedaîtî li ber xwe dan û şehîd bûn. Di şerê li dijî leşkerên dagirker de yên êrîşî hêzên gerîla kirin, 84 dagirker û kontrayek hatin kuştin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

Hêzên gerîla tevî ku di nava 2 salên dawî de têkoşîneke mezin dimeşandin, dikirin ku artêşa Tirk a dagirker windahiyên giran bidin û bi rêbaza serdema nû performansa şer gihandibû asta herî bilind, li gorî pîvanên xwe yên polîtîk û exlaqî yên li pêşberî civakê biryara bêçalakîtiyê wergirt. Medya alîgirê desthilatdariyê gelekî hewl da ku vê biryarê berevajî nîşan bide.

HÛLÛSÎ AKAR GOT, HÛN BIMIRIN JÎ BIMIRIN, DERDÊ ME KUŞTINA KURDAN E

Gel li bendê bû ku saziyên dewletê û artêş li herêmên erdhejê alîkariyê bi wan re bike, lê belê wezîrê şer ê Erdogan Hûlûsî yê kîmyewî li pêşberî kamerayan got, "Em nikarin leşkerên xwe ji herêmên operasyonê vekişînin." Yanî got, hûn bimirin jî bimirin, derdê me kuştina Kurdan e. Ji xwe bi vî rengî jî kir. Personel û tîmên leşkerî li şûna ku gel ji binê enqazê erdhejê rizgar bike, bi ser qadên gerîla ve şand û ji bo hêzên gerîla îmha bike, bi kar anî.

Bi taybetî helîkopterên kargo yên bi tîpa Chînook ku dikare heta 15 tonan hilgire, li şûna ku bişîne herêmên erdhejê ji bo amûrên rakirina enqazê bê bikaranîn, di êrîşên li ser qadên gerîla û hilgirtina barên leşkerî hate bikaranîn. Her wiha konên ku diviyabû AFAD'ê bida mexdûrên erdhejê li herêma operasyonê radestî leşkeran hatin kirin. Ji dîmenên amûrên ku dema reviyan û li pey xwe hiştin, amûrên Kizilayê jî xuya dikirin. Rejîma Erdogan li şûna ku leşkerên xwe ji bo gel seferber bike, ji bo mirinê şand qadên gerîla. Yanî hem gel şand ber bi mirinê hem jî leşker.

BIRYARA RAWESTANDINA ÇALAKIYAN JI BO AVAKIRINA BINGEHEKE DEMOKRATÎK DIKARÎBÛ BIHATA BIKARANÎN

Xala sêyemîn jî; beriya biryara rawestandina çalakiyan gelek hêz û derdoran peyam dişandin ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re û daxwaz jê dikirin. Di van peyaman de dihate xwestin ku gerîla çalakiyên xwe yên leşkerî rawestîne. Ev rica hem ji nava welêt hem jî di asta navneteweyî de dihatin kirin. Her çend ev biryara bêçalakîtiyê pêvajoyeke çareseriyê nebû jî ji bo avakirina bingeheke demokratîk dikarîbû bihata bikaranîn. Vê yekê dikarîbû zext li rejîma Erdogan a faşîst bikira ji bo ber bi çareseriyê ve bê dehfdan.

Lê belê hemû hêzên ku qaşo qala aştiyê dikin ji nedîtî ve hatin. Gelek derdoran her cûre gav ji Tevgera Azadiyê ya Kurd hêvî kirin, di mijara helwesta dewleta Tirk a êrîşên li dijî mirovahiyê de berpirsyariya xwe bi cih neanîn. Muxalefeta Tirkiyeyê jî li ber bayê neteweperestiyê ket û li şûna guherîna demokratîk ketin pey wê armancê ku bibin xwedî hêza Erdogan.

Hêzên demokratîk jî ji aliyê fêhmkirina vê pêvajoyê û rabûna bi rola xwe ve nêzîkatiyên ji rêzê nîşan dan. Berfirehkirina zemîna yekîtiya civakî li aliyekî, helwestên marjîlan hatin nîşandan. Lewma pêvajoya çar mehan a biryara bêçalakîtiyê nêta rastî ya gelek hêzên muxalîf û demokrat jî raxist pêş çavan. Tevgera Azadiyê ya Kurd ev yek dît, ji bo nehêle ku desthilatdariya Erdogan ji ber çalakiyên gerîla bi bayê neteweperestiyê dengan bi dest bixe û ji bo bibe wesîleya guhertinê biryar da ku biryara bêçalakîtiyê heta piştî tûra duyemîna  hilbijartinên 28'ê Gulanê bê dirêjkirin.

