Abdullah Ocalan: Hebûn û azadiya Kurdistanê bêyî xweparastinê nabe

Di nava şer de heta ku lihevkirineke gengaz pêk neyê û serxwebûn neyê misogerkirin, Kurd wê ti carî dest ji xurtkirina hêzên xweparastinê bernedin.

Tevgera PKK'ê destpêkê tevgera xweparastinê ya gelê Kurd e. Tevger bû hedefa hêzên hegemonîk ên pêwendîdar, bi taybetî jî hêzên NATO-Gladîo. Hêzên ku ji xwedî hêz û mafê diyarkirina çarenûsa xwe ditirsiyan, li pişt van êrişan rawestiyan. Tevî vê yekê jî vî şerê berxwedanê derbên mezin li polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê xist. Daxwaza gel a xwedîderketina li nasnameya xwe û jiyana azad, biryardariya di vê yekê de xurtir kir. Armancên tasfiyekar ên netewe dewletan ên li ser Kurdan bi temamî nehatibin qedandin jî mîna berê xwedî îdîa nîne. Gihîşte asta qebûlkirina nasnameya Kurd û hurmeta li jiyana xweser. Ev rewş ji bo şerê xweparastinê rewşeke nû ye.

DI AVAKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK DE XWEPARASTINÊ ŞERT E

Di nava KCK'ê de sernavekî bivê nevê û yê herî girîng di bernameya avakirina neteweya demokratîk de rêk û pêkiya mayindekirina xweparastinê ye. Polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên netewe dewletan, KCK'ê neçar dihêle ku sîstema xweparastinê mayinde bike. Şertê herî biçûk ê jiyana li gel netewe dewletan ew e ku nasnameya Kurd û jiyana azad bi destûra bingehîn bê misogerkirin, ewlekirin. Ewlekirina bi destûra bingehîn jî têrê nake, bi statuyên ku bi qanûnan bê diyarkirin, wê misogeriya vê yekê bê xwestin. Ji bilî parastina neteweyî ya hevpar a li dijî hêzên derve, karên ewlekariyê divê ji aliyê civaka Kurd bi xwe ve bê kirin. Ji ber ku ewlekariya hundirîn a civakekê herî baş ji aliyê wê civakê ve dikare bê kirin.

ÇARESERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK BI 2 RÊYAN DIKARE BÊ PÊKANÎN

Çareseriya xweseriya demokratîk bi 2 rêyan dikare bê pêkanîn: Rêya yekemîn, esaswergirtina lihevkirina bi netewedewletan re. Îfadeya wê ya şênber çareseriya destûra bingehîn a demokratîk e. Rêz ji mîrateya civakî û dîrokî ya gelan û çandan re bê nîşandan. Vê mîrateyê di xweîfadekirin û azadiya rêxistinbûnê de weke mafê destûra bingehîn ê dest jê nayê berdan dihesibîne. Xweseriya demokratîk pîvana bingehîn a van mafan e. Şertên sereke yên vê pîvanê jî ew e ku netewe dewlet a serdest dest ji her cûre polîtîkaya înkar û îmhayê berde, neteweya bindest jî dest ji fikrê avakirina netewe dewleteke biçûk berde. Heta ku herdu netewe dest ji meylên xwe yên dewletperestiyê bernede zehmet e ku projeya xweseriya demokratîk bikeve meriyetê.

LIHEVKIRINEKE GENGAZ AN JÎ SERXWEBÛN

Di çareseriya pirsgirêka Kurd de rêya esasî ya bi wate û hevgirtî ku xwe naspêre cihêkariyê û tundiyê, qebûlkirina xweseriya demokratîk e. Rêyên li derveyî vê yekê ya wê pirsgirêkê taloq bike, kûr bike ya jî wê ber bi şer û cihêbûnê ve bibe. Dîroka pirsgirêkên neteweyî bi van mînakan dagirtî ye. Şêst salên dawî yên welatên Yekîtiya Ewropayê ku warê şerê neteweyî ye, eger di nava aştiyê de bi dewlemendî û aramiyê derbas bûye, ev yek ji ber qebûlkirina xweseriya demokratîk e, ji ber nêzîkatiyên nerm û afirîner ên li pirsgirêkên hindikahiyan û neteweyî ye û nêzîkatiyên bi vî rengî ye.

Rêya duyemîn a çareseriyê ya xweseriya demokratîk, rêya pratîkkirina yekalî ya projeya xwe ye ku xwe naspêre lihevkirina bi netewe dewletan re. Bicihanîna aliyên xweseriya demokratîk bi rengekî berfireh, bicihanîna mafê netewebûna demokratîk a Kurdan e. Bêguman di rewşeke wiha de bi netewe dewletên serwer ên ku vê rêya yekalî ya netewebûna demokratîk qebûl nakin, wê şer giran bibe. Di rewşeke bi vî rengî de li hemberî netewe dewletan çi yek bi yek çi jî êrişên hevpar (Îran-Sûriye-Tirkiye) ji bo parastina hebûna xwe û jiyana azad ji bilî seferberiya topyekûn û pozîsyona şer wê çareyeke din nebînin. Heta ku di nava şer de lihevkirineke gengaz bê kirin an jî serxwebûn pêk were, li ser bingeha xweparastinê wê ji xurtkirina hêza xweparastinê ya ji bo netewebûna demokratîk venegerin.

RÊBERTIYA PKK'Ê

Di rewşa heyî de çareseriya KCK'ê li ber biryardayinê ye. Ya wê pirsgirêkan bi rêya aştiyane û siyaseta demokratîk bi rêbaza destûra bingehîn a demokratîk çareser bike. Ji bo vê jî netewe dewletên pêwendîdar ne tenê dest ji polîtîkayên înkar û tunekirinê berdin, di heman demê de divê pênaseya rasteqîn a pirsgirêkê qebûl bikin, çareseriya wê jî di destûra bingehîn a demokratîk gerdûnî de peyda bikin, destûra bingehîn a demokratîk hem naveroka wê hem jî rêbazên wê bi muxatabên wê re parve bikin. Ev çareseriya radîkal a demokratîk pêwîstiya xwe bi veguherînên demokratîk heye. Ya jî eger israra vê rêyê bê astengkirin, wê rêyek bi tenê bimîne ku KCK bi rengekî yek alî û bi rêbaza şoreşgerî otorîteya xwe a demokratîk ava bike û biparêze. Ji bo meşa serketî ya di vê rêyê de gelek derfet hene.

Pêşengiya polîtîk û îdeolojîk a PKK'ê ku xwedî tecrûbeyek ji zêdeyî sih salî ye, piştgiriya xurt a gel a ku bi şerê şoreşgerî hatiye ceribandin, hêza leşkerî ya ku xweparastinê dikare li her qadê bike, têkiliyên derve û hundir ên berfireh bi têra xwe derfetê didin KCK'ê ku neteweya demokratîk ava bike, bi rê ve bibe û biparêze. Ev rê wê mîna berê careke din nexitime. Li şûna netewetiya dewletê dema ku armanc neteweya demokratîk be, hingî wê diyalog û muzakereyên bi alîgirên aştî û çarseriyê yên hêzên netewe dewletê re wê vekirî be, eger di vir de serketin pêk neyê hingî wê bi hêza xwe avakirina serketina neteweya demokratîk dewam bike, bi rê ve bibe û biparêze.

Ji pirtûka 'Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berkevkirin.