Barzaniyên serdest bûne belayê serê Kurdan

'Em ti hesabî ji bo kesî nakin...' Ev gotina ku bê fikir ji devê wî derket bû bela serê şêniyên herêmê û malbata Barzanî bi xwe.

Piştî têkçûna referandûma Herêma Başûrê Kurdistanê, Mesûd Barzanî mîna ku bingehek bihêz a dewletbûnê û bingeha aborî nayê avakirin, bi bêbextî li dihola serketinê lê xist û şer ji dijî dost û dijminan xwest. Biryar da ku îla wê referandûmê bike û ti hesab ji bo kesî jî nake…

Referandûm li ser wê bingehê hat kirin ku ger bi ser bikeve baş e, ger bi ser nekeve wê li ser serê xwe siwar bibe. Ne tenê siwarê serê xwe nebû, welat li ser tepsiyeke zêrîn pêşkêşî Bexda kir. Niha jî ev binemal li ser Kurd û Kurdistanê bandoreke mezin a neyînî dike, her carê bi rengekê destketiyên Kurdan tine dike. 

Piştî Cejna Newrozê Wezareta Derve ya Emerîka raporta xwe ya derbarê Herêma Kurdistanê eşkere kir û her wiha rojnameya herî navdar a wî welatî Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke karton bi nav kir û hişyarî da ku li ber hilweşînê ye. PDK û binemala Barzanî dûrî hemû pîvanên dîplomasî û navneteweyî Emerîka û raporta wê derewand. Serokê Komîsyona Bersivdayîna Raporên Navneteweyî Dr. Dîndar Zêbarî têkildarî raportê anî ziman ku raporta Emerîka derewe, dûrî rastiyê ye.

Li ber vê bersiva Hikûmeta Herêma Kurdistanê Emerîka bêdeng nema û tund bersiv da. Emerîka bi rêya sefîrê xwe li Herêmê ku rapora kovara Foreign Policy a herî navdar a wî welatî ye ku bi ser navê ‘Hikûmeta Kartonî ya Herêmê li ber hilweşînê ye’ bi bîr xist. Mixabin berpirsên herêmê û bi taybet malbata Barzanî naxwazin vê rastiyê fam bikin, hişyariyan li ber çav bigirin. 

Çavdêrên siyasî jî hişyariya vê yekê didin ku paşguhkirin û jinedîtina hişyariyên Emerîka ya ji aliyê Barzaniyan ve rê li ber metirsî û krîzên nû vedike. 

Herî dawî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek da û got: ‘Ew kesên ku niha ne li gel me ne, bila siberojê xwe nekin xwediyê desketiyên me.”

Li vir pirsa herî girîng ew e ku kîjan destketî? Kê herêm gihandiye vê astê? Kê serweriya xwe xistiye metirsiyê. Kê ti nirx ji hilbijartinê re nehiştiye. Kê aboriya vî welatî talan kiriye. Kê baweriya gel bi ezmûnên hikûmetê nehiştiye. Kê hêviya gel tine kir. Kê welat û destê xwe xist destê dijmin.

A ji hemûyê xirabtir û xedartir xewna sed salî ya dîrokî ya gelê bindest ji aliyê desthilatên Kurdî Kurdistanî ve xistin gorê.

Divê nifşên nû çawa vê dîrokê bixwînin. Çawa dikarin bi hukûmet û destketek ku li ser erdekî dewlemend û binesaziyek mîna zêran û xezîneyan e, serbilind bin. Bêjin piştî 5 dewrên Parlamentê û kabîneya 9’an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê deyndar û destvala maye. Di demekê de ev herêm ser erd û bin erd dewlemend, xwedî xwezayeke dewlemend a ji bo çandiniyê guncav be, tevî vê hemûyê deyndar, îflas û teslîmî dijmin û neyaran bibin.