Ev yek pêngaveke gelekî rast bû, ji ber ku yekane daxwaza Erdogan ew bû ku şer careke din beriya hilbijartinê destpê bike. Di vê mijarê de amadekariyên gelekî berfireh jî hebûn. Bi taybetî agahî belav dibû ku li ser Rojava wê êrîşeke berfireh bê kirin, lê belê nekarî destûra pêwîst ji xwediyên xwe werbigire. Her çend Erdogan di hilbijartinê de careke din bi ser ket jî  qet nebe gelê Kurd helwesta pêwîst nîşanî vê rejîma faşîst da. Erdogan û AKP li Kurdistanê di asteke bilind de têk çû.

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER BI TI AWAYÎ NEGIHÎŞT ARMANCA XWE

Dawiya dawî bi hilbijartinê re pêvajo kete rewşeke welê ku mîna têkoşîn qediya ye hate nîşandan. Mîna ku dînamîkên şoreşger hemû hatine tasfiyekirin, hêza gerîla nemaye ku şer bike, gerîla hewl dide xwe veşêre, hewl dan atmosfereke bi vî rengî biafirînin. Dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve operasyonên xwe yên leşkerî bênavber dewam kir, li aliyê din jî şerekî giran ê taybet meşand. Lê belê li gel êrîşên artêşa Tirk jî saziyên Tevgera Azadiyê ya Kurd di vê demê de civînên xwe yên salane di astmosfera konferansê de bi beşdariyeke berfireh lidar xistin. Rêveçûna rêxistinî ya hêzên gerîla li gel êrîşan hemûyan jî bêkêmasî dewam kir. Ji xwe yek ji sedemên êrîşên di vê astê de berfireh ew bû ku derbê li sîstem û rêveçûna jiyanî û rêxistinî ya hêzên gerîla bixin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker bi ti awayî negihîşt armanca xwe.

Piştî ewqas bûyerên qewimîn biryara bêçalakîtiyê êdî bêwate bûbû. Hate dîtin ku bêbersivhiştina êrîşan a di vê astê de weke bêçaretiyê tê şîrovekirin û rejîma Erdogan a faşîst jî sûdê ji vê yekê werdigire. Hêzên ku dînamîkên pêvajoyê rast nexwendin û encamên wê baş şîrove nekirin, di vê encamê de para xwe hene. Rejîma Erdogan hewl da ku di ser dijminatiya li PKK û gelê Kurd bayê nijadperestiyê timî serwer bike. Gelê Kurd li hemberî vê yekê timî di nava têkoşînê de bû. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku êrîşên li ser Rêber Apo û gerîla zêde bûn, divê hêzên dînamîk ên şoreşger hemû bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin. Gerîla berpirsyariya xwe bi cih anî û li gorî pîvanên xwe li hemberî êş û azadan xemsar nebû. Bersiva li hemberî vê yekê jî israra di şer de bû. Ji niha û pê ve ya girîng ew e ku li dijî amûra zordariyê ya faşîzmê li gel dînamîkên civakî hemûyan eniya têkoşînê bê berfirehkirin û kûrkirin.

Berxwedana gerîla ya dîrokî ya salên 2021 û 2022'an nîşan da ku tevgera azadiyê ya gerîla têk naçe. Her wiha eşkere bû ku artêşeke ne hêjayî çend qurişan nikare gerîla têk bibe. Li dijî vê rejîma faşîst a ku leşkerên xwe dişewitîne, bi bombeyan parçe dike, xwedî li cenazeyên xwe dernakeve, divê rêxistiniya civakî di asta herî bilind de bê nîşandan û têkoşîna gerîla li her qadê bê belavkirin. Pêvajo ew pêvajo ye ku stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ji her alî ve bi cih bê anîn. Divê ciwanên Kurd li benda talîmatekê nemînin. Talîmat û perspektîfa pêvajoyê li holê ye. Li dijî hêz û amûrên zordariyê yên rejîma faşîst divê dînamîkên şoreşger hemû bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin.